PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Dersên Zanîngeha Kurdî ya Online dest pê kir

Di 10 nîsana 2021’ê de projeya Zanîngeha Kurdî ya Online dest pê kir. Li gorî bernameya dersan çend mamoste û pispor dê li ser beşên wekî zimannasî, metodolojiya zanistî, dîrok, medya, wêjeya kurdî ya modern, wêjeya kurdî ya klasîk, civaknasî û etnopsîkolojiyê dersên kurdî bidin

Navenda Nûçeyan |

Zanîngeha Kurdî ya Online îsal careke din dest pê kir. Par van çaxan bi piştgiriya mamosteyên Zanîngeha Înalco ya Fransayê projeya Zanîngeha Kurdî ya Online dest pê kiribû û di çarçoveya projeyê de çend mamoste û pisporan li ser mijarên zimannasî û wêjeyê dersên kurdî pêşkêş kirin. Projeyê bi armanca sûdwergirtina ji şert û mercên pandemiyê dest pê kiribû û di 15’ê gulana 2020’î de roja Cejna Zimanê Kurdî, bi dawî bûbû. Bi 16 mamosteyan ve ji bo 435 beşdaran 108 ders hatibûn pêşkêşkirin. Her wiha di dawiya perwerdeyê de kesên beşdarî projeyê bûbûn lêkolînek pêşkêş kiribûn û yên ku lêkolîna wan hatibû pejirandin jî sertîfîkaya beşdariyê wergirtibûn.

Di 10 nîsana 2021’ê de projeya Zanîngeha Kurdî ya Online bi heman rengî careke din dest pê kir. Li gorî bernameya dersan çend mamoste û pispor dê li ser beşên wekî zimannasî, metodolojiya zanistî, dîrok, medya, wêjeya kurdî ya modern, wêjeya kurdî ya klasîk, civaknasî û etnopsîkolojiyê dersên kurdî bidin. Bernameyê bi dersa akademîsyen û profesorê kurd Îbrahîm Seydo Aydogan a li ser Metodolojiya Zanistî dest pê kir. Li gorî projeya îsal bernameya dersan dê 5 meh bidome û di meha îlonê de biqede. Ders li ser bernameya online Zoomê tên dayîn.

Bernameya dersan wiha ye:

10.04.2021, şemî, Îbrahîm Seydo Aydogan, Metodolojî û rêbazên lêkolînan

15.04.2021, pêncşem, Îbrahîm Seydo Aydogan, Metodolojî û rêbazên lêkolînan

17.04.2021, şemî, Janroj Yilmaz Keleş, Medya û Civak

22.04.2021, pêncşem, Michiel Leezenberg, Wêje û Felsefe

24.04.2021, şemî, Xecê Petekkaya, Metodolojî û Rêbazên Lêkolînê

29.04.2021, pêncşem, Jan Ilhan Kizilhan, Etnopsîkolojî

01.05.2021, şemî, Michael Chyet, Zimannasî û Ferhengnasî

06.05.2021, pêncşem, Jan Îlhan Kizilhan, Etnopsîkolojî

08.05.2021, şemî, Abdulwehab Xalid Mûsa, Zimannasî

13.05.2021, pêncşem, Michiel Leezenbeg, Wêje û Felsefe

15.05.2021, şemî, Dawid Yeşîlmen, Wêjeya kurdî

20.05.2021, pêncşem, Jaffar Sheykholislami, Ziman û Civak

22.05.2021, şemî, Michael Chyet,  Zimannasî û Ferheng

27.05.2021, pêncşem, Îbrahîm Seydo Aydogan, Zimannasiya Kurdî

29.05.2021, şemî, Adnan Çelîk, Civaknasî

04.06.2021, în, Engîn Sustam, Civaknasî

05.06.2021, şemî, Michiel Leezenbeg, Wêje û Felsefe

10.06.2021, pêncşem, Jaffar Sheykholislami, Ziman û Civak

12.06.2021, Hashem Ahmedzadeh, Wêje û Vegotinnasî

17.06.2021, pêncşem, Jan Îlhan Kizilhan, Etnopsîkolojî

19.06.2021, Hashem Ahmedzadeh, Wêje û Vegotinnasî

24.06.2021, pêncşem, Michael Chyet, Zimannasî û Ferheng

26.06.2021, Hashem Ahmedzadeh, Wêje û Vegotinnasî

01.07.2021, pêncşem, Dawid Yeşîlmen, Wêjeya Kurdî

03.07.2021, şemî, Abdulwehab Xalid Mûsa, Zimannasî

08.07.2021, pêncşem, Jaffar Sheykholislami, Zimannasî û Civak

10.07.2021, şemî, Michiel Leezenberg, Wêje û Felsefe

15.07.2021, pêncşem, Janroj Yilmaz Keleş, Medya û Civak

17.07.2021, şemî, Xecê Petekkaya, Ziman û Civak

22.07.2021, pêncşem, Michiel Leezenberg, Wêje û Felsefe

24.07.2021, şemî, Michael Chyet, Zimannasî û ferheng

29.07.2021, pêncşem, Îbrahîm Seydo Aydogan, Zimannasî

31.07.2021, şemî, Janroj Yilmaz Keleş, Medya û Civak

05.08.2021, pêncşem, Dawid Yeşilmen, Wêjeya Kurdî

07.08.2021, şemî, Abdulwehab Xalid Mûsa, Zimannasî

12.08.2021, pêncşem, Îbrahîm Seydo Aydogan, Wêjeya Kurdî

14.08.2021, şemî Michael Chyet, Zimannasî û Ferheng

19.08.2021, pêncşem, Michiel Leezenberg, Wêje û Felsefe

21.08.2021, şemî, Îbrahîm Seydo Aydogan, Zimannasiya Kurdî

26.08.2021, pêncşem, Lêkolînên Kurdolojiyê

28.08.2021, şemî, Lêkolînên Kurdolojiyê

02.09.2021, pêncşem, Îbrahîm Seydo Aydogan, Wêjeya Kurdî

04.09.2021, şemî Luqman Guldivê, Wêjeya Gelêrî

09.09.2021, pêncşem, Îbrahîm Seydo Aydogan, Zimannasiya Kurdî

11.09.2021, şemî, Luqman Guldivê, Wêjeya Gelêrî

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar