Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Dest danîn ser nivînên girtiyan

Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê gardiyan bi ser qawişan girtine, girtiyan dane û dest danîne ser nivîn û balîfên wan

Mazlûm Korkmaz ê li Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê tê ragirtin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê pêk tên ji malbata xwe re ragihand. Birayê Korkmaz, Mûhammed Korkmaz diyar kir ku 20-30 gardiyanan di 20’ê kanûnê de bi ser qawişên girtiyan de girtine û bêyî hincetek nîşan bidin dest danîne ser nivîn û balifên girtiyan.

Korkmaz da zanîn ku gardiyanan li girtiyên li hemberî destdanîna nivînên xwe derketine dane û wiha got: “Ligel ku birayê min nexweş e jî dermanên wî nayên dayîn. Wekî din 4 girtiyên din ên nexweş hene. Wan jî nabin nexweşxaneyê. Birayê min got rewşa wan jî giran e. Hema bêja nikarin rabin ser xwe.”

Korkmaz anî ziman ku girtiyên ji DAIŞ û Cemaeta Gulen di nava qawişên girtiyên siyasî de hatine bicihkirin û destnîşan kir ku hevdîtinên vekirî yên li gelek girtîgehan dest pê kirine, hêj li Girtîgeha Rîzeyê dest pê nekirine.

Li ser kartonan radizên

Di berdewamê de Korkmaz got ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome, belavî hemû girtîgehan bûye û diyar kir ku li gelek girtîgehan girtî li ser kartonan radizin û wiha domand: “Piştî serdegirtinê karton dane wan jî. Wan jî ev karton danîne ser ranzayan û wisa razane. Niha li her odeyeke girtîgeha lê dimîne 6 kes dimînin. Ji ber hejmar zêde ye 7 kes dimînin. Ev kesê 7’emîn betanî li erdê dirêj dikir û li ser radiza lê ji ber dest danîne ser nivînan niha li ser kartona dirêjî ser betonê kiriye radizê.”

Kalorîfer pênaxin

Korkmaz da zanîn ku ev yek hemû pêkanînên ji dijmirovî ne û ev tişt anî ziman: “Nameyên wî ji me re nayên. Kekê min dişine lê nagihin me û hevalên wî. Wekî din sewqê dixwaze lê sewq nakin. Ava germ jî rast û dirust nadin wan. Ji ber ku got bi ava cemidî serê xwe dişon, kalorîferan pênaxin.”

Her wiha Korkmaz got ku li 4 girtiyên di girtîgehê de poşmantî hatiye ferzkirin ji ber qebûl nekirine, tevî cezayên wan qediyaye jî nayên berdan. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar