PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Destdirêjiya li Kurdistanê

Beriya bi çend rojan ango 12’ê nîsanê li Şirnexê bûyereke tacîzê çêbû. Çawîşekî pispor ê dewleta tirk tacîz li jinên kurd kir û li ser vê yekê xelkê jî dest li rewşê werdan. Di encama vê destwerdanê de jî ew çawîşê pispor bersiva xwe girt. Şirnexiyan nîşan dan ku yên dest dirêjî li me bike ewê destê wan bê şikandin.

Bûyerên tacîz û tecawizê ne tesadufe ku ewqasî li Kurdistanê pêk tê. Dehê salan şerekî taybet di vê mijarê de li Kurdistanê tê meşandin. Dewleta tirk bi zanebûn esker, polîs û karmendên xwe li Kurdistanê bi cih dike û li ser vê yekê wan wezîfedar dike. Yanî karê wan ê sereke dest dirêjî û dagirkerî ye. Bûyera li Şirnexê ne ya pêşî ye. Her roj bûyerên bi vî rengî diqewimin, lê piraniya wan jî veşartî dimînin. Gelek jinên ciwan hene ku bûyerên bi vî rengî bi serê wan hatine, lê vedişêrin û ji ber şerma civakê ditirsin eşkere bikin.

Ev yek jî bi polîtîkayên qirêj ên dewleta tirk re têkildar e. Dewleta tirk di vê mijarê de şerekî qirêj û taybet dimeşîne. Li Kurdistanê destpêkê dest tavêjin jinan ango wan dikin hedefa xwe. Dewletê ji bo vê yekê jî peyayên xwe erkdar kirine. Li ser vê mijarê jî girîngiyek taybet heye. Dewlet dizane ku çiqasî karibe jina kurd têxe bin kontrolê, wê ewqasî karibe civakê jî pûç bike. Lewma dizane ku Jin jiyanê temsîl dike. Dewletê ji bo vê yekê bi deh hezaran karmend, esker û polîsên xwe li Kurdistanê wezîfedar kiriye. Ji jinê dest pê dikin û dest dirêjî li hemû nirxên civakê dikin. Ziman, çand, nasname û axa welatê me di hedefa wan dagirkeran de ye.

Tacîz, tecawuz, fihûş, narkotîk û diziya li Kurdistanê bi destê dewletê tê kirin. Ji bo vê yekê jî jin û ciwanan dixapînin û wan tînin lîstikê. Bi derewan û sextekariyan hewl didin jinên ciwan ji rê derxînin. Lê divê bê zanîn ku ew esker û polîs endamên şerê taybet ê dewletê ne. Her kesî wisa ji rêzê li Kurdistanê wezîfedar nakin. Eger dewlet hinekan dişîne Kurdistanê, wan perwerde dike û bi vî rengî li wê derê bi cih dike. Ji wan re dibêje hun çiqasî karibin ewqasî kiryarên xerab bikin.

Tacîz û tecawiza li Kurdistanê gelekî zêde ye û dewlet vê yekê organîzekirî pêk tîne. Ev yek li her dera Tirkiyeyê jî heye, lê meseleya li Kurdistanê ne ji rêzê ye. Divê gelê me û malbatên kurd jî di vê zanebûnê de tevbigerin. Ev mijareke sereke ya rûmetê ye. Çawa dibe ku malbatên kurd destûra wan esker û polîsan bidin têkevin malên wan. Divê jinên ciwan jî wan esker û polîsan nêzî xwe nekin.

Bûyera li Şirnexê helwestek rûmetê bû. Xelkê Şirnexê xwedî li rûmeta xwe derketin û ew destê dirêjî nirxên me bûyî şikandin. Bersiva herî rast pêwîst jî ew bû. Divê ev helwest li seranserê Kurdistanê hebe. Heman helwest û îrade li çend deverên din were nîşandan, wê ew esker û polîs nema karibin bi rehetî bigerin. Divê ew esker û polîs di ferqa wê de bin ku ew der Kurdistan e û hebûna wan a li wê derê talûkeye ji wan re.

Nûçeyên Têkildar