Dîroka Kurdistanê di heman demê de dîroka berxwedan û îxanetê ye. Li aliyekî îxanet li aliyekî jî berxwedan pêş dikeve. Di nav civakê de jî ji ber îxanetê ji bo gelê kurd peyva ‘qewmê kewê’ tê bikaranîn. Lê mixabin ev gotin ne di cih de ye. Divê were zanîn yên ku kew dixin xefkê mirov in ne kew bi xwe ne. Mirov bi lîstika ku li ser kewan dilîze, dike ku kew bi dengê keweke din were xapandin û bikeve xefkê. Kew bi xwesteka xwe kewên din naxe xefkê. Lê mirov di serî de kew dixapîne, bi xwezaya kew dilîze û piştre jî bi kewên hatine guhertin kewên din digrin. Niha di vir de mirov dikare pirs bike gelo sûcdar kew bixwe ye yan jî ew kesên ku bi kew îxanetê pêş dixin in? Kew çûkekî xweşik û deng xweş e. Di nav kurdan de jî gelek bi qîmet e. Lê dîsa jî wekî cureyekî îxanetkar tê pênasekirin. Niha em binêrin gelo kurd bi îxanetê dişibin kewan an na? Îxanet çawa ket nava civaka kurd?
Civaka kurd bi avakirina nirxên civaka xwezayî pêşengiya berxwedana li hemberî hêzên şaristanî girt ser milê xwe. Şaristaniya dewletî ku li ser nirxên civaka xwezayî li dijberê civaka xwezayî pêş ket her tim êrîş bir ser civaka xwezayî. Pêdiviyên xwe ji vir girtin. Civak wekî çavkaniya pêdiviyên aborî û mirovî bikar dianî. Destana Gilgamêş jî vê rewşê herî baş û vekirî radixe ber çavan. Hem rewşa şaristaniya dewletî hem jî rewşa civaka xwezayî tîne ziman.
Destana Gilgamêş yekem destana nivîskî ye ku heya niha tê zanîn. Di vê destanê de jiyana qralê Uruqê tê vegotin. Destan di gelek hêlan de serdema Sumeran ronî dike. Yek ji van hêlan têkiliya Sumer û eşîrên kurdan e. Di destanê de êrîşên ser erdnîgariya Kurdistanê û encamên van êrîşan tê vegotin. Niha di serî de em yek bi yek karakterê vê destanê dikarin bigrin dest.
Qarakterê sereke Gilgamêş e. Gilgamêş mirovekî ku di qesrê de mezin bûye lê dayik û bavê wî nediyar in. Ji aliyê dayika Ninsu (îhtimaleke mezin ev nav ji kurtkirina navê xwedawenda ninhursag tê.) ve tê mezinkirin. Dema qral dimire ew dikeve cihê qral. Peyva Gilgamêş ji peyvên ‘gil’ û ‘gameş’ pêk tê. Ango tê wateya gamêşê gir. Jixwe di destanê de jî tarîfa wî wisa tê kirin. Kesekî gir, bi qewet û zexm e. Hem wateya navê wî û hem jî tunebûna dayik û bavê wî dide aşkera kirin ku Gilgamêş bi îhtîmaleke mezin di zarokatiya xwe de ji eşîr an jî qebîleyên kurd hatiye desteserkirin. Di nava qesrê de ji nirxên civaka xwezayî hatiye dûrxistin û ji bo karê qesrê pêk bîne hatiye peywirdarkirin. Di perwerdeyeke taybet re derbas dibe. Jixwe Gilgamêş zû bi zû ji aliyê qesrê vê nayê pejirandin. Qraltiya wî bi zehmetî çêdibe. Ji bo ku Gilgamêş bibe qral lazim e xwe bi her awayî îspat bike ku ew girêdayî dewletê ye. Divê hem girêdayîna xwe ya bi şaristaniyê ve û hem jî sekna xwe ya dijberî civaka xwezayî raxe ber çavan, divê rêvebirên dewletê qanih bike. Naxwe civaka Sumer wî wekî yek ji kesê civaka xwe qebûl nakin. Lewma jî Gilgamêş dikeve nav hewldanên xwe qebûlkirinê.
Di destanê de behsa dareke mezin tê kirin. Di binê wê darê de jî marek heye. Ji ber wî marî kes nikare here bîne darê. Dema Gilgamêş meselê dibihîze diçe ber bi darê ve. Lê ew jî dizane ji bo ku dikaribe here binê darê divê mar bêbandor bike yan jî bikuje. Gilgamêş mar dikuje û darê jî dibire. Ji darê dahol û darikê ku pê li daholê bide çêdike. Piştre dengekî bilind ji daholê derdixe. Kesên ku deng dibihîzin tên dikevin pey Gilgamêş û heya qesrê dimeşin. Bi vê bûyerê nav û dengê Gilgamêşê belav dibe.
Em dizanin ku dar sembola civaka xwezayî ye. Dara mezin nîşaneya hebûna civaka xwezayî ye. Di mîtolojiyê de dar her tim wekî sembola têkiliya ezman, erd û binerd hatiye dest girtin. Dar bi çiqilen xwe ezman, bi qurmê xwe ser erd û bi rayê xwe jî binê erdê temsîl dike. Ango dar yekitiya gerdûnê pêk tîne. Rêya pevgihandina hemû aliyên gerdûnê ye. Lê Gilgamêş bi birîna vê darê di serî de darbeyeke mezin li yekitiya gerdûnê dixe. Li ser vê darbeyê jî ji aliyê şaristaniyê ve rewabûna xwe ava dike. Rewabûna xwe li ser tunekirina pîrozbahiyên civakê ava dike.
Di mîtolojiyê de û di civaka xwezayî de mar wekî nîşaneya zanebûnê tê destgirtin. Di gelek mîtolojiyan de mar sembola zanebûn, hişyarî û parastinê ye. Mesela di gelek çîrokên gelê kurd de meseleya marê ku serê kaniyê, serê avê digre heye. Di rastiyê de ew mar parazvanê avê ye, parazvanê xwezayê ye. Tê gotin ku ji bo mirov bikaribin avê ji kaniyê bigrin her carê divê yan sewalek an jî mirovek bidin wî marî. Lê rojek yek derdikeve serê mar jê dike û civakê ji wê belayê xelas dike. Lê di rastiyê de ji roja ku ew mar hatiye kuştin ve xweza bêparastin maye û heya roja me xweza her tim tê talankirin. Gilgamêş jî wekî lehengekî diçe marê binê darê dikuje û darê dibire. Ew mar parazvanê darê bû. Ji ew roja ku marê serê avê hatî kuştin ve kanî yek bi yek zuha dibin, ji ew roja ku Gilgamêş marê binê darê kuştî ve daristan yek bi yek tune dibin. Av diçike û daristan hişk dibe. Ango çavkaniyên jiyanê têne tunekirin. Gilgameş ji bo ku xwe bi şaristaniyê bide qebûlkirin di destpêkê de darbe li nirxên civaka xwezayî dide. Ev psîkolojîya bindestan e. Mirovên bindest ji bo ku xwe bi civaka serdest bidin qebûlkirin li hemberî nirxên civaka xwe êrîşan pêk tînin. Civaka serdest jî heya nebîne ku ew ketiye rewşeke dijberê nirxên civaka xwe wan qebûl nake.
Rahîbên Sumeran di tesîrkirina ser hişê mirov de bûbûn pispor. Dizanibûn mirov çawa bi xwe bidin bawerkirin. Lewma mirovên ku ji civakên wan qut dikirin tenê ne bi zorê zêdetir bi tesîra li ser hiş dikirin kole. Gilgamêş jî yek ji kesên ku ji civaka xwe hatibû qutkirin e. Bi perwerdeya li qesrê ew bû yek ji pêşengen şaristaniya dewletî. Piştî ku bû qral hem li hemberî xwedawenda Îştar derket û hem jî êrîş bir ser civaka Kurdistanê. Çanda Îştar çanda civaka kurd e. Çanda pêşeng a civaka xwezayî ye. Êrîşa Gilgamêş jî pir bi zanîn û hesapkiri çêdibe.
Di roja me de jî dewlet ji bo kesekî/ê qebûl bike pêşî wan diceribîne. Heta ku nekeve dijberê nirxên xwe peywir nade. Niha gelek kes hene dibêjin em ê di nav saziyên dewletê de xebata welatparêziyê bikin. Lê ev xwe xapandin e. Çavkaniya hişmendî û aborî ji ku derê be xizmet jî ji bo wir tê kirin. Kesên wekî Mehmet Metîner, Hakan Fîdan heta ku li hember gelê xwe baweriya xwe bi dewletê îspat nekin nikarin bibin burokrat an jî xizmetkarê dewletê. Hakan Fîdan wekî modelek ji ciwanên kurd re tê nîşandan. Lê Hakan Fîdan ne heqîqeta kurdbûnê heqîqeta dijkurdbûnê dijî.
Destana Gilgamêşê jî pir bi zanebûn hatiye nivîsandin. Rê û rêbaza dagirkirina hiş û civaka berxwedêr nîşanî hêzên dewletî dide. Gilgamêş wekî rol-model derdixe pêş. Çawa ku îro Hollywood çanda kapîtalîzmê wekî rol-model derdixe pêş, wê demê jî ev destan ji bo kesên bindest wekî modelek pêş dixin. Heke Gilgamêş di cihê ku mar kuştî û dar birî de ketibûna nav lêgerîna dîtina dê û bavê xwe, ketibûna nav lêgerîna dîtina xwişk û birayê xwe ango civaka xwe, nedibû qral, nediket rewşeke hemberî civaka xwe. Lê Gilgamêş hilbijartinek kir, ew jî riya şaristaniyê bû. Riya talanê bû. Riya îxaneta hemberî civaka xwe bû. Hêzên dijber ji bo mirov ji civakê qut bikin gelek rê û rêbazên cuda dimeşînin. Lê di dawiya dawiyê de mafê hilbijartinê dîsa di destê mirov bixwe de ye. Ji bo mirov nekeve dijberê nirxên xwe divê baş bifikire û bîst û çar saat nirxên xwe bi bîr bîne. Heke ne wisa be hişmendiya dijber di valahiyekê de, di kêliyekê de dikare bikeve mejî û gav bi gav mêjî bikeritîne. Xwesteka tamkirina fêkiyên şaristanê gav bi gav bi xwe re îxanetê tîne. Lewma divê mirov her tim hişyar be.