Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Desteya Tenduristiyê: Di êrîşan heta niha de 218 sivîl şehîd û 653 jî birîndar bûn

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk ên heta niha de 218 sivîl bi hovane hatine qetilkirin û 653 sivîl jî birîndar bûne

Dewleta tirk a dagirker û komê wê yên çete di 9’ê cotmehê saet 16.00’an de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşeke qirkirinê da destpêkirin. Dewleta tirk di êrîşên xwe de balafirên şer, tank, top, hemû cureyên fuzeyan û çekên giran û bi dehhezaran çeteyên DAIŞ, El Qaîde, El Nusra û OSO’yê bi kar tîne. Dewleta tirk ku dixwest gelê herêmê koçber bike, ji destpêkê heta niha bênavber qadên sivîlan topbaran û bombebaran dike. Her wiha çekên kîmyewî bi kar tîne. Di encama van êrîşan de bi sedan sivîl hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn.

Têkildarî mijarê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da û der barê hejmara sivîlên hatin qetilkirin û birîndarkirin agahî bi raya giştî re parve kirin.

Ji birîndaran 35 jê zarok in

Desteya tenduristiyê da zanîn ku di êrîşên heta niha yên hêzên dagirker ên artêşa tirk û komên çeteyên wê de 218 sivîl şehîd bûn û 653 sivîl jî birîndar in. Desteyê da zanîn ku di heman demê de ji birîndarên heyî 35 jê zarok in.

Banga vekirina korîdora mirovî

Her wiha endamê Rêveber ê Nexweşxaneya Lêgerînê ya Til Temirê Hesen Emîn jî têkildarî şehîd û birîndaran de agahiyên girîng dan. Hesen Emîn da zanîn ku heta niha zêdetirî 555 sivîlên birîndar û 100 sivîlên şehîd ku gelemperiya wan ji Serêkaniyê ne hatine anîne nexweşxaneya wan. Emîn got ku ji birîndarên Serêkaniyê gelek jê laşê wan şewitî ye û wiha dom kir: “Îxtîmaleke mezin sedema van birînan, çekên kîmyewî ne ku di qada navneteweyî de bi kar anîna wan qedexe ye. Lewra em bang li tevahiya saziyên navdewletî yên girêdayî karûbarên mirovî dikin ku êrîşên dewleta tirk bidin rawestandin û ji bo derxistina sivîlên birîndar korîdorekê ji Serêkaniyê re vekin. Dewleta tirk li dijî gelên herêmê êrîşên qirkirinê dike.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar