Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Destana Gilgamêş û îxanet-2

Di destana Gilgamêşê de yek ji karekterê sereke yê din Enkîdû ye. Di destanê de pêşî behsa pevçûna di navbera Gilgamêş û Enkîdû de tê kirin. Piştre jî behsa dostaniya wan dike. Enkîdû berî ku şaristaniyê nas bike, berî fêkiyên şaristaniyê tam bike, berî hînî bêhna şaristaniyê bibe bi awayekî xwezayî di nav sewalan de li daristanê jiyana xwe didomîne. Bi sewalan re dixwe û bi sewalan re vedixwe. Bi xwezayê re radizê û radibe. Ango wekî hêmaneke ji xwezayê tevdigere. Kesekî gelek zexm û bi qewet e. Gilgamêş ji bo ku wî bikşîne nava qesrê û dostaniya wî qezenç bike dikeve nav hewldanan. Li ser pêşniyarên ku jê re tê kirin, biryar dide ku jinekê bişîne ji Enkîdû re. Jineke bi navê Sasa dişîne ji Enkîdû re. Sasa jineke di perestgeha Îştar de dixebite. Di rastiyê de Gilgamêş bi jina ku ji nirxên xwe dûr ketiye kesekî dixîne. Sasa sembola jina bindest a şaristaniyê ye. Dîl ketiye destê şaristaniyê û ji bo xizmeta desthilatdariyê dixebite.

Dema Sasa diçe cem Enkîdû dibîne ku ew bi sewalan re hevalbendiyê dike. Enkîdû kûvî ye. Di destpêkê de ditirse lê Sasa bi zayendiya xwe Enkîdû ber bi xwe ve dikşîne. Bi zayendiya xwe bandorê li ser Enkîdû dike. Dema Enkîdû tê cem wê bi hev re dikevin têkiliya zayendî. Çawa ku têkilî çêdibe hemû sewal ji dora Enkîdû direvin. Çûk difirin.  Xezal ber bi daristanan ve diçin. Nema pê re av vedixwin, nema pê re diçêrin.  Êdî bêhna şaristaniyê derbasî Enkîdû dibe. Êdî ew ber bi şaristaniyê vê dimeşe. Êdî ji xwezaya xwe dûr dikeve. Enkîdû gavekê ber bi îxanetê ve diavêje. Jixwe her îxanet bi gavekê dest pê dike. Her îxanet bi kêliyeke dest pê dike. Îxanet di quleke biçûk de derbasî hindir dibe. Îxanet bi peyvên kone û sergirtî derbasî hiş dibe. Îxanet xwe li ser zaaf û aciziyan dide jiyandin. Îxanet herî zêde jî dema ku mirov bi tenê be bandorê li ser mirov dike. Dema bû pêwendiyên civakê qut bibin an jî qels bibin îxanet tê jiyîn.

Piştî Enkîdû bi Sasa re dikeve têkiliyê li pey wê tê qesrê. Di qesrê de di navbera Gilgamêş û Enkîdû de pevçûn çêdibe. Lê di encama pevçûnê de ji ber ku qeweta her duyan jî wekî hev e kes têk naçe. Kes kesî têk nabe. Li ser vê rewşê Gilgamêş Enkîdû hembêz dike û dostaniya xwe pê re îlan dike. Piştî wê kêlîkê êdî Enkîdû dibe heval û hogirê Gilgamêş, dibe şêwirmend û rênasê wî.

Enkîdû kî bû û çima bi tenê di nav sewalan de dijî? Îhtîmaleke mezin endamekî qebîle yan jî eşîrê bûye. Lê ji ber hin sedeman dibe ku ji civaka xwe qut bûbe. Diyar e ku kesekî zexm e û di hêla jinê de zeafa wî heye. Dibe ku ji ber hinek sedemên exlaqî ji civakê dûr jî hatibe xistin. An jî wî bixwe dev ji civaka xwe berda be. Di encamê de ji civaka xwe qut bûye. Ji ber ku kesek ne pêkan e bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne normal e ku bikeve nav lêgerînekê. Yan wê dîsa vegere civaka xwe yan jî wê here cihekî din jiyana xwe bidomîne. Tercîha Enkîdû dibe jiyana şaristaniyê. Berê xwe dide ‘nîmetên’ şaristaniyê.

Enkîdû û Gilgamêş bi hev re plansaziya êrîşa ser daristanên sedir dikin. Gilgamêş dixwaze ji bo textê qraltiya xwe darên sedir bibire. Amadekariyên xwe dikin û berê xwe didin daristanên sedir. Enkîdû di vê seferê de pêşengî û rêberiyê dike. Diyar e ku Enkîdû daristanê baş nas dike. Dema digihîjin daristanê û dixwazin daran jê bikin, dar li ber xwe didin û nahêlin ew daran jê bikin. Her ku hinek dara dibirin gelek leşkerên xwe jî winda dikin. Dibînin ku bi vî awayî wê hemû leşkerên xwe winda bikin û destvala vegerin. Enkîdû dibêje “ji bo ku em karibin daran bi hêsan bibirin divê em nobedarê daristanê hunbaba bikujin.” Enkîdû û Gilgamêş diçin cihê ku Hunbaba lê ye. Ji bo ku xwe bigihînin cem Hunbaba deriyek heye û divê di wî deriyî re derbas bibin. Lê derî pirs asê ye. Dikin nakin leşker derî venakin. Lê Enkîdû dikeve dewrê û derî vedibe. Enkîdû bi destê xwe derî vedike. Ji ber ku Enkîdû derî vedike destê wî birîndar dibe. Piştre Enkîdû ji ber vê birînê dimire.

Enkîdû û Gilgamêş bi Hunbaba re dikevin şer. Di dawiyê de Hunbaba birîndar dikin û bêbandor dibe. Gilgamêş dibêje: “Me Hunbaba birîndar kir, bêbandor bû, êdî em dikarin herin.” Lê Enkîdû israr dike ku ew Hunbaba bikujin. Li ser israra Enkîdû Hunbaba tê kuştin. Piştî kuştina Hunbaba berxwedana daran jî namîne û bi hêsanî daran dibirin.

Di vegerê de ji ber ku Enkîdû derî vekiriye û Gilgamêş biriye daristanê ji aliyê xwedayan ve tê lanetkirin. Birîna destê wî sax nabe. Gilgameş dike nake, çareyek nabîne. Di dawiyê de Enkîdû dimire. Gilgamêş bi tenê dimîne. Û mirinê nas dike. Vê carê jî ji bo ku bibe nemir dikeve nav lêgerînan.

Gilgamêş bi birîna dara pîroz girêdayîna xwe bi şaristaniyê îspat kir, Enkîdû jî bi kuştina Hunbaba girêdayîna xwe îspat kir û îxaneta xwe ya li hemberî civaka xwe diyar kir. Gilgamêş û Enkîdû du kesên ku dê û bavê wan nayên zanîn. Ji ku hatine nayê zanîn. Lê dewleta uruk li ser rêberiya wan hate meşandin û xwe mezin kir. Ji wê rojê ve hêzên dewletê ji bo rêveberiya xwe her tim diçin zarokan ji civaka wan qut dikin û di qesrê de perwerde dikin. Mirovên ku ji civaka xwe, ji nirxên xwe dûr dikevin ji her kesî bêtir xizmetê ji dewletê re dikin. Dê û bavê wan dibe dewlet, xwişk û birayê wan dibin rêvebirên dewletê, nirxen wan dibin nirxên dewletê.

Daristana sediran ku di destanê de behsa wê tê kirin erdnîgariya Kurdistanê ye. Darên sedir jî endamên eşîr an jî qebîleyê ne. Hunbaba şefê eşîr an jî qebîleyê ye. Gilgamêş ji bo desthilatiya xwe dixwaze van mirovên azad bike kole. Lê ew li ber xwe didin. Mirina xwe didin ber çavan lê bindestiyê qebûl nakin. Di pêşengiya şefê xwe Hunbaba de li ber xwe didin. Enkîdû ji bo berxwedanê bişkîne Hunbaba bêbandor dike. Enkîdû ji ber ku ji heman herêmê ye baş dizane ew dê çawa berxwedanê bişkînin. Ji bo ku îxaneta wî aşkera nebe bi israr Hunbaba dide kuştin. Dema mirov li vê rewşê dinêre serhildanên gelê kurd têne bîra mirov. Hema bêje di hemû serhildanan de îxanetek heye û serhildan bi bêbandorkirina serokê serhildanê têk diçe. Di serhildana Bedirxan beg de, di serhildana da şêx Seîd de, di serhildana Dêrsimê de heman tişt diqewimîn. Di hemûyan de bi destê îxanetkaran rêberên serhildanê tên kuştin an jî tên bêbandorkirin. Di van serhildanan hemûyan de di dawiyê de îxanetkar ji aliyê hêzên dewletê ve tên kuştin an jî diavêjin zindanan. Enkîdû jî ji aliyê xwedayên sumeran ve hate cezakirin. Qasimê zavayê Şêx Seîd avêtin zindanê, Rêber ê birazîyê Seyît Riza ji aliyê leşkeran ve hate kuştin. Yezdanşer piştî îxaneta li Bedirxan beg kir jî aliyê osmaniyan ve hate bêbandorkirin.

Enkîdû kurmê darê ye. Darê ji nava darê ve dikeritîne. Bêguman ew îxanetkar e. Ji ber îxaneta xwe êrîş dibe ser civaka xwe. Karekterê îxanetê ev e. Lê peywira civakê jî heye ku nehêle endamên wê ber bi îxanetê ve herin. Divê civak nehêle valahî bikeve nava endamên wan. Heke civak û tevgerên civakî ji pirsgirêkan re çareserî nebînin hêzên dijber dê her tim li pey îxanetkaran bigerin. Îxanet jixweber çênabe. Ji ber valahiya bawerî, ji ber xizanî, ji ber nezanî, ji ber neçarî çêdibe. Herî zêde jî ji ber qelsiya bawerî çêdibe. Enkîdû ne mirovek neçar bû lê baweriya wî bi civaka wî nemabû.

Nûçeyên Têkildar