Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Dest bidin hev û xwedî li zarokên xwe derkevin’

Garîp Pehlîvan ku kurê wê Mesût Pehlîvan di Girtîgeha Tîpa T a Bunyanê girtî ye, derbarê çalakiyên greva birçîbûnê de axivî û bang li malbatên girtiyan kir ku wekî par rabin ser xwe, destê xwe bidin hev û xwedî li zarokên xwe derkevin

Li girtîgehan girtiyên PKK û PAJK’î ji 27’ê Mijdarê ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger de ne. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 17’an de ye û niha koma çarem di grevê de ye.

Gelek malbatên girtiyan bang kirin ku her kes xwedî li çalakiya girtiyan derkeve.

Garîp Pehlîvan ku kurê wê Mesût Pehlîvan (29) di Girtîgeha Tîpa T a Bunyanê de ye, diyar kir ku di 12’yê kanûnê de bi rêya telefonê bi kurê xwe re axiviye û wiha got: “Zarokê min telefon li min kir. Got ‘koma 4’emîn çalakiya grevê dewr girtiye û sê hevalên me ketine grevê. Dema dora me hat em jî dê bikevin çalakiyê. Heta daxwazên me bi cih neyên dê çalakiya me bidome.’”

Banga xwedîderketinê

Pehlîvan xwest ku malbatên girtiyan hemû rabin ser xwe, xwedî li zarokên xwe derkevin û ev tişt anî ziman: “Bila wekî par çalakî zêde dom neke, par 8 cenaze ji malbatan re hatin. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Heke hewce bike em jî dê konan li pêş girtîgehan vedin û bi zarokên xwe re bikevin greva birçîbûnê. Bila tecrîd bê rakirin û daxwazên zarokên me bi cih werin. Daxwazên zarokên me bi cih neyên dê dev ji çalakiya xwe bernedin.”

Di axaftina xwe de Pehlîvan, bang li partî, sazî û dezgehan kir ku xwedî li girtiyan derkevin û wiha domand: “Em dixwazin parlamenterên me jî xwedî li zarokên me derkevin. Di vê pêvajoyê de zilm û zext pir bûne, li ser zarokên me. Sal û nîv e ez neçûme hevdîtina zarokê xwe, min ew nedîtiye.”

‘Sozên xwe bi cih neanîn’

Her wiha Pehlîvan bang li wezîrê dadê jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bila wezîrê dadê destê xwe deyne ser wijdanê xwe û tevbigere. Heke lawê wî di nava çar dîwaran de wekî zarokên me di grevê de bûna wê li mala xwe rehet rûniştibûna? Wijdanê wî dê rehet bûn? Wezîr par sozek da lê bi cih neanî. Got ‘wê tecrîd were rakirin’ ka tecrîd nehat rakirin. Kesên esrarkêş, diz berdan çima zarokên me bernadin? Di her du guhên zarokê min de cihazê deng heye, rast û dirûst deng naçe lawê min. Em dixwazin zarokên me jî berdin. Pandemî ji bo zarokên me jî heye. Em vê yekê qebûl nakin. Bangî hemû dayikan dikim ku weke sala par rabin ser xwe, destê xwe bidin hev du û li zarokên xwe xwedî derkevin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar