Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Destana berxwedana mirovahiyê

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 45 sal in bi berxwedana bêhempa pêşengiya azadiya gelan dike. Di vê rê de gelek berdêlên giranbuha hatin dayîn. Kesayetên hêja û nirxdar bêyî ku têkevin dudiliyê, bi xwebaweriyeke mezin û wêrekî canê xwe feda kirin. Ji Karansunguran bigirin heta Mazlûman, Ferhatan, Kemal Pîran, Xeyriyan, heta Egîdan, heta Arînan û bi hezaran cangoriyên jiyana azad bûn pêşengên vê berxwedanê. Di şexsê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û hemû şehîdan de ev roja destana azadiya gelan 27’ê Mijdarê li hemû mirovahiyê pîroz be. Ev roj ne tenê ji bo gelê kurd ji bo mirovahiyê rojeke pîroz e.

Bingeha destana berxwedana mirovahiyê 50 sal berê ji hêla Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve hate avêtin. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ewilî bi redkirina ev pergala rizyayî kapîtalîzmê dest bi berxwedana bêhempa kir û ev 24 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda herî giran de vê berxwedanê roj bi roj berfireh dike. Bi vê redkirinê re heqîqeta jiyana azad jiya. Bi vê jiyana azad re hîmê xweparastina rewa danî navenda dergûşa şariştaniya mirovahiyê, Kurdistanê. Ev hîmê xweparastina rewa ya mirovahiyê PKK bi xwe ye. Gelê kurd bi PKK’ê re xwe nas kir. Her ku xwe nas kir rûyê pergala rizyayî jî nas kir, Ne tenê gelê kurd xwe nas kir. Jinan jî xwe nas kir. Jin bi PKK’ê re bûn Xwebûn. Ev xwebûn îro bûye pêşenga azadiya gelan.

Îro li çiyayên Kurdistanê li hemberî çekên kîmyewî yên NATO’ya pergala rizyayî li ber xwe didin. Ne tenê li ber xwe didin, derbên mirinê li Hîtlerên nû dixin. Kurdên azad ji Zapê heta Metîna, Avaşîn, Rojava, Bakur, Rojhilat tola hezaran salan ji pergala rizyayî hiltînin.

Mînaka vê ya li ber çavan Şoreşa Rojava ye. Şoreşa Rojava ne tenê azadiya gelan e, Xwebûna jina azad e. Rojavayê Kurdistanê bi fikir û paradîgmaya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bûye hêlîna hemû jinên azadîxwaz û hemû gelên azadîxwaz. Tirsa Hîtlerê vê serdemê Erdogan ji ber vê yekê ye. Hîtlerê nû Erdogan jî baş zane ku di vê serdemê de yên ku wî têk bibe jinên azad in. Têkçûna wî bi destên jinên azad e. Ji ber vê yekê îro gefa têkbirinê li Rojava dixwe. Her ku devê xwe vedike gefa têkbirinê li Rojava dixwe. Rojava bûye xwenereşka Hîtlerê nû û bûye destpêka têkçûna wîŞoreşa Rojava ji bo Hîtlerê nû Erdogan bûye destpêka têkçûnê.

Niha jî rojhilatê Kurdistanê şoreşê pêk tê. Ev şoreş jî bi dirûşma Jin Jiyan Azadî bi pêşengiya jina pêk tê. Bi şoreşa Rojhilat re ne tenê rejîma Îranê wê Hîtlerên nû Erdogan jî têk bibe. Çawa ku şoreşra Rojava deriyê têkçûnê li Hîtlerê nû Erdogan vekir, bi şoreşa Rojhilat re wê ev derî heta dawiyê vebe û teqez têk biçe. Ji ber vê yekê Şoreşa Rojhilat ji bo mirovahiyê gelekê girîng e. Divê her kes ji bo serkeftina şoreşê çi ji destên wan bên bikin. Şoreşa Rojhilat bi tenê nehêlin.

Bingeha van şoreşan berxwedana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan e. Ev 24 sal in Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Îmraliyê bi tecrîdeke ku mînaka wê li cîhanê tuneye re rûbirû ye. Ligel vê yekê jî berxwedaneke bêhempa dimeşîne. Herî dawî CPT çû Îmrali û xwest bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derneket hevdîtinê. Ev jî nîşan dide ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li hemberî komkujiyan di nava berxwedaneke bêhempa de ye. Divê em êdî vê berxwedana bêhempa bi berxwedana derve re bikin yek. Wê demê ev berxwedan dê ji hemû êrîşan re bibe mertal û wê vala derxîne.

Divê em vê tu caran ji bîr nekin; heta ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di wê îşkencexaneyê de be wê hemû destkeftiyên me di bin gefa têkbirinê de bin. Ji bo misogeriya deskeftiyan rêya tekan di azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan de derbas dibe.

Ji vê pêvtir tu rêyeke din tune ye.

Nûçeyên Têkildar