Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Dest û lingê girtiyan şikandin!

Mehmet Alî Kayan ku li Girtîgeha Tîpa T a Afyonkarahîsarê girtî ye bi rêya malbata xwe ev tişt ragihand: “Îşkence li me kirin; dest û lingên me şikandin. Her wiha hin girtiyan jî xistin feleqeyê.”

Mehmet Alî Kayan ê 32 salî, di sala 2015’an de li navçeya Dêrik a Mêrdînê bi îdiaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hatibû girtin û dadgehê 11 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Kayan birî. Kayan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Afyonkarahîsarê girtiye, di hevdîtina telefonê ya bi malbatê re de, îdiakiribû ku gardiyanan dest û lingên hin girtiyan şikandine û bal kişandibû ser binpêkinên mafan û îşkenceyên li girtîgehê rû didin.

Kayan di hevdîtina malbatê de, diyar kiribû ku berî 10 rojan ji Girtîgeha Tîpa E ya Afyonkarahîsarê sewqî vê girtîgehê hatiye kirin û ev agahî dan: “Li girtîgehê, lêgerîna tazî û hejmara li ser pêyan ferzî me kirin. Televîzyon, radyo û rojnameyan nadin girtiyan. Gardiyanên girtîgehê ji girtiyan re dibêjin, ‘Li vê derê hikmê me derbasdar e.’ Bi vê gotinê gefan li girtiyan dixwin. Dîsa girtiyên nexweş nabin revîrê. Dema ku girtî bertekê nîşanî van binpêkirinên mafan didin jî, gardiyan bi ser qawîşan de digirin û girtiyan derp dikin.”

Kayan dîsa di hevdîtinê de îdiakiribû ku gardiyanan dest û lingên hin hevalên wan şikandine, hin girtî kirine feleqê û binê lingê wan şîn û reş bûne.

‘Bikujin jî agahiya me jê çênabe’

Bavê Kayan ê 61 salî Mahmût Kayan, diyar kir ku ev zilm e û wiha axivî: “Ger zarokên me bikujin jî wê agahiya kesekê jê çênebe. Tu mafê wan tuneye ku vê zilmê li zarokên me dikin. Ev bêedaletiye. Çawan dibe ku gardiyan bi lêdanê destên girtiyan bişikînin. Ka li ku derê ye edaleta Wezaretê Karê Hûndir? Ez banga hestiyariyê li raya giştî dikim.”

‘Em nikarin biçin hevdîtinê’

Dayika Kayan Sûltan Kayan a 59 salî jî, anî ziman ku herî dawî berî 5 mehan kariye biçe hevdîtina kurê xwe û wiha got: “Kurê min berê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dima. Lê sewqî girtîgehek dûr kirin. Ji ber dûrbûnê em nikarin biçin hevdîtinê. Jixwe dûr in em nikarin biçin gel wan. Qet nebe bila vê zilm û îşkeceyê bi wan nekin. Em dixwazin ku hemû mirovên li dijî zilmê bi hestiyarin ji vê yekê re bêjin êdî bes e.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar