Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Destana Gilgamêş û îxanet -3

Destana Gilgamêş di dîroka Kurdistanê de ji bo fêmkirina berxwedan û îxanetê çavkaniyeke pir girîng û di heman demê de zelal e. Têkiliya hêzên şaristaniyê û civaka Kurdistanê jî di vê destanê de bi awayekî xurt tê ziman. Rebêre gelê kurd dibêje: “Dîrok di roja me de em di kûrahiya dîrokê de veşartî ne.” Destana Gilgamêş vê rastiyê vekirî radixe ber çavan. Heke ew dem baş were fêmkirin roja me jî îro dê baş were fêmkirin. Hêzên serdest nêzîkatî û stratejiya xwe ya li hemberî civaka Kurdistanê ji destpêkê heya roja me bi heman rê û rêbazê dimeşînin lê civaka Kurdistanê ji ber ku di hêla bîrê de lewaz bûye nikare van lîstikan vala derbixe. Ji bo serkeftineke mezin fêmkirina dîrokê, têgihîştina heqîqeta dîroka xwe pir girîng e.

Di dîroka Kurdistanê de ne Gilgamêş û Enkîdû xelas bûn û ne jî Humbaba. Di dîroka nêz de ji gelek mînakên van hene. Ji bo gelek rayedarên dewletê dibêjin bi eslê xwe kurd in. Lê rastiyê de tu eleqeya wan bi kurdbûnê re tune ye. Berevajî ve rewşê yên ku herî zêde zirarê didine gelê kurd jî heman derdor in. Di dîroka nêz de mînaka herî  berbiçav Turgut Ozal e. Turgut Ozal Gilgamêşê hemdemî ye. Ev kes bû serokkomarê dewleta tirk. Piştî darbeya 12’yê Îlonê bû serokkomar. Di serokkomarîya xwe de polîtîkayên qirêj li hemberî tevgera azadiyê dan meşandin. Tê gotin ku ev kes bi eslê xwe kurd e. Bi vê rewşa xwe di nav kurdan de jî sempatiyek çêkir. Lê di nav siyasetmedarên dewleta Tirkiyeyê de yê ku herî zêde civaka kurd ji hev qut kir û berê wan da hev Turgut Ozal bû. Bi polîtîkaya cerdevaniyê bi hezaran Enkîdûyên modern derxist holê.  Enkîdûyê ku berê artêşa sumeran da welatê Kurdistanê di roja me de di rengê cerdevanan de pêşengtiya artêşa Tirkiyeyê kir û berê wan da çiyayê Kurdistanê.  Bi hezaran gundên kurdan bi destên cerdevanan hatin şewitandin, bi deh hezaran kurd hatin qetilkirin. Mirov dikare tehlîla vê rewşê berfirehtir bike. Lê di encamê de kesayetek an jî civakeke ku xwe, dîroka xwe û hêzên dijberî xwe nas nekiribe û di hiş de refleksa xweparastinê ava nekiribe dikeve xizmeta dijminên xwe.

Di nav civaka kurdan de berberî (neyartiya navbera malbat û eşîran) heye. Dema ji malbatekê yan jî ji eşîreke yek were kuştin heya tola wan neyê hildan nasekinin. Û ev berberî carinan bi sedsala didome. Îro hê jî di navbera hîn eşîran de pirsgirêkên sedsalan didomin. Ji ber ku malbat û eşîr yekeyek hemberî hev in ev neyartî her zindî dimîne. Dema têkiliyek bi kesên ji malbat an jî eşîra hember re çêdibe di cih de refleksa berberiyê derdikeve holê û bertek tê nîşandan. Çima wisa ye? Ji ber ku fikra tolhildanê û berberiyê zindî ye û hişmendiya ‘dijmin’ zelal e.  Malbat û eşîr zarokên xwe bi vê fikrê mezin dikin. Her tim dibêjin ‘filan malbat an jî filan eşîr dijminê me ye’. Lê dema em dinêrin li hemberî dewletê heman refleks pêş nakeve. Sedem çi ye? A yekemîn civak dewletê wekî dijmin pênase nake, forma dewletê li hemberî hebûna xwe wekî talûkeyê nabîne. A duyem jî dewlet rasterast bi rengê xwe li hemberî civakê şer nake. Di serî de bi rengê civakê nêz dibe, heta ku xwe di nav civakê de ava dike hêj nû şerê mezin dike. Îxanet jî wisa pêş dikeve. Dema refleksên te, feraseta tê her tim ne zindî be dijmin dilop bi dilop, gav bi gav xwe di nav civaka te de dide avakirin. Heta hevkarên xwe ava neke zû bi zû êrîş jî nake.  Heta ku Gilgamêş Enkîdû nekişand aliyê xwe êrîş nebir ser daristanên Kurdistanê.

Kurdan di dused salên dawî de gelek li ber xwe dan, serî rakirin û şer kirin. Lê serkeftineke mezin pêk nehat. Yek ji sedema van têkçûnan têkiliya bi dewletê re bû. Kesayet û hêzên ku serî hildidan bi dewletê re pirsgirêka wan a bîrdozî tune bû. Bi hêzên ku li hemberî wan şer dikirin re nakokiyeke bîrdozî tune bû. Jixwe îxanet û binketin jî ji nezelaliya bîrdozî çêdibe. Heke nakokiyeke bîrdozî bi hêzên dijber re tune be wê demê tu wateya şer jî namîne û tu wateya serhildanê jî namîne. Dewlet îxanetê li ser bîrdoziya hevpar ava dike. Ji ber vê jî ji bo pêşî li îxanetê were girtin di serî de divê di aliyê bîrdozî de zelalbûn hebe. Divê bîrdozî xurt be. Bîrdozî çi ye? Bîrdozî tevahiya nirxên madî û manevî ye. Heke nirxên civakê yên madî û manevî ji nirxên dewletê ne cuda bin jixwe wê demê hewcedariya têkoşînê jî tune.

Em werin ser mijara qewmê kewê. Dema mirov li dîroka Kurdistanê û sekna civaka kurd dinêre ev pênase vala derdikeve. Ne kurd kew in û ne jî civaka kurd qewmê kew in. Divê heqîqeta civakan bi yekalî neyê destgirtin. Civaka kurd pênc hezar sal e di bin êrîşa hêzên dewletî de ye. Ne hêsan e ku civakek demeke ewqas dirêj li ser lingan bimîne. Heke pênc hezar sal in vê civakê jiyana xwe hebûna xwe parastibe, ev jî tê vê wateyê ku îxanet bi ser neketiye. Her tim hêzên serdest xwestine bi îxanetê civaka kurd tune bikin lê rayên xurt û çanda berxwedanê her tim pêşiya tunebûnê girtiye. Îxanet ne çanda kurdan e. Çanda serdestan e. Serdest ji bo kurdan têk bibin ev rêbaz dane meşandin.  Çanda kurdan çanda berxwedan û azadiyê ye. Her tim xwestiye wekî xwe bijî. Îro israra di forma eşîr û qebîleyê de jî hinekî jî ber xwesteka azadiyê ye. Dixwaze her wekî xwe bimîne. Lê rastiya îro vê nîşanî me dide ji bo karibî hebûna xwe biparêzî û jiyaneke azad bijî divê li hember hêzên serdest yekitî hebe. Navê vê yekitiyê jî netewa demokratîk e. (Dawî)

Nûçeyên Têkildar