Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Dêrsim: Dewleta tirk û hêzên navneteweyî tecrîda li ser Rêber Apo dijdînin

Pîro Dersim bal kişand ser îşkenceya ku li zîndanan rû dide û got: “Dewleta tirk bi piştgiriya hêzên navneteweyî tecrîda li ser Rêber Apo girantir dike. Lewra bandora vê li tevahî qadên jiyanê û zîndana dike. Îşkenceya herî dawî a Panosê vê tîne bîra mirov;  gelo wê Hîzbûlkontrayan li zindanan li dijî hevrêyên me yên li zindanan bêne bikaranîn?

Endamê Komîteya Girtîgehan a PKK’ê Pîro Dêrsim beşdarî bernameya taybet a Radyoya Dengê Gel bû û têkildarê îşkenceya hovane “girêka berazan” ku di pêvajoya dawî de li girtîgeha Panosê li dijî girtiyên jin hatî pêk anîn nirxandin kir û got ku îşkenceya ‘girêka berazan’ ku bi destê Hizbulkontra tê kirin di bîranîna gel de hêj germbûna xwe diparêze. Dêrsim bal kişand ser tifaqa faşîzma AKP-MHP’ê û Hizbulkontra, diyar kir ku ew bi guman in ku di dema pêş de gelek Hizbulkontra di zindanan de bên bicihkirin û li dijî girtiyên siyasî bikin dewrê.

Dêrsim got: “Eger pêşengî, rêxistinbûn û têkoşînek li ser bingeheke rast were pêşxistin, wê ev pêvajoya zext û hovîtiya li zindanan bi dawî bibe.”

Endamê Komîteya Girtîgehan Pîro Dersîm di bernameyê de tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, belavkirina tecrîdê li ser civak û zindanan, rewşa dawî ya zindanan, îhtîmala êrîşa avahiya paramîlîter ên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê li ser zindanan û li hember vê çi divê bê kirin nirxandin kir.

Dêrsim, diyar kir ku ew 25’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê li pey xwe dihêlin û got: “Li dijî komployê em dikevin serdemeke nû ya berxwedan û têkoşînê. Li dijî komployê pêşî li zindanan bi çalakiya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” hatin lidar xistin. Hevrêyên me yên di zindanan de pêşî li êrîşa li ser Rêbertî hîs kirin, pêşî bertek nîşan dan û li dora Rêbertî xeleka agir geş kirin. Hesasiyeta hevrêyên me gav bi gav li tevahiya Kurdistanê, li her qadên ku gelê kurd li derve dijîn û li hemû dostên gelê kurd xwe nîşan da. Çalakiyeke mezin a civakî derket holê. Di vê wateyê de bi pêşengiya “Berxwedana Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” ku di 9’ê Cotmehê de dest pê kir de têkoşînek cidî derket holê. Berteka civakî ya ku pêş ket di serî de armancên komployê bi awayekî girîng pûç kir.

‘Dewleta tirk û hêzên navneteweyî tecrîda li ser Rêber Apo dijdînin’

Dêrsim, bi bîr xist ku Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan 25 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin û destnîşan kir ku Şerê Cihanê yê 3’yemîn bi komploya li dijî Rêber Gelê Kurd destpê kiriye. Dêrsim got: “Nexwestin Rêber Apo mudaxeleyî derve bike. Ji ber ku Şerê Cihanê yê 3’yemîn li Rojhilata Navîn diqewime. Erdnîgariya ku herî zêde şer lê qewimî Kurdistan bû. Lewma li vir jî Rêber Apo di her warî de di pozîsyona herî bi bandor de bû. Armanc dûrxistina Rêber Apo ji vê pêvajoyê bû. Ji ber ku hêzên navneteweyî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê erê kirin, nîşaneya vê yekê ye ku ew jî di nava vê de ne. Di vê wateyê de hewl dan ku fikrên Rêber Apo negihêje cihana derve. Rê li ber asta bandora Rêber Apo girtin. Ev yek aliyekî tecrîdê ye.

Tecrîd ne tenê ji aliyê dewleta tirk ve tê meşandin. Hêzên navneteweyî jî di nav de ne. Bi çav girtin û bêdengiyê, destekê didin vî sûcê li dijî mirovahiyê ku dewleta tirk dimeşîne. Bi helwesta xwe nîşan didin ku piştgiriyê didin polîtîkaya tecrîdê. Divê ev bê dîtin. Bi vê yekê ve girêdayî ye ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) piştî her serdana Îmraliyê daxuyanî nade û helwesta pêwîst nîşan nade. Parlementoya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û hwd. ku qaşo xwe mîna temîneta demokrasiyê dibînin, bi çavgirtin û bêdengbûnê destekê didin pergala îşkenceya Îmraliyê û tecrîda li ser Rêber Apo. Aliyek ya komplo û tecrîda ku piştî wê hate pêşxistin jî ev e. Yanî dewleta tirk û hêzên navneteweyî bi Şerê Cihanê yê 3’yemîn re xwestin Rojhilata Navîn weke ku dixwazin dîzayn bikin. Ji bo vê jî xwestin dengê Rêber Apo bibirin û bandora wî bişkînin. Di encamê de tecrîda Îmraliyê weke konsepteke hevpar derket holê. Ev aliyê wê ya yekem e.”

‘Hewldan tenê ji bo têkiliya Rêber Apo ji gel qutkirin e’

Dêrsim, anî ziman ku dewleta tirk ji mêj ve bi biryar e ku pirsgirêka kurd bi temamî biqedîne û qirkirina kurdan pêk bîne û wiha dewam kir, “Dixwest qirkirina kurdan pêk bîne û bikeve sedsaliya komarê. Ji bo vê jî her cure sûcên li dijî mirovahiyê şer dikirin, serî li her cure rêbazan didan û bi awayekî bêperwa êrîşî gerîla, gel û parçeyên din ên Kurdistanê dikirin. Di vî warî de ji bo ku planên xwe pêk bînin, xwestin Rêber Apo yê ku ev têkoşîn afirandiye û pêşengtî kiriye bêbandor bikin û têkiliya wî ya bi derve re qut bikin. Ev aliyê duyemîn a komplo û tecrîda mutleq e.

Yekane rêya ku dewleta tirk bi planên xwe yên tasfiyeyê (li gorî wan) bigihêje encamê, ew bû ku têkiliya Rêber Apo bi cihana derve re qut bike û rê li ber bandora gotinên wî yên li derve bigire. Me di pêvajoya Kobanê de mînaka vê ya zelal dît. Li ser banga Rêber Apo bi milyonan daketin qadan. Gel li dora Kobanê bûn yek. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin pûçkirin. Yanî rewşeke ku Rêbertiya me afirandiye bû. Ji ber ku dijmin ev yek baş dizanibû û analîz dikir, li ser Rêbertî tecrîda mutleq pêk anî. Ev aliyê sêyemîn a polîtîkaya tecrîdê ye.”

‘Dijmin dixwaze ku em tecrîdê asayî bibînin û bi tecrîdê re bê Rêbertî bijîn’

Dêrsim, diyar kir ku divê her kes têkoşîna xwe ya li dijî komployê bigihînin asteke berhemdar û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dijmin dixwaze ku em tecrîdê asayî bibînin û bi tecrîdê re bê Rêbertî bijîn. Yek ji sedemên ku tecrîd mutleq hatiye kirin jî ev e. Divê em milîtanên Rêber Apo, kadroyên ku heta mirinê bi wî ve girêdayî ne, bi rastî vê qebûl nekin. Divê em ji bo vê têbikoşin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Divê kes nebêje ‘şertên vê yekê nîn in.’ Berovajî, şert û mercên wan ji her demê zêdetir in.

Tevgera me demek berê pêngava “Dem Dema Azadiyê” dabû destpêkirin. Vê pêngavê civaka ku bandor lê kir bi awayekî girîng seferber kir. Vê gavê ji sala 2020’an vir ve di têkbirina gelek konseptên êrîşa dijmin de bandorek cidî kiriye. Divê em vê gavê bigihînin asteke bilind. Divê em li ser azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd çalakbûn û têkoşîneke civakî ya gelekî xurtir bimeşînin. Şerê gel ê Şoreşgerî jî vê yekê dixwaze.

Sempatîzan û welatparêzê têkoşîna me ya Şerê Gel ê Şoreşgerî; Pêwîst e her kesê demokrasiyê dixwaze li her qadê li dijî faşîzmê têbikoşe. Ji ber vê yekê, ger her kesê bi rûmet ku demokrasiyê dixwaze, çareseriya pirsgirêka kurd dixwaze, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwaze, di her qadê de li ber xwe bide, her zemîna ku di destê wî de ye bi kar bîne û derfetan bi kar bîne, bi hêsanî dikare faşîzmê têk bibe. Em dikarin hem azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û hem jî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd derxin holê.

Ez di wê baweriyê de me ku di salvegera Komploya 9’ê Cotmehê de pêvajoyeke têkoşînê ya ku wê ber bi asteke gelekî bilindtir ve biçe û li ser encamê bigire wê derkeve holê. Ez diyar dikim ku divê her kes li ser vê bingehê xwe lêpirsîn bike, kêmasiyên berê bibîne û di dema pêş de di asta pêşeng de beşdarî pêvajoyê bibe.”

‘Hîzbulkontra wê di heyama pêş de di zindanan de bê bicihkirin?’

Pîro Dêrsim, da zanîn ku dijmin her tim polîtîkayek wê ya li dijî zindanan hebûye û ev tişt got: “Polîtîkayên girtîgehê tu carî ji polîtîkayên derve ne serbixwe ne. Yanî dijminê ku li derve îmha û qirkirinê ferz dike, bi heman nêzîkatiyê berê xwe dide hundir. Ev êrîşa du alî her tim bi hev re pêk hat.

Li zindanan her cure êrîş hene. Li Girtîgeha Panosê îşkenceya “girêka berazê” ji raya giştî re hat aşkerekirin. Girtiyan 4 saetan bi awayekî hovane di bin çavdêriya midûrê girtîgehê de hatin girêdan. Di zindanên din de jî gelek rêbazên îşkenceyê yên cuda hene, lê “girêka berazan” tiştek nû ye. Dema ku peyva “girêka berazan” tê gotin, rasterast ji bo kurdan tê wateya Hizbulkontra. Tifaqa faşîzma AKP-MHP’ê û Hizbulkontra jî heye. Pirsa ‘Gelo di demên pêş de wê hizbulkontrayan di zindanan de bi cih bikin? Wê li dijî hevrêyên me bikar bînin?” tê bala mirovan. Ji ber ku dema hate gotin ‘girêka berazan’ tiştê destpêk ev yek hate bîra me. Her cure êrîşên fizîkî, îşkence, tacîzên devkî û pêkanînên li dijî rûmeta mirovahiyê li girtiyan di zindanan de tên ferzkirin.

Kêmasî di pêşxistina çalakiya civakî de ye. Di pêşxistina çalakiyên civakî ya demokratîk de kêmasiyek me heye. Ger ku em vê yekê baş bikin, wekî me got jixwe li qadên din berxwedan heye, ev pêkanînên li zindanan, bi taybet tecrîda li ser Rêber Apo û gelek pêkanînên din dikarin ji holê rabin. Ger li ser bingehek rast têkoşîn were pêşxistin, wê ev pêvajoya zext û hovîtiya li zindanan bi dawî bibe. Di vê wateyê de yên ku divê erka xwe bi cih bînin em in.

Beriya her tiştî divê hemû sazî û beşên demokratîk bên cem hev. Divê ev sazî û komên demokratîk tecrîda li ser Rêber Apo teqez qebûl nekin. Divê hemû sazî, rêxistin û kesayetên demokratîk ên li Tirkiyeyê bi rastî jî zemîna têkoşînê ya hevpar ava bikin û li hev kom bibin. Divê tecrîdê qebûl neke. Ya duyemîn, pratîkên ji bo zindanan divê teqez neyê pejirandin. Komên ku wê pêşengiya vê bikin di serî de saziyên demokratîk, rêveberiyên demokratîk in; Divê rewşenbîr, demokrat, hunermend û nivîskar hebin. Weke wijdanê civakê divê ev kom karibin vê têkoşînê bi rê ve bibin. Saziyên mafên mirovan, malbatên girtiyan, hin rewşenbîr, nivîskar û hwd. Hin hewldan û têkoşîna derdorên bi vî rengî hene. Lê gelek kêmasî hene. Ev hewldan pir parçe ne.”

‘Li dijî pêkanînên zîndanan û derve têkoşînek bi bandor dîvê’

Dêrsim, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tu ferqa zindan û derve nemaye û wiha domand: “Gel di bin zexteke mezin de ye. Tiştekî bi navê azadî nîne. Faşîzma ku destwerdana her aliyê jiyanê dike heye. ‘Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo derketin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xwestin, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd xwestin, li dijî hovîtiya di zindanan de derketin’ jî tê wateya têkbirina faşîzmê.

Em têdikoşin ku di nava jiyaneke demokratîk û azad de cih bigirin. Lewma divê her kes bi vê hişmendiyê tevlî têkoşînê bibe û tirs û fikaran derbas bike. Di vê xalê de berxwedanên pir bi heybet hene. Hevrê Mehmet Tûnç li Cizîrê pîvanên welatparêziyê bilind kir. Hevrê Şakir Tûran ku di zindanan de şehîdê dawî bû, asta welatparêziyê hîn zêdetir bilind kir. Ji ber vê yekê divê her welatparêz, her kes, her sempatîzan, her kurdekî birûmet, xwedî wijdan ku li dijî faşîzmê ye, dostên gelê kurd, hemû pêkhateyên demokratîk, bêyî tirs û fikaran di asteke aktîf de beşdarî vê pêvajoyê bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar