Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Dest ji faîlan berdan, ketin dû nûçeyê

Rayedarên têkildarî bûyera tecawîzê ya li Kercewsê daxuyanî dan, dest ji faîlan berdan ketin dû nûçeyê. Miduriyeta Polîsan, nûçeya tecawîzê weke ‘operasyona têgînê’ nirxand û derbarê parvekirinên medyaya civakî yên 27 kesan de, dest bi lêpirsînê kir 

Navenda Nûçeyan

Ajansa Jinnewsê bi nûçeya serwîs kiribû bûyera tecawîzê ya li dijî zaroka li navçeya Kercewsê ya Êlihê hatibû jiyîn derxistibû holê. Nûçeya Jinnewsê ya bi ser navê ‘Lêpirsîna tecawîzê ya Kercewsê: Çawîşê pispor, polîs, cerdevan û 27 nav hene’ di raya giştî de deng veda.

Miduriyeta Giştî ya Polîsan, Walîtiya Êlihê û Serdozgeriya Komarê ya Êlihê, yên li ser bertekan daxuyanî dan, dest ji faîlan berdan, ketin dû nûçeya derbarê tecawîzê de hatibû serwîskirin.

Miduriyeta polîsan

Miduriyeta Giştî ya Polîsna di daxuyaniya da de, wiha got: “Bûyera tacîza zayendî ya li navçeya Kercewsê ya Êlihê hat jiyîn, bi piştgiriya rêxistina terorê tê xwestin ku operasyona têgînê bê bi rêve birin. Ji ber vê me derbarê parvekirinên medyaya civakî yên 27 kesan de, dest bi lêpirsînê kir.”

Walîtiya Êlihê

Walîtiya Êlihê jî, derbarê bûyerê de ev daxuyanî da: “Derbarê bûyera îstîsmara zayendî ya li navçeya Kercewsê hat jiyîn de, me pêdivî pê dît ku em raya giştî ronî bikin. Serdozgeriya Komarê ya Êlihê jî, di 05.12.2020’an de, derbarê bûyerê de daxuyaniyek dabû gotibû ku di lêpirsîna bi rêve dibe de, navê tu erkdarên cemawerî derbas nabe. Lê hin saziyên medyayê û platformên medyaya civakî yên piştgiriyê didin rêxistina terorê, bi zanebûn îdîa dikin ku têkiliya esker, polîs û cerdevanan bi vê bûyerê re heye. Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Kercewsê, wê derbarê van saziyên medyayê, platformên medyaya civakî û kesên dixwazin vê bûyerê belav bikin de, gilî bike.”

Serdozgeriya Komarê ya Êlihê

Serdozgeriya Komarê ya Êlihê jî, ev daxuyanî da bû: “Ji ber ku bûyer di sînorê navçeya Kercewsê de pêk hatiye, dosyeya lêpirsînê di 17’ê Mijdara 2020’an de, ji bo Serdozgeriya Komarê ya Kercewsê hat şandin. Serdozgeriya Komarê ya Kercewsê jî, di çarçoveya îdîa û îfadeyên mexdûr û gumanbaran de, hemû delîl kom kirine û bi awayekê xurt nirxandine. Yek ji gumanbaran M.A. di çarçoveya lêpirsînê de, di 13’yê Mijdara 2020’an de hatiye girtin. Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Kercewsê, di 18’ê Mijdara 2020’an de, têkildarî bûyerê biryara nepeniyê û qedexeya weşanê dide. Lê hin saziyên medyayê, vê bûyerê di weşanên xwe de parve dikin. Parvekirin û îdîayên hatin kirin, rastiyê venabêjin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar