Pîro Dêrsim diyar kir ku dewleta tirk a qirker a mêtînger ji 24’ê tîrmeha 2015’an û vir ve konsepta êrîşeke bênavber û topyekûn xistiye meriyetê û wiha got, “Armanca sereke ya dewleta tirk ew e ku di şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3’emîn de bi hemû derfetên xwe, kurdan bêstatu bihêle, destkeftiyên kurdan ên ku bi berdelên mezin pêk hatine ji holê rake. Beriya her tiştî Rêber Apo li hemberî vê polîtîkaya îmha û qirkirinê berxwedan esas girt. Bi berxwedaneke bêhempa ya li hemberî hemû pêkanînên îşkenceya fizîkî û psîkolojîk û ferzkirina wan, di şert û mercên Îmraliyê de îradeya mezin a pêşengtiya Têkoşîna Azadiyê ya li ser xeta serkeftinê nîşan da. Di vî warî de berxwedana Îmraliyê ya Rêber Apo gelekî girîng, watedar û diyarker e. Hem girêka sereke û hem jî lûtkeya herî birûmet a berxwedana li dijî faşîzmê ye ku li ser navê hemû gelên kurd, tirk û Rojhilata Navîn li dijî feraseta ‘An teslîmiyet, an jî tunekirin’ tê meşandin. Rêber Apo; Digel ku bi çareseriya “Neteweya Demokratîk” a pirsgirêkên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn anî hêviyek nû da gelan, ji bo pêkanîna vê çareseriyê jî Îmraliyê kir qada berxwedan û têkoşîna li dijî faşîzmê.”
‘Gerîla li ser xeta fesaî ye’
Dêrsim bi bîr xist ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi pêşengiya hêzên HPG û YJA Starê berxwedaneke bêhempa tê meşandin û wiha axivî, “Gerîla di şert û mercên herî dijwar de li hember teknîka dijmin a herî mezin û çekên qedexe, li ser xeta fedaî berxwedaneke efsanewî dide meşandin. Gerîlaya Azadiyê sembola hişmendî, bawerî û îradeyê, pratîka têkoşînê ya bêhempa ya dilsoziya ji bo Rêbertî, gel, nirxên me yên têkoşîn û azadiyê û baweriya bi serketinê nîşan dide. Ev berxwedana mezin dema ku hemû planên mêtingerî û xiyanetê dişkîne û dibe sedema hilweşîneke mezin, di heman demê de ji bo gelê me, gelên herêmê û mirovahiya pêşverû dibe moralek mezin û îradeya berxwedanê xurtir dike.”
‘Berxwedana civakî dê dawî li hikumetên faşîst bîne’
Dêrsim anî ziman ku, berxwedana mezin a gerîla û gel ya li hemberî pêkanînên qirkirinê yên li derve, nehişt ku dijmin ti encamekê bi dest bixe û faşîzm ber bi hilweşînê ve bir û wiha domand, “Berxwedana zindanê jî xwedî cihek girîng e û rola xwe ya mezin heye. Berxwedana ku bi beden, vîn, bawerî û hişmendî tê meşandin, berxwedana herî bi wate, bi rûmet û pîroz e. Divê were zanîn ku îro ruh, helwest û berxwedaneke layiqî Berxwedana Îmraliyê ya Rêberê me, berxwedana li derve li ser xeta fedaî tê meşandin, di zindanan de jî tê jiyîn. Di derdoreke ku her kêliya jiyana rojane vediguhere îşkenceyê, em bi rastiya zindana ku 24 saetan li ser xeta fedaî dijî û li ber xwe dide re rû bi rû ne.
Li Bakur, Başûr, Rojava û hemû cîhanê gelê me û dostên wan bi pêşengiya gerîla û berxwedana zindanan li Îmraliyê li derdora paradîgmaya Rêbertiya me berxwedaneke bênavber dimeşînin. Her çiqas ev berxwedana ku di wateya berxwedana civakî de pêş ketibe jî hinek qelsî û kêmasiyên xwe hebin jî, lê tê dîtin ku wê di xeteke ku roj bi roj mezin dibe û pêş dikeve û asta bandora wê zêde dibe de pêş bikeve. Berxwedana civakî ya li ser esasê Şerê Gel ê Şoreşgerî ya bi pêşengiya jin û ciwanan ku wê berxwedana gerîla û zindanan bi taybetî li Bakur û Rojava temam bike, wê dawî li hemû hikûmetên faşîst ên paşverû, înkar, qirker ên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bîne.”
Li girtîgehan şerê taybet tê meşandin
Dêrsim da zanîn ku yek ji stûnên herî girîng ên konsepta îmha û qirkirinê ya dewleta tirk a faşîst, zîndan in û wiha dewam kir, “Rêvebiriya faşist ku ji bo hemû beşên civakî yên li derve li ber xwe didin bêbandor bike ber bi girtinan ve diçe, li hemberî bi deh hezaran girtiyên ku li hundir girtine polîtîkayên taybet dimeşîne. Di vê wateyê de em dikarin bi kurtasî armanca polîtîkayên şerê taybet ên faşîzmê bi zindanê ve girêbidin, diyar bikin. Beriya her tiştî armanc ew e ku kesên li derve têdikoşin û berxwedanê pêş dixin nehêlin û civakê bêpêşeng bikin. Ya duyemîn jî, bi girtinan û girankirina şert û mercên girtîgehê tirs, paşde gavavêtin û her wiha ji têkoşînê dûr sekinandin li ser civakê tê armanc kirin.Ya sêyem jî, tê xwestin ku van pêşengên herî berxwedêr ên civakê ku bi îşkence û zilmê dixwaze bi dest bixe, îradeya wan bişkîne û bi vî awayî ji têkoşînê qut bikin. Çaremîn, bi kuştina girtiyên ku teslîm nabin û di zindanê de li ber xwe didin, di bin îşkence û zextên giran de politikaya tolhildanê dide meşandin. Her wiha bi polîtîkayên şerê taybet ên ji hev cuda, tê armanckirin ku girtiyên şoreşger di demeke dirêj de wan ji têkoşînê dûr bixin.”
Di demên dawî de 50 girtî hatin şehîdxistin
Pîro Dêrsim destnîşan kir ku yek ji pêkanînên herî dijwar ên îroyîn qetilkirine û got, “Di daxuyaniyên ÎHD’ê yên li çapemeniyê de hat ragihandin ku di sala dawî de nêzî 50 girtiyên şoreşger û welatparêz di zindanê de jiyana xwe ji dest dane. Hema hema hefteyê carekê hevalê me di zindanan de tê kuştin. Ev ne rewşeke asayî û tesaduf e ku rêhevalên me yên ku 30 sal li dijî her cure zext û îşkenceyên faşîst ên li girtîgehê li ber xwe didin, di sala dawî de dema ku li ber derketinê bûn şehîd ketin. Qetilkirin bi zanabûn tê kirin ji bo nimûne, kesê bi penceşêrê re divê di bin çavdêriya bijîşk de were dermankirin, di şert û mercên paqijiyê de were girtin û xwedî parêzek taybetî be. Di hucreyê de hiştina hevalekî wiha bêyî ku wî ji bo dermankirinê bigire û di şert û mercên herî nebaş de girtin, tê wateya kuştina wî. Di gelek şehîdan de jî ev derket holê.
Dewleta tirk ji bo girtiyên siyasî yên nexweş, ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest bide her tiştî dike. Her çiqas di qanûnên wan de li ser vê mijarê hin made hebin jî, pêvajoya pratîkê bi ne sepandina van madeyên qanûnê hatiye teşekirin. Xalên qanûnê hene ku ji bo taloqkirina cezayên girtiyên ku bi gelemperî nexweşiya wan a giran heye û nikaribin li xwe xwedî derkevin hene. Lê saziya ku di vî warî de rayedar e Saziya Tiba Edlî ye. Saziya Tiba Edlî radigihîne ku ji nexweşên pençeşêrê bigire heta ji sedî 80 astengdar gelek nexweş ji bo girtiyan ‘dikarin di girtîgehê de bimînin’ ji ber vê yekê ev kes bi hêviya mirinê tên hiştin. Tu ferqa dadgerê ku cezayê îdamê dide girtî û Komîteya Tiba Edlî ya ku biryar dide ku tevî nexweşiya xwe dikare ‘di girtîgehê de bimîne’ de nîne. Tedawiya girtiyên nexweş ên li hundir jî ji ber şert û mercên îşkenceyê yên li girtîgehan, cezayên dîsîplînê, girtina li hucreyên yekkesî, neafirandina şert û mercên paqijî û xwarinê, bi keyfî nebirina nexweşxaneyê û muayeneyên bi kelepçe tên astengkirin. Şehadetên ku di encama van pêkanînan de hatine jiyîn teqez ji ber nexweşiyê ne. Polîtîkaya kuştina bi zanebûn tê meşandin.”
Polîtîkayên girtîgehê bi berxwedanê hatin pûçkirin
Dêrsim destnîşan kir ku zindan gelek caran bi polîtîkayên zext û îşkenceyê tê rojevê û wiha pêde çû, “Lê ya girîng berxwedana girtiyan e. Zindan qadên berxwedanê yên herî bingehîn ên têkoşîna me ne. Ji ber vê yekê helwesta berxwedanê ya ku girtiyên şoreşger û welatparêz di pûçkirina polîtîkayên dijmin de, di pêşxistina berxwedana civakî de û di serkeftina gelê me de roleke girîng dilîze. Têkoşîna me ya azadiyê xwedî mîras û ezmûneke mezin a berxwedana zindanan e. Berxwedana ku di salên 1980’an de li Zindana Amedê dest pê kir û weke ruhê berxwedanê û xeta serketinê ya 14’ê Tîrmehê teşe bû. Kevneşopiya me ya zêdetirî 40 salan a berxwedana zindanê heye. Dîsa di pêşengiya Rêber Apo de Berxwedana Îmraliyê ku di sala xwe ya 24’an de bênavber berdewam dike, ne tenê di hemû qadên têkoşînê de berxwedan û di heman demê de xeta me ya berxwedanê ya 24’ê dawî ya di zindanê de esas digire.
Her çend li ser vê bingehê tengasî û seranserî hebe jî, li ser esasê dirûşma ‘Berxwedan Jiyan e’ di zindanan de berxwedaneke cidî heye û ev berxwedan di têkoşîna me ya serkeftinê de hêzeke cidî ya moral dide me.”
Pîro Dêrsim di dawiyê de diyar kir ku xwedîderketina li girtiyan lewaz dimîne û wiha axivî, “Mixabin îro li zindanan li hemberî zilm û îşkenceyê xwedîderketina li girtiyan têr nîne. Di vî warî de qelsî û kêmasiyên cidî hene. Tevî ku hejmar kêm e jî, nobeda edaletê ya ku ji aliyê komek xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin, bi mehan e li dijî hemû çeperên dijmin bi biryardariyeke mezin tê meşandin. Bi vê minasebetê em van malbatan pîroz dikin û berxwedana wan silav dikin. Divê zanibin ku ew pêşengiya berxwedaneke pir girîng dikin. Lê belê berxwedana ku ji aliyê komek malbatan ve hatiye destpêkirin, bi mehan mezin nebû. Ev yek derdixe holê ku di vî warî de xeletî û kêmasiyên cidî hene.
Xwedîderketina li girtiyên li zindanan li ber xwe didin ne tenê erk û berpirsyariya xizmên girtiyan e. Ev rêhevalên me ji ber ku têkoşîna azadiyê ya gelan didin meşandin ketin girtîgehê. Ji bo vê jî erk û berpirsyariya hemû gelê me, sazî û pêkhateyên welatparêz e. Her wiha ev rêhevalên me ji ber ku li dijî faşîzmê xwedî helwest û têkoşîneke şoreşgerî ne û bi êrîşên dijwar ên faşîzmê re rû bi rû ne, hatine girtin. Ji ber vê yekê hemû derdorên demokratîk ên şoreşger û pêkhateyên wan ên rêxistinbûyî yên li dijî faşîzmê xwedî erk û berpirsyariya parastina berxwedana zindanan in. Divê hemû gelê me, avahî û saziyên kurdistanî yên rêxistinkirî û hemû derdorên şoreşger, rewşenbîr û hunermendên ku li dijî faşîzmê têdikoşin, vê rewşê ji xwe re bikin erk û berpirsyarî û bikevin nava liv û tevgerê.”