Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

‘Dervehiştina girtiyên siyasî ya di qanûna înfazê de sûcê li dijî mirovahiyê ye’

Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirin (MEBYA-DER) der barê qanûna înfazê ya ku li meclisê tê niqaşkirin de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Ji ber vîrûsa koronayê hevserokên komeleyê Şêxmûs Karadag û Yuksel Almas tenê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hevserok Yuksel Almas diyar kir ku qanûna efûyê ya ku demekî dirêje di rojeva AKP û MHP’ê de ye, bi vîrûsa koronayê bi leztir kirin û wiha got: “Di rewşên wisa awarte de hem rêgeza wekheviyê hem jî normên hiqûqê yên gerdûnî bi qanûnan hatine diyar kirin. Kesên ku sûcên weke tacîz, tecawîz, dizî, hişbir li dijî civakê û mirovahiyê dikin dê bêxin çarçoveya qanûnê lê kesên ku ji ber fikrên xwe yên siyasî weke siyasetmedar, rojnamevan û hiqûqnasan derveyî qanûnê bihêlin berî her tiştî sûcê mirovahiyê ye û nijadperestî ye.”

‘Divê biryar li gorî ruhê hevpar bên dayîn’

Almas da zanîn ku astengkirina hevdîtinan û tecrîd derveyî qanûna ne, sepana hiqûqa dijminane ye û wiha domand: “Ev rojên ku bi vîrûsa koronayê derbas dibin, hewceye ku mirov bi hevre û yek bin lê hikûmet cudatiyê dixe nava gelan û piştevaniyê xelas dike. Demekî ku hemû gel bi vîrusê re têkoşînekê didin, hewce ye ku biryarên ku tên dayîn li gorî ruhê hevpar be.”

‘Rêgeza wekheviyê esas bigirin’

Bi domdarî jî Almas ev tişt anî ziman: “Bê şert û merc dive qanûna înfazê ji bo hemû girtiyan be. Bi rêgeza di edaletê de wekhêvî dide jiyîn, cudatî dikuje divê hemû girtî wekhev ji vê qanûnê sûdê bigirin. Derveyî vê pirsgirêk û mirinên ku li girtîgehan çêdibin hikûmet berpirsyar e. Pêçandina birînên ku di civakê de çêdibin, ne pêkane. Ji ber vê jî bêyî ku dereng bimînin, divê guh bidin gel û di qanûna ku dê bê derxistin de jî rêgeza wekheviyê esas bigirin.”

‘Gelo dê girtî çawa xwe biparêzin?’

Hevserok Şeyhmus Karadag jî pirsa ‘Li derve mirov nikarin xwe biparêzin gelo dê li girtîgehê girtî çawa xwe biparêzin’ kir û wiha derbirî: “Di her odeyekê de 10-15 kes hene. Em dixwazin rojekê berî rojekê tevahî girtîgeh bên valakirin. Em di qanûna înfazê de ne cudatiyê, wekheviyê dixwazin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar