Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Destê alîkarî dirêjî hev bikin

Ji Xoya rojhilatê Kurdistanê bigire heta Riha, Amed, Dîlok û gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê  û digihêje Rojavayê Kurdistanê karesateke xwezayî ya erdhejê rû da. Di vê erdhejê de ziyanên herî mezin giha bajar û xelkê kurd ên li wan herêman dijîn.

Siyaseta dewletên dagirker ên li ser kurdan diyar in, ji bo wê ye ku divê xelkê herêmê destê alîkariyê bi ruhê seferberiyê dirêj bike. Malê xwe, nan û ava xwe bi mexdûrên erdhejê re par ve bike. Bi taybet rewşa erdhejên Xoyê ya rojhilatê Kurdistanê di vê sir û seqemê de li ber çav e. Di serî de divê xelkê rojhilatê Kurdistanê bi hemû rengî alîkarî berhev bike û bi rêya sazî û dezgehên sivîl ên demokratîk bigihînin van herêmê.

Hê êşa Xoyê nehatî bîrkirin, sibeha 6’ê adarê bakurê Kurdistan, Tirkiye û Rojava erd hejiya û ziyaneke mezin ber kurdan ket. Bi taybet ji Gurgum (Mereş), Meletî, Riha, Wan, Dîlok, Amedê, Edene, Osmaniye bi sedan avahî hilweşiyan. Ziyanên canî her diçe zêdetir dibe. Bi hezaran kes bi in xirbeyên avahiyan de mane.  Hemwextî wê li rojavayê Kurdistanê bi heman rengî. Mirov niha hejmareke zelal a qurbaniyan nikare bîne ziman, ji ber hê bûyer nû ye û bi hemû rengî ji bo kêliyek berî kêliyekê welatiyek ji bin xirbeyan bê rizgarkirin, kar tê kirin.

Diyare ku wê mîna her carê desthilat û taybet hikûmeta AKP-MHP’ê vê karesatê jî ji bo xwe bike fersenda propagandaya hilbijartin û mayîna desthilata xwe. Ji bo wê ye ku her karê bike wê bi armanc bike, nêzîkatiya ji bo kurdan û dîsa alîkariya ji bo herêmê bê şandin, wê mîna berê ji bo xwe bikar bîne. Ji bo wê ye ku divê her kes bi ruhê seferberî û erkê mirovî û wijdanî destê alîkariyê bigihîne sazî û dezgehên bi qîm ku bikare vê alîkariyê bigihîne mexdûran. Dîsa mal û cihên xwe bikin navendên alîkarî û parastina mexdûran.

Di vê demê de ku karesatên wiha serê mirovan tê, hêvî û bendewariyên herî mezin ji nêzîk û derdor tê. Ji bo wê ye ku taybet gelê kurd bi bayê lezê li dorî sazî û dezgehên xwe kom bibin û li gorî pîvan û kordîneyên saziyên xwe alîkarî û bi hewara mexdûran ve biçe. Kî/ê çi jê tê dibe, bê ku bêje biçûk û mezin e. Her alîkariya bê kirin, jiyanê rizgar dike û girêdana wijdanî, mirovî zêdetir dike û erkê mirovî tîne cih. Kes bila alîkarî bi rêya saziyên dewletê neşîne, ji ber ku mînakên vê berî niha bi dehan car bûne, ew alîkarî ji bo hevkarên desthilatê diçe, ne ji bo mexdûran.

Rojavayê Kurdistanê jî para xwe ji vê yekê girt, bi tayber xetên sînor Efrîn, Kobanê, Minbic, Heleb, Hema, Tertûz û Laziqiyê jî hejiyane û bi sedan avahî hilweşiyane. Heta niha bi sedan kes jiyana xwe ji dest dane, bi sedan kes jî birîndar bûne. Ji xwe derfetên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir sînordar bûn, bi ser de jî rûdaneke wiha rewşa jiyanî û civakî wê aloztir bike. A girîng li vir divê gelê me yê Rojava çawa bi ruhê seferberî li dijî dagirkerî li ber xwedide her kêlî, divê ji bo vê karesatê jî her kes bikeve seferberiyê. Alîkariyên xwe bigihînin xelkên mexdûr û bi ruhê komîn jiyana xwe nanê xwe bi hev re parve bikin.

Ji ber ku ya me û gelê me ji vê yekê rizgar bike, ev parvekirin û hevkarî ye. Ji bo wê eger tişta herî lezgîn bê kirin, mirov nebêje kêm zêde çi ji destê tê, bi mal, mil û hewara wan mexdûran ve çûyîn e. Gelê me wê bi hevkarî û alîkariya nanê xwe vê karesatê derbas bike û neke ku kes mihtacê destê nemerda bibin. Her wiha Kurdên derveyî welat jî bikarin bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê destê alîkariyê dirêjî xelkê mexdûr ên erdhejê bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar