Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Dest ji komploya li dijî rojnamegeran berdin’

Nûnerên saziyên civakî bertek nîşanî medyaya hawizê ya ku rojnameger Azîz Oruç wekî ‘Terorîst’ nîşan da û wiha gotin: “Rojnamegerî ne sûc e. Dest ji êrîş û komploya li dijî rojnamegeran berdin.”

Rêxistinên çapemeniyê û nûnerên rêxistinên bertek nîşanî helwesta medya hawiz a li dijî binçavkirina rojnameger Azîz Oruç ê di 11’ê kanûnê de hat binçavkirin, dan. Medya alîgir rojnameger Azîz Oruç ne rojnameger wek terorîst nîşan dan. Nûnerên rêxistinên civakî xwestin medyaya hawzê dest ji vê helwesta xwe berdin.

Ji Komeleya Xebatên Hiqûq û Medya (MLSA) Veysel Ok û Sekretera Giştî ya Sendîkaya Xebatên Çapxane û Weşanê ya Çapemeniya Tirkiyeyê (Basin-İş) Ozge Yurttaş diyar kir ku hedefnîşandana Azîz Oruç bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Ji Komeleya MLSA’yê Veysel Ok anî ziman ku li vî welatî yek ji rêgezên hiqûqê karneya masumiyetê ye û wiha got: “Tu kes bêyî biryara dadgehê divê neyê girtin. Hêj lêpirsîn bi dawî nebûye bi sûcdariya ‘terorîst’ tawanbar dikin.”

Ok helwesta Wezîrê Karên Hundir jî rexne kir û ev tişt anî ziman: “Ev li dijî karneya masumiyetê ye. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Tu kes nikare bi sûcdariya ku dadgehê araste bike kesan tawanbar bike. Ev li djiî Qanûna Ceza ya Tirk e. Ji vê darizandinê ji vê kêliyê û şûnde em bi fikar in.”

‘Ev helwest nayê îzahkirin’

Sekretera Giştî ya Sendîkaya Xebatên Çapxane û Weşanê ya Çapemeniya Tirkiyeyê (Basin-İş) Ozge Yurttaş jî diyar kir ku hedefnîşandana Azîz Oruç bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha got: “Êrîşa ku Wezareta Karên Hundir û medyaya hawizê nayê qebûlkirin. Ev êrîş nayê îzahkirin. Rojnamegerî ne sûc e. Em baş dizanin ku hempîşeyên me çima tên binçavkirin. Ji ber xebatên rojnamegeriyê dixwazin wan sûcdar bikin. Em dîsa dibêjin rojnamegerî ne sûc e.”  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar