PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Destdirêjiyên li Kurdistanê rêbaza şerê taybet e’

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li navenda giştî ya partiya xwe derbarê mijarên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.

Başaran bi kuştina Îpek Er a 18 salî ku çawişê pispor Mûsa Orhan destdirêjiyê lê kir û dawî li jiyana xwe anî dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Destdirêjiya li dijî jinan bi sed salan e wek rêbazek şer tê bikaranîn. Li bajarên bakurê Kurdistanê destdirêjiya li dijî jin û zarokan bi destê dewletê tê kirin. Ev jî rêbaz û polîtîkaya şerê taybet e.”

Başaran ji ber vê bûyera Îpek Er bûyerek di sala 2013’an de li navçeya Midyada Mêrdînê bi bîr xist û diyar kir ku cerdevanan jinek revandiye û destdirêjî pê kirin û bûbû sedema mirina wê jinê. Başaran got ev malbat 7 sal in têkoşîna edaletê birêve dibe.

Başaran gelek bûyerên destdirêjiya li dijî zarok û jinên kurd bi bîr xist û da zanîn ku rayedarên dewletê bi zanebûn ser sûcên tên kirin vedişêre.

Di axaftina xe de Başaran bersiva Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû yê ku li şûna kujer Mûsa Orhan, HDP’ê kir armanca xwe jî da û wiha got: “Kes nikare me bidarizîne. Yê ku herî dawiyê wê dikaribe me bidarizîne ew jî Suleyman Soylû ye. Yên ku dixwazin ser bûyerê bigirin wê nikaribin hesab ji me bixwazin. Li Tirkiyê li ser medya civakî lêgerîna edaletê tê kirin û xwestin. Ev jî şerma rayedaran e.”

‘Çi derdê we bi peymanê re heye’

Başaran bal kişand ser Peymana Stenbolê ya ku bûye armanca îktîdarê û wiha domand: “Çi derdê we bi Peymana Stenbolê re heye gelo? Peyman destkeftiyek e û em ê peymanê biparêzin û ji bo wê têbikoşin.”

Her wiha Başaran bal kişand ser salvegera yekemîn a tayînkirina qeyûman û wiha got: “Çawa qeyûm hatin tayînkirin ewilî destkeftiyên jinan kirin armanca xwe û tune kirin. Naxwazin ku jin bibin îrade.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar