PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

Dêrsim, Şirnex û Colemêrg bi berfê xemilî

Li bajarên Dêrsim, Şirnex û Colemêrgê yên bakurê Kurdistanê ji duh ve berfeke zêde dibare. Ji ber berfa zêde rêya gelek gund û mezrayan bi navendên bajarê re qut bû

Bi destpêkirina demsala zivistanê re gelemperiya Kurdistanê jî baran û berfê dest pê kir. Di vê çarçoveyê de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê berf bariya. Li Dêrsim, Colemêrg û Şirnexê ji ber barîna berfê rêyên bi sedan gund û mezrayan hatin girtin.

DÊRSIM

Yek ji van bajarên ku di demên dawî de berfeke zêde lê bariya jî Dêrsim e. Ji şevê din ve li Dêrsimê berfeke zêde dibare. Barîna berfê hê jî didome. Ji ber berfa zêde heta niha rêya 161 gundan hate girtin.

Hat zanîn ku komên Rêya Bejahiyê û Îdareya Bajêr a Taybet ji bo vekirina rêyan dixebitin.

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî ji duh ve hem li navenda bajar û hem jî li navçeyên Elkê û Qilebanê berfekê zêde dibare. Ji ber berfa zêde li Elkê rêya 16 gund û 4 mezrayan û li Qilebanê jî rêya gundekî hate girtin.

Hat zanîn ku ji ber berfê gelek rêwiyên li ser rêya Şirnex û Qilebanê bûn, asê mane.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê jî ev du roj in hem li navenda bajar û hem jî li gund û navçeyên wê berf dibare. Bi berfa zêde re rêya gelek gund û mezrayan hate girtin û têkiliya wan a bi navenda bajar re qut bû.

Li hêla din, li navendên navborî wesayîtên ku ji berfê tehisîn ji rê derketin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar