Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, li ser hesabê medyaya civakî
twîtterê li ser rewşa xwe agahî da û diyar kir ku niha polîsan ew li maşîna binçavkirinê siwar kirine û şewirmendê wê binçavkirine
Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Amedê xwest îro saet di 18:00’an de bi dirûşma ‘Ji Şer re Na, bi Siyaseta Demokratîk ji Çareseriyê re Erê’ li peş rêxistina HDP’ê ya Peyasê meşekê li dar bixe. Beriya meşê endam û rêveberên HDP’ê, parlamenter û bi sedan welatî li Parka Roboskê kom bûn. Bi sedan polîsên hêzên çevîk dora girsê pêça û destûr nedan meşê. Berî meş dest pê bike, parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag ku xwest tev li meşa li Amedê bê li darxistin bibe rastî astengiyapolîsan hat. Polîsan ew bêyî daxwaza wê li maşîna polîsan siwar kirin. Dag li ser hesabê medya civakî ya twîtterê li ser rewşa xwe agahî da û diyar kir ku niha polîsan ew li maşîna polîsan a binçavkirinê siwar kirine û şewirmendê wê binçavkirine. Dag diyar kir ku polîs destûr nadin ku ew ji maşînê dakeve û li gel wê 2 şêwirmendê wê jî hatin binçavkirin.
Her wiha piştî demekî Dersîm Dag hat berdan. AMED