Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Destana Zapê wê dubare bibe’

Gerîlayên ku li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe didin dibêjin; "Çawa ku sala 2008'an li Zapê, 2021'ê jî li garê têk çûn, heman destan wê îro jî dubare bibe. Li gel rê û rêbazên xwe yên qirêj jî wê nikaribin li ber berxwedana gerîla bisekinin."

Gerîlaya YJA Starê Nûşîn Botan têkildarî şer û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk axivî. Gerîla Nûşîn Botan destnîşan kir ku dê dewleta tirk li pêşberî berxwedana gerîla têk biçe. Botan diyar kir ku niha şerekî mezin diqewime û wiha got: “Şerê ku diqewime ji bo me tiştekî nû nîne. Em li benda operasyonê bûn û me amadekariyên xwe li ser vî esasî kiribû. Bi taybetî operasyona li Zapê bi dijwarî dimeşe. Tê zanîn ku di sala 2008’an de jî ji xwe pir bawer bûn, lê gotin di cih de be ‘siwar hatin û peya çûn’.”

Nûşîn Botan bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re û wiha got: “Di navbera AKP, MHP û KDP de çi cûdahî nîne. Tenê nav tên guhartin, di cewherê de, naverok ango hişmendî yek e. Rastiyeke niha heye ew jî PDK bûye parçeyek wê dagirkeriyê ku dewleta dagirker a tirk temam dike. PDK li dijî rastiya gelê kurd disekine û mirov ji bo wan dikare bibêje ‘Kurdên aşiqê celladê xwe’.”

‘Gel û gerîla bibe yek wê dijmin têk biçe’

Gerîlaya YJA Starê herî dawî li ser rêveçûna şer axivî û ev tişt anî ziman: “Şerê ku niha tê meşandin bi dijwarî dewam dike. Berxwedan û lehengiyeke pir mezin tê nîşandan. Wekî ku Ş. Çiyager dibêje, çi dibe bila bibe encama wê bi heybet be. Çawa di sala 2008’an de li Zapê li bin ketin, çawa di 2021’an de li Garê têk çûn wê îro jî ew destan xwe dubare bike. Her çiqas teknîk, kîmyasal, rê û rêbazên qirêj bi kar bînin jî nikarin li hember berxwedana gerîla bisekinin. Em di wî warê de xwedî ezmûnên mezin in. Li ser wê esasê em dixwazin herkes tevli vî şerî bibe. Ne tenê li ser gerîla bimîne çar aliyê Kurdistanê divê gelê me bikeve tevgerê. Gel û gerîla bibe yek wê dijmin têk biçe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar