Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Dêrsim: Bi armanca têkbirina AKP-MHP’ê herin qadên Newrozê

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dêrsim ji bo têkbirina hikûmeta AKP-MHP'ê bang li her kesî kir ku biçin qadên Newrozê.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim Newroza 2023’an di serî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelên Kurdistanê, jin, ciwan û hemû mirovahiyê pîroz kir. Dêrsim Mazlûm Dogan û Zekîye Alkan di serî de hemû şehîdên Newrozê bi bîr anî.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim da xuyakirin ku gelê Başûrê Rojavayê Kurdistanê û Hatayê bi êşeke mezin ketine 2023’an û ji bo kesên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwest. Dersimê anî ziman ku encamên erdhejê careke din nîşan dide ku nêta dewletê ev e ku civak û civakîbûnê ji holê rake û got “Divê gelê me baş bi vî tiştî bizane. Dewlet tu carî nebû rizgarkerê vî gelî û ew ê nebe jî.”

Dersimê anî ziman ku gel tenê bi alîkarî û hevgirtina hev dikarin birînên xwe bipêçin û bal kişand ser vî tiştî ku gel û jinan ji bo alîkariyê berê xwe dane herêmê.

Dersim berxwedan û çalakiyên 8’ê Adarê yên jinan silav kir û diyar kir ku ev berxwedan wê di Newrozê de tacîdar bibe. Dersim destnîşan kir ku civak bi berxwedan û bi rêxistinbûneke xurt dikare êşên xwe derman bike û got, “Di vî warî de divê Newroz bi nêzîkbûna wate û ruhê xwe, bi wekhevî dikare were pîrozkirin. Gel li dora Newrozê dikarin kom bibin û pîrozbahî wisa dikare were kirin.”

Dêrsim da xuyakirin, ku dewleta Tirk ji bo di hilbijartinan de bibe desthilatdar, wê hewl bide her cure xapandinê bikar bîne û îradeya gelan ji nedîtî ve were û got, “Divê em karibin nîşan bidin ku faşîzma AKP-MHP’ê, êdî belaya serê gelan e. Ji bo ji vê belayê em rizgar bibin divê em berxwedanê geştir bikin.”

Dersim diyar kir ku tevgera azadiyê û gel bi berxwedanê heta îro hatiye û got, “Dewamkirina vê kevneşopiya berxwedanê felsefeya me ya herî bingehîn a jiyanê ye” û bal kişand ser vî tiştî ku di sala 2023’an de armanca wan azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar