Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dersa kurdî di mufredatê de heye lê li dibistanê nîne!

Hevserokê Egîtîm Senê ya Hejmara 2’an a Amedê Recep Şîmşek diyar kir ku li gel ji sala 2012’an ve dersa kurdî wek dersa hilbijartî heye jî lê li dibistanan ders dayîna kurmancî hatiye rakirin

Bi salane gelê kurd ji bo bi destxistina perwerdeya bi zimanê zikmakî têkoşînekê dide. Dewleta tirk jî di her kêliyê de polîtîkayên xwe yên pişaftinê dijwar dike û serî li dek û dolabên nû dide. Yek ji van polîtîkayên pişaftinê û pêşîgirtina têkoşîna ji bo perwerdeya zimanê zikmakî yê kurdî di sala 2012’an de dersa bijrî ya kurdî xist mufredatê û xwes li dibistanan kurdî wekî zimanekî bijarî perwerdeyê bide. Ji ber ku polîtîkayeke xabandin û mijûlkirinê bû ne mamosteyên kurdî hatin tayînkirin û ne jî destûr da ku civaka kurd bi xwe şagirt û mamosteyên xwe bigihînin. Çend dibistan û saziyên qurs û perwerdeya zimanê kurdî didan jî girtin.

Di çarçoveya polîtîkaya pişaftin û pêşîgirtina civaka kurd a ji bo perwerdeya zimanê zikmakî de Wezareta Netewî ya Perwerdehiyê (MEB) di sala 2012’an de dersa zaravayên kurmancî û kirmanckî (dimilkî) ya kurdî li mufredata perwerdehiyê zêde kir û kurdî bi awayek “hilbijartî” ket nava bernameya perwerdehiyê. Ev polîtîkaya xabpandinê ji destpêka wê ve li ber çavanae lewra li gel ku dersa kurdî ya “hilbijartî” di mufredata MEB’ê de hat zêdekirin û heye jî lê li dibistanan dersa kurdî nayê dayîn.

Sextekariya dewletê raxistin ber çavan

Li gel vê polîtîkayê jî hin malbatên ku ji neçarî dixwazin zarokên wan perwerdaya bi zimanê xwe jî bibînin rastî sextekariya dewletê tên. Malbatên xwendekaran diyar dikin ku midurên dibistanan dibêjin ji ber pol nîn in xwendekar kurdî nabijêrin û hin midur jî dibêjin ku ji ber mamosteyên kurdî tune ne yên dersa kurdî jî dibêjirin nikarin kurdî bibînin. Mamosteyên kurdî nayên tayînkirin û ji ber vê yekê jî dersa kurdî baş nayê dayîn. MEB’ê îsal jî tayînkirina mamosteyên kurdî pêk neanî. Ev yek bi awayekî aşkera vê polîtîkaya dewletê ya pişaftinê radixe berçavan.

‘Dersa kurdî bêqîmet dihêlin’

Hevserokê Egîtîm Senê ya Hejmara 2’yan a Amedê Recep Şîmşek têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û da zanîn ku ji bo polên 5,6,7 û 8’an ên dibistana navîn dersa hilbijartî ya kurdî ji îlona 2012’an ve divê were dayîn jî ji bo mamoste û materyal nayên amadekirin û ji ber astengiya reveberên dibistanê bi awayek fiêlî hatiye rakirin. Şîmşek diyar kir ku soza dane mamosteyên kurdî bicih nehatine û wiha got: “Li gel soz pêk nehat jî kadroyê nadin mamosteyên kurdî. Mafek hat dayîn lê niha ew maf hatiye cemidandin. Dersdayîna kurdî li dibistanan bûye pirsgirêkek mezin. Îsal tayînkirinê nedan mamosteyên kurdî. Xwendekar nikarin bi awayek azad dersê bijêrin. Ji biranşên din mamoste dikevin dersa kurdî. Ev yek jî girîngiya dersê tê belav dike. Dersa kurdî qels dike. Ji ber helwesta MEB’ê niha vekirina qursek taybet jî gelek zor bûye.” AMED 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar