Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Desthilat ji têkoşîna gelê kurd û Partiya Çepên Kesk ditirse’

Alîkarê Hevserokatiyê ya HDP’ê Tayyîp Temel diyar kir ku Partiya Çepên Kesk pêl bi pêl tê û wiha got: “Desthilatdarî bi vê operasyonê difikire ku wê îradeya kurdan asteng bike. Ev yek jî nîşan dide ku çiqas ji têkoşîna kurdan û Partiya Çepên Kesk ditirse.”   

Ji bo gelê kurd û gelên Tirkiyeyê hilbijartinek girîng nêz dibe. Li Tirkiye û Kurdistanê wê 60 milyon û 904 hezar û 499, li derveyî welêt jî wê 3 milyon û 286 hezar û 786 hilbijêr dengê xwe bidin. Li Kurdistanê piştgiriyek mezin ji bo Partiya Çepên Kesk heye.

Desthilatdariya AKP’ê ku ji gel ditirse, li Kurdistanê artêşa polîsan datîne ber buroyên hilbijartinê û avahiyên partiyê.

Alîkarê Hevserokatiyê ya HDP’ê û Parlamenterê Wanê Tayyîp Temel têkildarî girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê ji ANF’ê re axivî.

‘Partiya Çepên Kesk pêl bi pêl tê’

Temel diyar kir ku desthilatdarî bi vê operasyonê difikire ku wê îradeya kurdan asteng bike û wiha got: “Ev yek jî nîşan dide ku çiqas ji têkoşîna kurdan û Partiya Çepên Kesk ditirse. Partiya Çepên Kesk pêl bi pêl tê. Çi dikin bila bikin, wê nekarin coşa gel rawestînin.”

‘Divê ciwan tevlî xebatên Partiya Çepên Kesk bibin’

Temel anî ziman ku di 14’ê Gulanê de tenê du bijartek li pêşiya wan e û ev tişt got: “Yan em ê ji faşîzmê re bêjin, raweste. Yan jî faşîzm wê zêde bibe û gelên me bê nefes bihêle. Yan em ê rêya demokrasiyê vekin, yan jî dîktatorî wê hîn xurtir bibe. Ev hilbijartin ji bo kurdan û gelên Tirkiyeyê gelek girîng e. Her dengek gelek bi nirx e. Divê em nebêjin ‘Wê bi dengê min çi çêbibe?’ Lewma divê em di 14’ê Gulanê de bi berpirsyariya dîrokî, teqez biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.

Ez bang li gelê me yê ku li derveyî welêt deng bi kar bîne jî dikim. Em dengê xwe ji bo têkbirina vê desthilatdariya faşîst, bi kar bînin. Em ji bîr nekin ku Partiya Çepên Kesk çiqas ji sindoqan xurt derkeve, çiqas xurt biçe Meclîsê, wê faşîzm têk biçe û gelên me bi ser bikeve.”

Temel bal kişand ser doza girtinê ya li ser HDP’ê û destnîşan kir ku wan bi Partiya Çepên Kesk, gefa faşîzma AKP-MHP’ê pûç kiriye.

Alîkarê Hevserokatiyê ya HDP’ê û Parlamenterê Wanê Tayyîp Temel ragihand ku weke Partiya Çepên Kesk armanca wan ew e ku ji rêjeya ji sedî 20 de xwe bigihînin rêjeya yek dengê û herî kêm bi 100 parlamenteran, di parlamentoyê de cihê xwe bigirin. Temel wiha pêde çû: “Herî kêm bi 100 parlamenteran re em ê bikevin parlamentoyê û di qanûnan de bibin berdevkên gel, çewisandiyan, kedkaran û nasnameyan. Em bang li ciwanan dikin ku tevlî xebatên Partiya Çepên Kesk bibin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar