Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Dest ji koçertiya bi salan berdide

Haci Çîçek ku 50 sal in li Sêrtê koçertiyê dike, diyar kir ku ji ber zextên dewletê û maliyetên bargiran dest ji sewalvaniyê berdaye û got: "Ger qedexeya li zozanên me rabe û maliyet sivik bibin dibe ku cardin dest bi koçertiyê bikim. Lê niha zehmet e." 

Li Sêrtê Haci Çîçek (65) ku 50 sal in koçertiyê dike, ji ber tahdeya dewletê û bargiraniya maliyetan dê 40 heywanên xwe yên mayî jî bifiroşe û dest ji sewalvaniyê berda.

Çîçek diyar kir ku di 15 saliya xwe de dest bi sewalvaniyê kiriye û got ku deverên ku heywanên xwe lê diçêrînin hemû wekî herêmên leşkerî hatine îlankirin. Çîçek bertek nîşanî qedexekirina zozanan da û got ku li Bedlîs û Êlihê jî êdî nikarin biçin zozanan. Çîçek destnîşan kir ku li van deran zozan kirê kirine û ji bo 4 mehan 100 hezar TL kirê daye, lê tiştek jê re nemaye.
Zextên dewletê pir zêde bûye
Çîçek bal kişand ser zextên di bin navê “ewlehiyê” de li wan tên kirin û maliyeta bargiran. Çîçek bilêv kir ki ji ber van sedeman êdî naxwaze vî karî bike. Çîçek ku ji ber van sedeman mala xwe aniye navenda bajêr û got ku ji ber bihabûnê êdî nikarin kayê û êm bistînin. Çîçek da zanîn ku 40 heywanên xwe yê mayî jî bifiroşe dê dest ji sewalvaniya 50 salî berde.
Çîçek da zanîn ku sewalvanî 12 mehan didome û got: “Gava pêvajoay şerî tune bû, li zozanên xwe me bi dilxweşî ev kar dikir. Lê niha zozanên me qedexe ne. Em 100-200 hezar TL kirê didin û diçin zozanine din. Ev jî di warê aborî de barê me giran dike. Êdî em nikarin ji bin mesrefan rabin. Koçertî sedema jiyana me bû. Koçertî tişta herî xweş ya cîhanê ye. Lê niha bûye tiştekî rezîl. Her der qedexe, mesref zêde.”
Çîçek anî ziman ku penêr, şîr û mastê bi dest wan dikeve têra mesrefa ku dikin nake û got: “Ji bo koçertiyê bidomînim, min pir li ber xwe da.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar