Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

‘Derxistina cenazeyan ji gorên wan zilme, heqarete, wehşet e’

Malbata Demîr ku ji gundê Fîsê yê Licê ya Amedê ne, di sala 1983’yan de ji ber zexta dewletê koçberî Edeneyê bû. Malbat 17 sal piştre careke din li Amedê vegeriya û li navçeya Rezanê bi cih bû. Ji zarokên malbatê Tekîn Demîr (Serxwebûn) di sala 1992’yan de tev li refên PKK’ê bû û di 1993’yan de jî şehîd bû. Lê malbatê hê jî cenazeyê zarokê xwe nedîtiye. Ji zarokên malbatê Cengîz Demîr jî di nîsana 1999’an de tev li refên PKK’ê bû. Cengîz Demîr jî di agirbesta heman salê de hatiye ragihandin de dema ku vedikişiya şehîd bû. Cenazeyê Demîr li Goristana Xerzanê hate definkirin.

Serpêhatiya malbata Demîr bi vê yekê re xelas nabe. Her wiha piştî salên 2000’an bav Resûl Demîr 9 sal, keça malbatê Berçem Demîr 10 sal û kurê malbatê Dînar Demîr 2 salan girtî man û hatin berdan. Kurê wan Abdullah Demîr jî ev 25 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê dimîne.

‘Ma hûn ê çi bi hestûyan bikin?’

Malbata Demîr da zanîn ku piştî ku li ser çapemeniyê hîn bûn ku 267 cenazeyên li Goristana Xerzanê di 19’ê kanûna 2017’an de birine Stenbolê, di havîna 2019’an de ji bo cenazeyê kurê xwe wergirtin serî li MEBYA-DER û dozgeriya Amedê dan. Malbatê got ku dozger xwe ji wan aciz kiriye û gotiye; ‘Hestî ye ma hûn ê çi lê bikin? Çima hûn li dû digerin?’ Malbat piştre jî çû Bedlîsê û ji bo testa DNA’yê xwîn da. Testan DNA’yê di çileya 2020’an de diyar bû. Piştre jî malbat ji bo wergirtina cenazeyî çû Stenbolê û 28’ê sibatê de jî cenaze wergirtin.

Zexta cendirmeyan a ji bo neşûştina cenazeyan

Malbat dema ku cenaze wergirtin dît ku hestiyên hemû cenazeyan di qabên plastîk de ne, hinek ji wan şikestine û hinek jî av ketine. Malbatê piştî hestiyên Cengîz wergirtin, di 29’ê sibatê de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê definkirin. Malbatê da zanîn ku leşkeran zext li mela kiriye ku cenaze neyê şûştin û mela jî ji tirsa ku dê karê xwe winda bike, cenaze neşûştiye. Lê malbat li gorî derfetên xwe melayekî sivîl tîne û vecîbeyên olî pêk tîne.

Bang li malbatan kir

Têkildarî mijarê dayika Demîr, Hayriya Demîr wiha dibêje: “Derxistina cenazeyan ji gorên wan wehşet e. Ev wehşet li tu deverekê cîhanê nehatiye dîtin. Ev wehşet mafê tu kesî nîne. Ev heqaret e. Zarokên me ji ber vê zilm û zordariyê çûn. Divê malbatên ku cenazeyên zarokên wan ji Goristanê Xerzanê hatine derxistin, serlêdanê bikin. Bila hestûyên zarokên xwe ji wir derxînin. Ger cenazeyan newergirin dê biavêjin çopê. Tu rehm û wijdan li cem wan nîne. Şopdarê rêya zarokên xwe me. Ger ez nemirim dê cenazeyê zarokê xwe yên din jî bibînim. Wê demê dê dilê min rehet bibe.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar