Têgîn û gotinên weke ‘şerê taybet, şerê psîkolojîk û rastiya dijmin’ bi qasî salên berê ne di rojeva gelê kurd de ye. Ji ber vê yekê jî mirov kêmbûna van mijaran di her qada jiyanê de hîs dike. Bi taybetî jî di van 5 salên dawiyê de ku dewleta tirk zorê daye şerê taybet û psîkolojîk, dûrketina kurdan a ji van têgîn û gotinan ji bo gelekî bindest pir xeter û talûke ye. Lewma jî min girîngî pê dît ku bi rêya vê nivîsê careke din rastiya dijmin, şerê taybet û bandora wê ya li ser civak û siyaseta kurd bînim ziman. Ji aliyê wê yê teorîk wêdetir, dixwazim bêtir li ser bandorên wê yên li ser jiyan û têkoşînê rawestim.
Bi kurt û kurmancî, şerê taybet û psîkolojîk şerê herî xetere ye. Eger mirov xwe di hêla îdeolojîk, polîtîk û exlaqî de têr û tije neke ev xeteriya hanê bi ziravî û hostetiyekî kûr dikeve nava mirov û mirov pênahese jî. Rêber Abdullah Ocalan şerê taybet weke şerê dewletê ya li dijî gel îlankirî bi nav dike. Bi taybetî ji sedsala 20’an û vir ve dewletên sîstema emperyalîst, dîktatoriya mafya-gladyo ye. Pergala emperyal êdî ji artêşan wêdetir, bi şêwazê şerê taybet gel dike hedef û ev yek jî rêbaza bin erd a dewletê ye. Weke prensîp, qaşo şerê taybet ‘derveyî qanûnî’ ye, lê ev rêbaz ji hêla hêza tarî û bin erd a dewletê ve tê birêvebirin. Her ku hêla tarî û îllegal a dewletê mezin dibe, şerê taybet û psîkolojîk jî ewqas bi pêş dikeve. Bi pêşketina şerê taybet re jî êdî li wî welatî tiştekî bi navê hiqûq, edalet û hwd. namîne û her tişt bi awayekî mafyawarî tê rêvebirin. Bi taybetî jî di vê sedsala dijîtal û teknîkê de êdî şerê sîng bi sîng a artêşan weke pêdîvî nayê dîtin. Weke şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn jî nayê kirin, êdî şerê cîhanê li ser rêbaza şerê taybet û teknîkê tê kirin. lewma jî pêşî divê mirov qaneh bibe ku ev şera ne li dijî komek, partiyek û artêşek e, ew şerê tarî raste rast li dijî gel e. Helbet her dewlet li gorî xwe vî şerî dimeşîne, hinek pir bi ziravî û nerm, hinek jî bi awayekî çors û qebe. Lê di encamê de rê û rêbaza tê bikaranîn, di serî de şerê psîkolojîk û manîpûlasyon e. Ji ber vê jî pir girîng e ku mirov vê talûkeyê ferq bike û ji nav hev derxe.
Weke gelê kurd, em dikarin vê mijarê hîn bêtir bi rastiya dewleta tirk re kur bikin. Ger em bêjin Tirkiye ji serî heya binî bûye pergal û çerxa şerê taybet wê ne mûbalaxe be. Bi taybetî jî di van 5-6 salên dawî de dewletê di serî de çapemenî, dest avêtiye sazî û dezgehan hemûyan û li dijî civakê dest bi bombardûman û şerê taybet kiriye. Weke dewletên emperyal hemûyan, dewleta tirk jî nakokiyên di navbera kom, eşîr û bawerî, rêxistin û partiyan kûr dike. Ji nakokiyên îdeolojîk û fikrî feydê dibîne û vê kêmasiyê bikar tîne. Li gorî zaaf û kêmasiyan xîtabî hestên kes an jî koman dike bi vî awayî wan manîpûle dike û dixe bin kontrola xwe. Van hemû manîpûlasyonan bi bêbandorkirina ruh û mêjiyê civakê dike. Bi rêya medya û înternetê jiyaneke ewqas pûç û sexte pêşkeşî civakê dike ku bi xeyalên wê dilîze. Civakîbûn, malbatî û hevaltiyê bi temamî ji holê radike. Her tişt dibe ‘ez û ez’ êdî ferd ewqas famkor û hessas dibe ku ji axaftin û nîqaşên biçûk jî serê her gotinê pêdîvî dibîne bibêje ‘bi nêrîna MIN, bi biryara MIN, hilbijartina MIN, MIN biryar da, EZ dixwazim, EZ naxwazim û hwd…’ Xûlase mêjiyên manîpûlekirî bi van gotinên bê hemdî xwe, qaşo xwe azad û xwedî îradeyek ji pola dibînin. Lê divê bê zanîn ji şerê fîzîkî wêdetir, tofana herî mezin a ser civakekê de were ev ferdperestî û ji nirxên civakî dûr ketin e.
Yek ji sererkanê dewleta tirk Îlker Başbûg, çend sal beriya niha bi awayekî aşkera gotibû ku ew li daîreya herbê ya taybet li ser rê û rêbaza 7 rahêndan kar dikin. Ew 7 hêmanên ku Başbug behsa wan dikir, ekonomîk, civakî, polîtîk, dîplomatîk, hiqûqî, leşkerî, îdeolojîk û leşkerî ne. Faşîzma AKP û MHP’ê van 7 hêmanên daîreya herbê ya taybet yek bi yek bi rêxistinkirin û navê wê jî kirin plana çok danînê. Eynî weke qanûna Şerq Islahatê, Kurdistanê bi awayekî serbazî rê ve dibin û ji sibê heta êvarê 24 saetan bi rêya ragihandinê bi mêjiyê civakê dilîzin. Manîpûlasyoneke nedîtî li dijî temamê gelên li Tirkiye û bi taybetî li dijî kurdan dikin. Armanca vê pergalê di serî de psîkolojî têkbirin, apolîtîkkirin, îrade şikandin, bêhêvî, reşbîn û negatîf kirin e.
Gelê kurd bi salan e li dijî vê pergala tarî û binerd têdikoşe. Li hemberî rêbazên wan ên şerê taybet jî xwe bi rêxistin û perwerde dike. Lê bi taybetî di van salên dawî de bivênevê mirov bandora şerê taybet a li Kurdistanê hîn bêtir hîs dike. Bêguman piraniya kesan bi hemdê xwe nakevin bin bandor û tora vê pergalê. Lê pêşketina ferdperestiyê, nifşeke apolîtîk, destavêtin, sîxûrkirin û milliyetperestiya binê wê pûç dihêle ku mirov li ser bifikire. Mijara milliyetperestiyê ku bi taybetî li bakurê Kurdistanê tê pêşxistin, bi niştîmanperwerî û kurdperweriyê re tê tevlihevkirin. Niştîmanperwerî û azadiya Kurdistanê xwestin tiştek e, milliyetperestî kirin tiştekî din e. Milliyetperestî yek ji amûra sereke ya şerê taybet e û nexweşiyeke xedar e.
Xûlase ger em li jiyan û derdora xwe binêrin, em ê bandora şerê psîkolojîk, kesên reşbîn û negatîf bibînin. Ferqkirina vê destpêka têkoşîna li dijî wê ye. Ji bo li dijî hêzên bin erd ên şerê taybet têbikoşî, pêşî divê xwe, mêjî û ruhê xwe ji bin kontrola wan xilas bikî. Uslub û xîtaba negatîf, reşbîn, feqîr, jar û ferdperest ne li gorî pîvanên civakê ne jî li gorî pîvanên têkoşîna kurdan e. Têkoşîna li dijî vê pêşî bi deşîfrekirinê dest pê dike. Weke hemû gelên bindest, tu luksa kurdan tune ye ku bibe civakek zû tê manîpûlekirin. Lewma divê em kurd ji her demê bêtir polîtîk bin, civakî û birêxistinî bin. Ferdek nikare bê civakê bijî, gotin û nêrîna ferdek wê yan jî wî azad nake, mirov bi civak û hevalên û hogirên xwe re heye. Heqîqeta mirovahiyê civakîbûn e.