Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dêrsim: Wekî rojeva yekane, divê em azadiya Rêber Apo bidin ber xwe

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dêrsim got “Heta pêkanîna azadiya Rêbertî em dev ji çalakiyên xwe bernedin. Divê em azadiya Rêbertî bikin rojeva xwe.”

Endamê Koordînasyona Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) Ayten Dêrsim tecrîda Îmraliyê, têkoşîna jinan û Berxwedana 14’ê Tîrmehê nirxand.

Tecrîda giran a li hembeî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salên dawîn de veguheriye tecrîdeke giran û teqez.  Di çarçoveya geşedanên dawîn de hûn dixwazin çi bibêjin?

Destpêkê ez Rêbertî silav dikim. Wekî ku we behs kir, dîlbûna Rêbertî heta îroj domiyaye, her dem tecrîdek hate pêkanîn û ev gelekî sîstematîk bû. Bêguman ev ne rewşek e ku ji hêla dewleta tirk ve bi tena serê xwe hatiye kirin. Rêbertî jî diyar kir ku pergala Îmraliyê pergalek navdewletî ye û qadeke taybet e. Komploya navneteweyî bi awayên cuda berdewam dike. 25-28 mehên dawîn e ku em ji Rêbertiya xwe tu agahiyan nastînin. Parêzer nikarine biçin hevdîtinê, ne jî hevdîtina bi telefonê pêk hatiye. Jixwe axaftina bi telefonê qet pêk nehat, ji bo carekê çend saniye û deqîqeyan domiya. Ev ji bo me hinceteke têkoşînê û şer e. Divê teqez azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me pêk were.

Erê, wekî tevger, em her gav di têkoşînekê de ne. Kampanya û tevgerên ku ji bo serokatiya me hatine destpêkirin bi berfirehî hatine domandin û tên domandin. Lê em bi faşîzmeke wisa re rû bi rû dimînin ku di hiqûqa wan de jî cihê vî tiştî tune. Ne di qanûnên Tirkiyeyê de û ne jî di qanûnên navneteweyî de cihê vî tiştî heye. Di demên dawîn de 6 mehan carekê qedexeyan dikin. Ne di hiqûqê de û ne jî di mantiqê de cihê vî tiştî tune. Ev hemû nêzikatiyên siyasî ne, hemû jî nêzikatiyên taybet e. Di destpêkê de armanca vê komployê ev bû, Rêbertiya me ji tevgerê qut bike, tasfiye bike, bêbandor bike û bide bêdengkirin. Heta niha bi gelek metodan ev şerê taybet domandin. Herî dawîn dema ku faşîzma AKP û MHP’ê li ser desthilatdariyê ma, ev xist rojeva xwe ya taybet. Beriya hilbijartinê û piştî wê jî li ser Rêbertiya me polîtîka kirin. Ev şerekî taybet bû. Xwestin hişê gel tevlihev bikin, partiyan bêbandor bikin. Li hemberî van tiştan daxuyanî hatin dayîn, nirxandin hatin kirin, ev hemû lîstik in.

Rêbertiya me her dem têkoşîna vî tiştî meşand. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, ev gel di pergala demokratîk de cih bigre û hemû gel karibin bi nasnameya xwe bi zimanê xwe bijîn. Ev jî demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Heta nuha, ev têkoşîn her gav domiya, bi şexsê Rêbertiya me de û bi ked û hewldana Rêbertiya me. A niha ewlekarî û tendirustiya Rêbertî me dixe nav teredutê. Divê em çi bikin, tevger her dem nîqaş dike û divê em îro jî têkevin nav hewldanan. Kesek radibe dibêje tecrîd heye lê ew tê girtin. Desthilatdariyê ji xwe re komeke çapemeniyê ava kiriye. Ew hemûyan bêdeng dike û vî tiştî li ser civakê ferz dike. Ji ber vê Rêbertiya me bal kişand ser vî tiştî û me jî xwest em têkoşîna xwe bilind bikin.

Tecrîdê niha li seranserê Kurdistanê dorpêç kiriye, dora civakan girtiye. Ji ber ku Rêbertiya me, ne bi tenê Rêbertiya gelê Kurd e. Ev tişt ji zû ve derbas kiriye. Him parêznameyên Rêbertiya me, him jî perspektîfa jiyana azad a gelan a li ser esasê demokratîk, konfederal û him jî asta têkoşîna me, ev tişt îspat kiriye. Ne bi tenê motîfeke tenê bi Kurd. Bê guman me pêşengtî kir, me milîtaniya vî tiştî kir, bi paradîgmaya vî tiştî me ev tişt anî nav civakê û ev tişt bû gerdûnî. Rêbertiya me ev tişt pêk anî. Rêbertiya me ev tişt got, parêznameyên min li ku be, ez jî li wir im. Bi rastî jî wisa çêbû. Parêznameyên Rêbertiya me li Kurdistanê ye, li Rojhilata Navîn e. Îro gelên Ereb vî tiştî dixwîne, konferansan dikin. Îro li Ewropayê gelên cihê bêyî cudahî Rêbertiya me dixwîne û îlhameke mezin distînin. Ji ber ku Rêbertiya me, tespîta vî tiştî kir. Pêwîstiya gelan pergala demokratîk e û di nav pergala demokratîk de gel karibin bi azadî bijîn. Bêyî ku kesên jêr û jor hebin, kesên hejar û dewlemend hebin, kesên serdest û bindest hebin, perspektîfekê datîne ku civakek karibe bi hev re bijîn. Ev tişt ne utopîk e. Di demên borî de, ev gel bi hev re jiyane lê pergala serweriyê ev tişt parçe kiriye û xwe li vir ava kiriye.

Di vê wateyê de, em çi bikin? Divê em azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe bidin ber xwe, hemû Kurdên li parçeyên din, yanî kesên parêznameyên Rêbertiya me dixwînin û kesên alîgirên azadiyê ne, divê rabin ser pêyan. Divê em bibînin ku ev têkoşîn qels e û asta vê têkoşînê bilindtir bikin. Di serî de jin. Ew zincîrên koletiyê, ew kesayetiyên hatine pelçiqandin. Ev hemû hatin parçekirin lê ji holê ranebû. Ev hincetên me yên têkoşînê ne. Li hemberî zayendiya civakî divê em jin di nav têkoşînekê de bin. Divê em bêtir bêyî fikar bin, bêyî hesab bin, bêtir azadîxwaz bin û bêtir em karibin sînoran nas nekin… Ji ber ku em bi Rêbertî me hebûna xwe dît. Rêbertî bîr da jinên Kurd, wî pênase kir ku jin divê xweser be, jin mirov e û di civakê de heye û wekî neteweya bindest pênase kir. Di vî warî de divê em radîkal bin.

Bê guman, ciwanên rêxistinkirî hene. Ciwan awayê herî radîkal ên civakê ne. Dewlet ciwanan tune dikin. Heke di civakekê de ciwan tunebe, siberoja wê civakê çi ye? Ji zanîngehan bigire heta qadên din ên dibistanê û di qadên pîşeyî de, vê dewletê tiştek neda ciwanan. Di çapemeniyê de jî ev tişt bi zelalî derdikeve holê.

We pêngava Dem Dema Azadiyê da destpêkirin û li dijî tecrîdê têkoşîn zêde bûye. Hûn têkoşînan têra şikandina tecrîdê dibînin?

Erê, ew jî têkoşînek e. Têkoşîna me, ne bi tenê wekî çalakiyekê. Mînak parêzname û ramanên Rêbertî bi awayekî berfireh divê li nava civakê belav bibe. Divê ev ne bi tenê ji bo serdemekê be. Em dibêjin pêngav. Pêngav demdirêj e. Kampanya ji bo serdemekê ye. Dem Dema Azadiyê pêngavek e, yanî bi salan hatiye destpêkirin, divê veguhere encamekê. Divê em vê xebata îdeolojîk û rêxistinî derxînin deh katî wê. Ev fedakariyê dixwaze, ev kedeke mezin dixwaze. Rêxistinbûneke mezin dixwaze. Divê em wisa nêz nebin, em rûnên û xwe rêxistin bikin. Na, ji biçûkan heta mezinan, divê têkoşîn were geşkirin. Bi hezaran enternasyonalîst hene ku xwe gihandine fikrên Rêbertî. Li hemû welatan ev hene. Nexwe rol û mîsyoneke vî tiştî heye. Divê civak were rêxistin kirin û mirov karibe civakê têxe nav çalakiyan.

Parêzer jî hene. Hemû jî vê dibêjin. Dibêjin tecrîd ne mirovî ye, êşkence ye. Wê demê erka parêzeran çi ye? Yek, bi hezaran parêzer ji bo parêzertiya Rêbertiya me bikin, serlêdanê dikin. Bi hezaran wê werin Tirkiyeyê, werin Başûr û Kurdistanê. Ev dibe bibe deh, bîst û sî. Li her derê her kes dikare hinek peywir û berpirsyariyan bi cih bîne.

Bi hezaran nivîskar hene; Bi awayekî cidî ji ramanên Rêberê me îlham digirin. Dibêjin tişta ku em xeyal dikin û ya ku em difikirin êdî ne teoriyek e, di şexsê Rêbertî de pêk tê. Wê demê ev tê wê wateyê ev tişt pêk tê. Ji ber ku Rêbertî ji tunebûnê ava nekir. Hebû, wî derxist holê. Ji ber vê Rêbertiya me dibêje em dîrokê ji nû ve nanivîsin, em dîroka nehatiye nivîsandin derdixin holê û divê ew dîrok zindî bibe. Ew dîroka gelan, jinan û ciwanan e. Li ser vî esasî divê Dem Dema Azadiyê were nûkirin. Sermesel çalakiyên rûniştina giştî. Heta ku bi Rêbertiya me hevdîtin pêk bê, divê em çalakiyên xwe bidomînin. Ev qasî saziyên navneteweyî hene. Her yek ji wan roleke wan heye. Ji NY heta CPT û Yekîtiya Ewropayê. Divê em çalakiyên li ser vî esasî bikin. Çalakiyên girseyî van wekî van tiştan. Divê em bikin çalakiyên ku encam were stendin. Divê em wekî tekane rojev, azadiya Rêbertiya xwe deynin holê. Ev helwesteke jiyanê ye, ev awayekî tevlîbûnê ye. Ev biryardariyek e. Têkoşîna me ya pêncî salî ev tişt îspat kiriye. Divê em tevger, gel û bi taybetî jin bi berpirsyarî nêz bibin, bawerî bi serkeftina vî tiştî bînin û wisa gavan biavêjin.

Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ji bo Tevgera jinê tê çi wateyê?

Qad, erdnîgarî, malbat, jîngeh û şert û mercên ku kes tê de dijîn wan diafirîne. Lê kêliyên wiha dîrokî qedera hemû civakê diyar dike. Di vî warî de pêwîst e mirov biçe wê pêvajoyê. Ji ber ku dîrok zindî ye. Dîrok tê jiyîn û naqede. Civakîbûn bi dîrokê re heye. Di vî warî de em her tim hebûn. Lê van kêlî û dîrokên me dîsa bi wê dîroka binaxkirî, civakîbûnê re anîn cem hev. Ev şiyarbûn e, ev bûyîn e. Yanî felsefe, îdeolojiya Rêbertî û fikra azadiyê ya ku Rêbertî tîne civakê, ev e.

Dîroka pêşketina tevgera me 1974 e. Yanî hîn qonaxeke komê heye, hê serdema nîqaşê heye, tê gotin ka Kurd hene yan na, Kurdistan heye yan na… Mezinbûna komê û li ser platformên cihê nîqaşa wê tê kirin. Li wir Rêbertiya me got Kurdistan mêtingeh e, li wir bertekeke mezin çêdibe û nexwe li wir êdî tê guhdarî kirin. Berteka tiştekî cihê ye, refleks cihê dibe. Nexwe heke hebe, divê têkoşîna wê were dayîn. Tu nikarî tişta heyî înkar bikî, heke tu înkar bikî jî Kurd hene, berê jî hebûn. Yanî ne rewşeke nû ye. Lê bi komkujiyan re ew hebûn hat biçûkkirin, nekarî wê tasfiye bike, hat asîmîlekirin û bêdengkirin. Felsefeya Rêbertiyê û felsefeya PKK’ê ev yek derxistiye holê.

Salên 80’yî, 12’ê Îlonê û beriya wê pêvajoyên şer ên wisa ne ku, mirov nikare bi serdemeke din re bidin ber hev. Hemû tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê, sosyalîst û kesên pêşverû da ber xwe. Ji ber ku kevneşopiya Tirkiyeyê dibêje, heke komunîzm ji vî welatî re lazim be ez ê bînim. Ger sosyalîzm lazim be, dibêje ez ê bînim. Ji aliyê dewletê ve, bi desthilatdariyê re, bi bêdengkirina civakê re, bi xapandin, stendina dengan… Îro jî arguman hene û bi kar tînin, qala demokrasiyê dikin, qala wekheviyê dikin, qala hebûna civakê dikin. Ev argumanên derew in ku dewletê aniye nav vê civakê. Bi gotineke din, têgihiştinê diafirîne û piştre lê tîne. Tevahiya beriya salên 80’î, yanî seferberiya ku hemû tevgerên şoreşgerî têk bibe… Ji ber vê jî pêvajoyeke tarî ye. Dewlet hewl dide hemû tevgerên şoreşgerî bifetisîne, tine bike, bigire, tasfiye bike. Ev ê çawa bêhêvîtiyê di nav gel de çêbike? Bi girtina pêşengan. Dibêje binihêre van tiştên ku we ew qas hêvî li ser wan hiştiye, hûn xwe dispêrin wan, ku hûn ewqas îdîa dikin, hemû teslîm bûne. Helbet ev li dijî tevgera me ye jî… Ji ber ku tevgera me cuda ye. Ev ne li ser esasê înkara tevgerên din e. Rêbertî rastiya civakî baş fêm dike, Rojhilata Navîn baş fêm dike, li ser wê stratejiya şoreşê dike. Ev hemû ferq in. Em ne tevgereke pêşnûmayî ne. Me hemû şoreşên dinyayê lêkolîn kirine, ji erdnîgariyê bigire heta rastiya wan a civakî gelekî cihê ye. Dema mirov tê Kurdistanê û Rojhilata Navîn gelekî cihê ye. Tu yê wê cihêtiyê bide ber çavan û stratejiya xwe pêk bînî.. Di vê wateyê de wê demê li Tirkiye û Kurdistanê tevgerên şoreşgerî yên cidî hebûn, heval di qonaxa yekemîn a komê de jî diçûn Kurdistanê, li bajaran diciviyan, diçûn serdana malbatan û bi ciwanan re têkilî danîbûn; ew cudahiyê dibînin. Hûn cuda ne, ew dibêjin. Vî tiştî cudabûn nîşan da.

Şoreşgeriya li cem me, rabirdûya wê ya 50 salî heye, li vir ji ber ku şoreşger hene. Me gelek pir hilweşand. Pir çi ne? Feodalîzm e, paşverûtiyê ye, parastina malbatê ye, jiyana modernîteya kapîtalîst e. Me biryara azadiyê da. Ev jî taybetiya şoreşgeran e. Bi azadî dijî û ji bo wê azadiyê evîna berdêldana wê dijî. Tişta ku heval Kemal dibêje ne tiştekî ji rêzê ye. Dibêje ‘Bi qasî ku em di oxira wê de bimirin, em ji jiyanê hez dikin.’ PKK ferqeke wisa diafirîne. Rêbertî her dem dibêje ‘Kemal ruhê min e, bêyî ku ez bibêjim ew dizane mesele çi ye.’ Ruhê Apoyî ev e. Fêmkirina Rêbertî ev e. Ferq dike ku dijmin dixwaze çi bike. Ji ber ku hemû ne kadro bûn. Bi sedan kadro, lê bi hezarê wan sempatîzan û dost in. Silav dane, hate mala te, nanek daye te. Ev sempatîzan e, welatparêz e û rêzê nîşan dide.

Êşkenceyek gelek cidî ye. Helbet kesên ku rasterast şahidê vê yekê hene, wê qalê bikin. Her yek ji me bi van tiştan jiya, em bi jiyîna bi van re bûn şoreşger. Di wî warî de mîlîtanên Apoyî vê ferz dikin; dibêje ku ji bo qetandina vê cihê tarî divê hinek tişt werin kirin. Yanî divê tu hêviyê bidî vê civakê. Divê tu zanebûna serkeftina bi berxwedanê bidî vê civakê. Ji ber ku tişta li vir tê xwestin were kirin; li girtîgehan tunekirina şoreşê û şoreşgeran e. Dîrokeke wê heye; min Kurd kuştin, li Araratê binax kir, li ser beton rijand û baweriya ku wê vê yekê careke din bike heye. Lewma jî her cure rêbaz û amûrên êşkenceyê ku li cîhanê nehatine pêkanîn, pêk anîn. Lê bi ser neketin. Ji ber ku Apoyî di hundir de ne. Yê ku ku çalakiya destpêkê deynî, Heval Mazlûm bû. Yanî dibêje, divê yek ji me tiştekî bike. Divê ev gel vê yekê bibîne. Piştre çalakiya Çaran heye. Çalakî ewqas zirav tê fikirîn ku bigihije serkeftinê. Ev evîna jiyana azad e. Ji xwe jiyana bingehîn a şoreşgeriyê ev e, exlqaê wê ev e. Fikira wê ev e. Heval ferq dikin; dibêjin, “agir bi avê nayê vemirandin, agir tê geşkirin”. Evane gotinên gelekî kûr in. Evane ne xisûsên wisa ne ku werin gotin û bên derbaskirin. Piştî wê greva birçîbûnê ya Kemal û Hayriyan heye. Şahidên wê demê, wê baştir qalê bikin. Yanî me xwe gihand wan. “Êdî ne pêkan e ku ti kes ji vir derkeve. Em ketin hundir, lê bi saxî derketin ne pêkan e û li vir her kes wê were tunekirin. Wê demê divê hesabê vê faşîzmê were pirsîn, koka wê were kolan. Li dijî vê yekê divê hin tişt werin kirin.”

Ev yek di dadgehê de bi serbilindî û rûmetek mezin, bi îdîaya serkeftina mezin tê ragihandin. “Em weke PKK’iyan li dijî van êşkenceyên tên kirin, polîtîkayên tunekirinê, hewldanên kolandina kokê û înkarê, bedenên xwe dirazînin mirinê.” Ruhê 14’ê Tîrmehê PKK, ruhê PKK’ê, îdeolojiya wê û kevneşopiya wê ya berxwedanê diyar kir. Erê, ruhek hebû. Lê ev yekser hate zindîkirin. Yanî eger ruhek were zindîkirin, wê encam bigire. Mirovek bedena xwe dirazîne mirinê, lê ev mirin ne mirina ku em pê dizanin e. Weke ku di civakê de mirov xwe berde û teslîm bibe ye. Na, di mirinê de afirandina jiyanê ye. Gotina Heval Kemal Pîr heye. Bi 5-6 kesan destpê dikin. Ev 5-6 her ku diçe dibe 10, 15 û belav dibe, li hemû girtîgehê belav dibe. Ji ber ku her kes Heval Kemal Pîr nas dike, Hayrî Dûrmûş nas dike, Mazlûm û hevalên din Akîf Yilmaz, Alî Çîçek nas dikin… Yek ji wan di çalakiyê de aktîf e, yek pir rêxistinkar e, yek pir bi biryar e, yek pir bi moral e û bi coş e. Ev çi îfade dike? Serkeftinê îfade dike. Dibêjin, hîna di destpêkê de em bi ser ketin. Me bi şeşan destpê kir, bû 10, bû 20 û bû 100’an. Aha serkeftin ev e. Teqez şoreş û şoreşger wê bi ser kevin. Ti kes nikare şoreş û şoreşgeran têk bibe. Ev felsefeyek e. Ev îdîayek e, ev biryareke jiyanê ye. Qet derfet tune ne, bedenek tazî lê fikrekî azadî.

Mesele heval Sara (Sakîne Cansiz) jî wê demê li girtîgehê ye. Ev girtîgeh jî girtîgeha Amedê ye. Niha girtgîgeha Amedê dîrokek nivîsand. Ev dîrok îro tê jiyîn. Lewma ruhê 14’ê Tîrmehê ruhê fedakariyê ye. Ruhê 14’ê Tîrmehê ruhekî serkeftinê ye. Ruhê 14’ê Tîrmehê ev yek îspat kir; Apoyî li her derê ne, di her şert û merc û zoriyê de dikarin bi ser bikevin.

Gelo em dikarin bibêjin ku bi 14’ê Tîrmehê re ruhekî berxwedanê dest pê kir û ev ruhê berxwedanê weke mîrateyek hatiye dewrstendin û heta îroj hatiye?

Erê. Ji ber vê yekê felsefe ye. Felsefe çi ye? Yanî tu wateyê li jiyanê zêde dike û dijî. Tu çi wateyê didî wî tiştî? Azadî… Tu çi dixe wê felsefeyê? Tu jiyana azad a gelan dixiyê, jiyana xwe li gorî wê pêk tînî. Niha heke sîstemek hebe ku dixwaze we tune bike, bawerî û hişmendiya we heye ku hûn wê sîstemê hilweşînin. Mînak di girtîgehê de parêznameyên hevalan hene û em îro jî dixwînin. Wê demê çi tespît kirin, wê demê çi anîn ziman, wê demê li dijî faşîzmê çi qîriyan… Dibêje hûn nikarin me bidarizînînin. Dema bangî kesên din dike, dibêje tu lê dema bangî hevalan dike dibêje hûn. Dijmin jî hurmetê nîşanî te dide û ev jî tarza te ya jiyanê ye. Helwesta te ya li hemberî dijmin e. Dijmin bi xwe jî hurmetê nîşanî te dide. Di wî warî de berxwedana 14’ê Tîrmehê û ya heval Sara heye. Sara jî di pirtûka xwe de dibêje; ‘Me ferq kir ku tiştek diqewime. Di şehadeta Heval Mazlûm û şehadeta Çar şoreşgeran de…’ Yanî li girtîgehê bêdengî heye, di girtîgehê de fikir heye, di girtîgehê de rewşek heye. Divê em vê zû fêr bibin. Dema ku diçin dadgehê, di navberê de dipirsin. Û rojiya mirinê… Di encama têkoşîna wan a giran de Heval Sara tê û dibêje: ‘Hevalên min rojiya mirinê dan destpêkirin; divê em wek kesên biryar dane, vî tiştî bidin destpêkirin.’ Heval Sara pêşengtiyê ji vî tiştî re dike. Vî ruhî peyrewên xwe afirand. Tişta ku PKK’ê dike PKK ev jiyana fikrî ye. Nameyên ku heval Kemal, Hayrî, Akîf û Alî ji tevger, gel û malbatê re hiştine hene. Ji ber vê yekê pênaseyên bîrdozî yên pir giran hene. Analîzek pir kûr e. Mînak Mehmet Hayrî Dûrmûş bijîşk e, xwendiye. Malbata wî dibêje ku bijîşktî bêtir sûdê dide civakê jî. Di asta kevneşopiyê de vê yekê îfade dike. Ew dibêje ‘Na’ ew dibêje. “Eger ez bijîşk bûma min ê derman bide çend kesan lê heke ez şoreşger bim ez ê ji civakê re bibim derman.’ Ji ber ku şoreşger bi fikir û tevgera xwe heye. Û her ku ew fikir pêş dikeve, civak hişyar dibe. Di civakê de hişmendî heye. Û ev yek vediguhere serhildaneke organîze ya li dijî dewletê û pergala kolonyal. Ji ber vê em dibêjin hûn nikarin me tine bikin. Dibe ku hûn dikarin êşkenceyê li me bikin. Hûn dikarin me înkar bikin, lê hûn nikarin vê tevgerê, vê têkoşînê bêdeng bikin. Ji ber ku vê têkoşînê êdî tovê xwe çandiye û vî tovî kokeke mezin bera nav axê daye.

Mesela dara çinarê pir bi kok e, rehên wê hene, ne wisa? Darên bi vî rengî hene. Ji ber vê yekê niha damarên wê hemû erd girtine. Ne mimkûn e ku wê ji holê rakin. Ji ber vê yekê ew riya xwe dibîne. Li Amedê berxwedana zindanan raya giştî ya mezin afirand. Mînak nameyên ku li wir nivîsandine hene. Mînak nameya heval Mazlûm ji Rêbertî re şandiye heye. Dibêje, me dest pê kir, êdî divê rêxistin jî dest pê bike. Ji ber ku li derve jî gel heye, vê berxwedanê ji bo rêxistinê xwe esas digire, lê bêyî ku lez bike û li demeke dirêj belav bike… Ji ber ku baweriya gel a bi şoreşê wê bişikê.

Rêbertiya me bi pêşbîniya hatina 12’ê Îlonê derket derveyî welat da ku tevgerê bi hêztir bike. Li vir bi hezaran xebatkarên Akademiya Mahsum Korkmaz perwerde kir û şandin Kurdistanê. Rêbertî dibêje ‘Ev ji bo me talîmatek bû, me dikaribû zûtir li gorî van talîmatan tevbigerin. Rêbertî hem di parêznameyên xwe de hem jî di analîza xwe de xwe rexne dike. Li vir ew neviyên giyanê yên ku hatine çandin, yên ku gihîştine wê jiyanê ne. Li vir di şexsê heval Sara de berxwedaneke pir cidî ya jinê di zindanê de heye. Li hemberî faşîzma êşkencekar a Esat Oktay Yildiran helwesteke jinê heye.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê tevî xwe bi hezaran berxwedêr jî afirand. Bi rastî jî çanda fedakariyê bi xwe re anî. Di vê wateyê de bi taybetî di Têkoşîna Azadiya Jinê de çi ruh, fedekariya jinê, helwesta jinê ya çawa afirand?

Tevgera jinê jî bi felsefeya PKK’ê ava bû. Ji ber vê yekê Rêbertî got, ‘Cewhera PKK’ê cewhera jinê ye. PKK bi xwe jî partiya jinan e.’ Vê çandê li girtîgehan bandor li ser hemû girtiyên jin kir, li dora wê kom bû û têkoşîn ragihand derve. Di beriya salên 1980’î de bi çend kesan re berxwedan dest pê dike û hejmar zêde dibe. Bi demê re tevlêbûna nav PKK’ê zêde dibe. Civak rizgarbûna xwe di vê de dibîne. Cewhera vê kevneşopiyê çi ye? Fedaîbûn her dem pêk nayê. Rêbertî bi kûrahî pênase dike. Rêbertî dibêje yek ji taybetiya fedaîbûnê ev e ku di demê de bibe bersiv. Di 14’ê Tîrmehê de li ciha ku dixwestin tune bikin, hebûnek çêbû. Heval Zîlan heye. Çalakiya heval Zîlan tê çi wateyê? Li hemberî Rêbertiya me komployeke navneteweyî heye, divê em bibin bersiv. Ew kêlî ye. Gerîla jî her dem bi çalakiyan dike lê aliyê taktîkî, encamgir û afirîner de karibe derbên giran li dijmin bide. Ji ber vê Rêbertî dibêje, kesek neçû û xwe neteqand. Em bifikirin, 4 an jî 6 rojan heval Zîlan bi bombeyan re radizzê. Ev helwest e. Hedefê ji xwe re diçe armanc, çi hewce dike vî tiştî bi ser bixîne. Ji ber vê em dibêjin felsefeya PKK’ê tê wateya tiştên dijwar derbas bike. Milîtanên PKK’ê ev tişt bi ser xistin. Em dibêjin PKK ji tunebûnê çênebû lê tiştek jî tunebû. Rêbertî her tim ev afirandiye. Dema behsa PKK’ê dike vê yekê tîne ziman. Ji ber vê yekê tu derfetên wisa ji me re nehatin pêşkêşkirin. Zêde alav tunebûn. Fikirek, biryarek, îdîayek hebû. Ger tiştek hebe, ew pêk tê. Nabêjin, ‘Em pêşî fikrê biafirînin, paşê em biçib ba gel.’ PKK bi vî rengî mezin nebû. Dema ku fikrek derket holê PKK’ê ev yek hilgirt. PKK ji dema avabûna xwe ve tevgereke gel e.

Bi çalakiya Heval Zîlan hem di nava civakê de hem jî di nava gerîla de bi hezaran jinan navê Zîlan li xwe kirin û ji wê çalakiyê ruh girtin. Nexwe tê bi ser xistin.

Me mirin analîz kir

Li pişt wê hevrê Sema ye… Wê demê di zindanê de çi hatibû ferzkirin? Rêberên derewîn, têgihîştina derewîn a jiyanê. Di wê demê û îro de dijmin di zindanê de dixwest çi bike? “Jiyana xwe bijîn, em derfetan didin we.” Dixwestin ji ruhê şoreşê, ji armanca şoreşê qutbikin. Ji ber vê jî tê gotin îsleh. Bi gotineke din, ji bo ku hûn ji armanca xwe, îdeolojiya xwe, armanca xwe, jiyana xwe dûr bikevin, bike bin xizmeta xwe. Nameyên Hevrê Sema ji Rêbertî, tevgera jinan û tevahiya raya giştî ya cîhanê re mane. Ji ber vê yekê em dibêjin, ev mirinên ne asayî ne. Balê xwe bidin, em wê wekî mirinê nagirin dest. Yek jiyan, yek wate… Her kes ji mirinê ditirse, ne wisa? Lê me mirin analîz kir. Me bi rastî ew çareser kir. Ji ber vê yekê em ji mirinê natirsin. Ji ber ku em ketine zanabûna wê. Yanî tinekirina wê ya fizîkî nayê wateya tinekirina vê dozê; Rastiya civakbûn û gelbûyîn heye. Dema çalakiya xwe lidar xist got, “Ji 8’ê Adarê heta Newrozê ez ê bibim pirek.” Bi rastî bû pirek. Ji ber vê yekê seknê zindan hejand. Got, “Ez dixwazim bi berxwedanê bersiv bidim vê.” Biryardariyek danî holê û diyar kir ku divê meylên bi vî rengî bi ser nekevin. Wê demê di hundir de tasfiyekirin dihate ferzkirin, rêberên sexte hebûn. Ji ber vê yekê Hevrê Sema dibêje “Du roj, du çavkaniya me yê îlhamê nabe.” Tiştek ku li holê nebe û bê ferzkirin, encam nagire. Encax sextekarî derkeve. Cewherek heye û sextekariya ku wê teqlîd dike jî heye. Di wê wateyê de, ew kevneşopî, ew jiyan, ew felsefe hertimî xwe dewir dike. Lê şêwaza çalakiyê ya her serdemê cûda dibe. Rêbertî jî dibêje, ‘ne ku ez li ser nefikirîm, lê teqlîdkirina tiştekî nayê wê wateya gihîştina wê, ne girêdana bi wê ye.’ Binêrin, ji ber vê yekê hemû çalakiyên fedaî rêbazê wan ji hev cuda ne. Ne di şêwazeke hev teqlîtkirinê de ye. Hemû wan cîh, dem, derdor û awayên tevgerê yên cûda hene. Ev pir girîng e. Yanî şoreşgerbûn, Apo’yîbûn jî xwedî taybetmendiyeke wiha ye. Piştî dîlgirtina wî divê girêdan xurtir bibe. Agirê li dora Rêbertî wê venemire, ronahî wê venemire, dê her tim Apoyî hebe, milîtanên vê tevgerê her tim hebin.

Heta ku azadiya fizîkî ya Rêbertiya me pêk were, heta ku em vê pêk bînin ev têkoşîn wê bidome. Rengên çalakiyê wê werin dewlemendkirin. Di rastiya Rojava de hevrê Arîn Mîrkan derket. Lê bi sedan fedaiyan xwe di Şoreşa Rojava de îsbat kirin. Rojava berhema kîjan fikir û felsefeyê ye? Ruhê 14’ê Tîrmehê ye. Ev îfadeya civakbûyînê ya felsefeya azadiyê ya Rêbertî ye. Çima ewqas jin li eniyên pêş ji bo parastina welatê xwe li dijî DAÎŞ’ê, bi israr û biryardariyeke herî mezin li ber xwe da? Ev xwefedakirin e. Xwefedakirin ne tenê çûyîn û çalakî kirine. Fedaîbûn, rêbaza pratîkkirina wê ya li nava jiyanê, îfadekirina wê ya herî şênber e. Li çiyê jî wisa ye. Îro li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevpeyivînên şexsî yên hevrêyên me hene; Di televîzyonan de, di çapemeniyê de tê weşandin. Ruhê Kemalan e, ruhê Zîlanan e, ruhê Sarayan e, ruhê Semayan e.

Îro li çiyayên azad li dijî faşîzmê berxwedaneke bêhempa heye. Yên li ber xwe didin Zîlan û Xeyrî nas nekirin, lê bi vî ruhê berxwedanê şer dikin. Ev çi cure girêdaneke ruhî ye?

Ev girêdaneke îdeolojîk e. Yanî ramanî ye, ruhî ye, armance û jiyanî ye. Armanca milîtanên Apoyî, milîtanên jin çi ne? Bi aqilê jinê avakirina civakîbûnê ye. Aqilê nêr bi hezaran salan hatiye avakirin; di encama dawî de jî şerekî barbarî ye. Weke ku hûn jî dibêjin, teknîkeke bê exlaq û faşîzmeke ku mirovan tine dike heye. Ev aqilê mêr ev bû û hîn jî wisa ye. Lê ya ku wê ji holê radike aqilê jinê ye û civakbûnê ava dike. Em li ser esasê ku civakîbûn xera nebe têdikoşin. Bîranîna hevrêyên şehîd bûne, bi rastî jiyanî kirine. Jiyîn a wateyeke rast dayîna wê ye. Mînak şehadeta hevrê Leyla Sorxwîn… 30 salên xwe li gelek qadên şer ên Kurdistanê derbas kir, bi cewher, dilsozî, exlaq, çand, hevrêtî û coşiya xwe… Mîna ku Rêbertî dibêje, ‘min ruhê xwe yê zarokatiyê winda nekir’; bi rastî jî hevrê Leyla her tim bi coşe, di tiştekî herî biçûk de moraleke mezin distîne, keyfxweş dibe û her tim li ser esasê serkeftinê ye… Qet teredût nekir. Vaye gerîlayên ciwan ên YJA-STAR’ê yên bi pêşengiya Leylayan hatin xurtkirin. Şervanên ku hevrê Gulçiya wan perwerde kir, îro li ber xwe didin. Ev yek jî temamiya îdeolojiyekê îfade dike . Îdeolojiya rizgariya jinê…

Îrade ji teknîkê xurttir e

Di îdeolojiya PKK’ê de hêmanê welatparêziyê heye, hêmanê hevrêtiyê heye, hêmanê têkoşînê heye. Ev hêman bûye jiyana me bi xwe. Rêbertî digot; ev dewletane her tim giranî didin ser teknîkê. Wê demê li cîhanê du blok hebûn. Rûs û NATO. Paktek Varşovayê, Paktek NATO’yê. Pêşbirkeke li hemberî hev, hîn zêdetir şer, hem jî mezin kirina artêşa xwe û hwd. Îro jî gefê li cîhanê dixwin. Rêbertî jî digot; ez mirovek wisan perwerde dikim, îradeyek wisan pêş dixim, zanebûnek wisan ava dikim ku ev îrade û zanebûn wê teknîkê têk bibe. Îro yên li Zap, Metîna û Heftanînê li ber xwe didin vê yekê îfade dikin. Erê, em şehîdan didin. Wezîfe û berpirsyariyeke cidî heye ku her şehîdekê li gelê me û me mîlîtanan bar kiriye. Berxwedan ne tiştek wisa ye ku divê tenê ji gerîla re bê hiştin. Berxwedan li cihê ku hemû civak lê ye, berxwedan e. Erê, dibe ku bi hezaran jî Rêbertî nedîtibin. Ma ne wisan? Ev xeyaleke her jinekê, her mîlîtanekê PKK’ê ye. Em bi vê xeyalê têdikoşin. Biryardarî ev e. Rastî û heqîqeteke tevgera Apoyî ya wisa heye. Lewma tevgera PKK’ê, tevgera Rêbertî ye. Tevgera Jin jî wisa. Tevgereke gel, tevgera Rêbertî ye. Di wî warî de peyamên wan hemûyan heye.

Yanî jiyanê li gorî şert û mercan eyar dikin. Şoreşerî ji xwe wisa ye. Ne teslîm bûyîna şert û mercê ye, şoreş li gorî şert û mercan eyar kirine. Mesele qet nabêje, ev astengî li pêşiya min e, ez nikarim derbas bikim, li pêşiya min ev zorî heye. Lewma azadiya îradeyê, azadiya fikrî ye. Lewma di sekin û tevlîbûna xwe de bi rastî jî bûyîna mîlîtanî, lê divê mirov vê yekê veguherîne têkoşînê.

Helbet têkoşîna me gelek girîng e. Bû civakî. Di nava civakê de jî şehîd hene. Yanî li Rojava kesên pêşengiyê dikin hene. Ew jî şehîdên vê şoreşê ne. Kesên ku di felsefeya Rêbertî de xwe perwerde dikin in. Eger dijmin êrîşî pêşengên me dike, êrîşî mîlîtanên PKK’ê dike, wê demê divê em jî êrîşî dijmin bikin. Li cihê ku jin lê heye, têkoşîn heye. Li cihê ku jin lê bi zane bibe, civak jî wê zane bibe. Ûstayên berê digotin, bêyî şoreşê jin rizgar nabe, bêyî tevlîbûna jinê şoreş nabe. Rêbertî ev yek jî derbas kir. Evane jî tespîtên rast in; tespîtên ku Marx û Lenîn kirin e. Me ji hemûyan îlham girtiye. Lê ev jî derbas kir. Fikirek di rêjeya civakbûyînê de, dikare serkeftinê bi dest bixe. Gerîlayên YJA-Starê di her şert û mercê de pêdiviyên mîlîtaniyên xwe pêk anîn. Divê her kes bizane ku çawa dimeşe. Lewma em mîlîtan divê bibin kesên ku dizanin li ser rêya heqîqetê rast bimeşin. Em evîna têkoşînê ya heval Kemal, Hayrî, Mazlûm û Çaran, felsefeya wan a azadiyê û derbeya ku li dijmin xistin, veguherînin zanebûnê.

Gelek derfetên me hene. Li her qadê, civakê zanebûnek heye. Li her derê amûrên têkoşînê hene, ne wisan? Yanî di her şert û mercî de… Wê demê ya girîng ew e ku mirov van rast bibîne û veguherîne têkoşîneke hîn xurttir. Hevrêtî ew e ku mirov li ser heman rêyê bimeşe, xeyal û armancên wan bi rengekî herî baş bidomîne.

Hemû jin li ku derê dibin bila bibin, divê seferberê têkoşîneke xurt bibin. Divê em bawer bikin ku em bi têkoşînê dikarin azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin, divê em rêya xwe zelal bikin û bimeşin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar