Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Destgîrkirin’ peyvek şaş û nebaş di ragehandina kurdî de

Dan û sitandin a peyvan di her zimanekî zindî de heta astekê normal e û dibe ku ziman dewlemend bike. Lê şert û merc pêwîst e. Çawa dan û sitandinên aborî di navbera welatan de gumrik be, di navbera zimanan de jî divê gumrikek hebe. Ew gumrik jî ji bo her zimanî li gor lojîka wî zimanî tê ava kirin. Zimanek ne xwedî gumrikek taybet be dê bibe bazarke bêsînor a peyvên curbecur ên zimanên din û xwe winda bike. Êdî ew ziman namîne. Dibe zimanek din ku ne kes xwedî dike û ne ew kesî xwedî dike.

Taybetî hin peyvên zimanên din hene gava dikevin zimanê kurdî de, bandorê li ser lojîk a hundirîn a zimanê kurdî û li ser hin peyv û îdiyomên din ên resenên kurdan dikin. Bi wateyek din çemk û qewramên peyvên din di zimanê kurdî de tevlihev dikin.

Destgîrkirin yek ji wan peyvan e! Peyvek şaş û nebaş e ku berî çend salan li Başûr û Rojhilat ket nava ragehandina soranî û niha jî ketiye malper û ragehaninên kurmancî jî. Rojane em dibînin û dibihîsin ku rojnemager çep û rast dinivîsînin ewqas însan hatin destgîrkirin. Hevşaredar an nûçegehan a filan der ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin. Mirov şaş dimîne ma qey ew mirov û polîs ji hevdu hez dikin?

Destgîrkirin wek tê zanîn peyveke raste rast ji zimanê farsî hatiye û ketiye nav zimanê kurdî. Raste rast li vir dibe ku tevlihevî çêbibe.

Çima? Heke destgîrkirin li şûna girtin û binçavkirinê were bikaranîn nebaş e û tevliheviyê çêdike?

Bersiva kurt ev e:

“Destgîr” bi wê wateyê wekî berê jî hat gotin, peyveke farsî ye ji du peyvên “Dest” û “gîr” çêbûye. Dest hema dest e û “gîr” ji lêkera “gêreften” an bi kurdî “girtin” hatiye. Li cem me kurdan jî ji dest û girtin hin peyv çêbûne. Lê peyvên ku ji dest û girtin hatine çêkirin, hemû pozîtîv in. Em binêrîn di zaravayên kurdî de dest û girtin (gîr) bi çi awayî hatine cem hev û çi çêkirine.

Kurd dibêjin: Em hawîne le Bexda karim kird baş bû hendêk parem destgîr bu (vê havînê li Bexdayê  şixulîm, baş bû hin pere destê min girt). Li vir destgîrbûn bi wateya destxistin an dahat tê bikaranîn. xuyaye pozîtîv e. Jixwe her kes ji pere hez dike!

Kurd dîsa dibêjin: mirovekî baş bû destgîrî hejaran bû, an destgîroy feqîr û hejar bû. Li vir jî destgîr (hin cih dibêjin destgîro) bi wateya arîkarî tê û ew jî peyvek pozîtîv e.

Kurd her wiha dibêjin: maweyeke bêkarim. Deçime lay mam Cemal destim bigrêt û karêkim bo bibînêt. Li vir jî destgirtin heman arîkirin e yanî yarmetîkirin e.

Dest û girtin her wiha di evîndarî ya navbera keç û xortan jî xwedî dîrok û wate ye!

Di soranî de destgîran û di kurmancî de destgirtî heye. Herdû peyv ji dest û girtin hatine çêkirin.

Xuyaye her kes dixwaze destê/a wî/ê ji aliyê destgirtî yê/a wî/ê bê girtin, ne ji aliyê polîs û jendermeyan ve.

Niha em vegerin ser wê peyva şaş a ku ji farsî hatiye. Cem farsan dibêjin polîs destê kesêkî digire û dixe hepsê. Cem tirkan heke ne şaş bim polîs diçe berokê/a însan digire, lewma dibêjin yakalandi.

Lê kurd her tim bindest bûne. Lewma sûcdar û bêsûc her tim gava ketine destê çekdarên dewletê, ji xwe re gotine binçav. An desteser. Bi soranî jî dibejin qolbest (yanî polîs qol an baskê kesên girtî girê daye).

Destgîrkirin bi wateya binçavkirin were bikaranîn peyvek negatîv e. Tu kes, heke sucdar be jî, naxwaze ji aliyê polîs û jendermeyan ve destgîr bibe yan were destgîrkirin. Bi taybet li cem me kurdan ji xwe kes ji polîsan hez nake! Lê destgîr,destgîro û destgirtî ku ewan jî ji dest ê girtin çêbûne, pozîtîv in. Tevlihevî li vir çê dibe.

Mirov gereke li wan ragehandinkaran ku çep û rast ji bilî binçavkirin, desteserkirin (destbeser kirdin), qolbestkirdin û girtin, “destgîrkirin” bikar tînin, bipirse gelo hûn ewqas ji polîsan hez dikin? An hûn polîs û jendermeyan wek “destgirtî” yan arikarê/a çalakvanên siyasî yên kurd dibînin ku her tim behsa “destgîrî”ya wan ji aliyê polîsan ve dikin?

Nûçeyên Têkildar