Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê xwezaya Botanê qir dike

Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram bertek nîşanî qirkirina ekolojiya Botanê da û ev bang li her kesî kir: “Cûdî, Gabar, Besta, Licê, Sêrt, Çewlik, her roj bi talanê re rû bi rû dimînin. Werin em hemû bi hev re li dijî vê qirkirina ekolojîk bi hev re rabin û dengê xwe bilind bikin.”

Desthilata faşîst a  AKP-MHP’ê bi qasî neyarê mirovahiyê ne ewqasî neyarê ekolojiyê ne jî. Bi taybetî jî ekolojiya Kurdistanê bi zanebûn qir dike. Li çiyayên Gabar, Cûdî, li herêma Bestayê yên bi ser Şirnexê ve qirkirina xwezayê ya ku 3 sal beriya niha bi destê cerdevanan ve hatiye destpêkirin bênavber didome. Di encama birîna daran de xweza tê talankirin. Heta niha bi milyonan dar hatine birîn. Li Gabarê di bin navê “Lêgerîna neftê” qadên talanê tên berfirehkirin. Her roj ji aliyê medyaya desthilatdariyê ve talana herêmê weke serkeftinekî û çavkaniya debarê tê serwîskirin.

Lê belê di dîmenên li herêm tên girtin de talana li herêmê radixe berçavan. Li herêmên navborî bi kepçeyan dar ji kokê tên rakirin û birîn û dînamît lê tên teqandin. Deverên pîroz ê weke goristanan jî ji vê rûxandinê para xwe digirin û tên wêrankirin.

Her wiha ev rûxandin ango wêrankirin xesarê dide her cureyên ajal û zindiyên li herêmê. Kanî û rûbar ji ber rûxandinê ziwa dibin û av kêm dibe. Her wiha nefta ku dikeve nava avê jî qirêj dike.

Gundê Şêxê Reş ango Ziyaretê li çiyayê Gabarê dimîne ev bi mehane ku şêniyên gund ji ber ku neft tev li nav ava wan bûye û bîrên avê jî ji ber dînamîtên ku tên teqandin xetimîne, bi pirsgirêka avê re rû bi rû mane. Her wiha di dîmenên ku hatine girtin de tê dîtin ku kevirên ku bi dînamîtan nayên hilweşandin bi makîneyan kar hildiweşînin.

Li aliyê din ji salên 1990’î ve ketina 37 gundên li herêmê hatiye qedexekirin. Ji bilî cerdevan û leşkeran kes nikare bikeve gundên qedexekirî. Hat îdiakirin ku cerdevanên ku ketine gundên welatiyan dest danîne ser rez û baxçeyên welatiyan û berhemên ku di bax û baxçeyên wan de diçînin tînin li bazarên Cizîr û Şirnexê difiroşin.

Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram bertek nîşanî talana li herêmê hatiye destpêkirin da û bang li hemû tevgerên ekolojiyê kir ku bikevin nava liv û tevgerê. Şenbayram bal kişand ser talana salên dawî ya li herêma Botanê tê kirin û wiha axivî: “Di salên dawî de li Gabarê xebatên lêgerîna neftê bi awayekî cidî bi birîna daran tê kirin. Birîna daran wêrankirina xwezayê ye. Bi teqandina dînamîtan, li herêmê ji xeynî mirovan jiyana zindiyên din jî ji holê rabû. Daristanên herêmê û cureyên nebatan a li herêmê di xetereyê de ye. Ev rewş dibe sedema kêmbûna dar û daristanan. Her çiqasî weke tevgerên ekolojiyê me gelek caran li dijî vê talanê çalakî li dar xistibin jî bê encam man e. Banga me ji hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk, tevgerên ekolojîk, partiyên mûxalefetê û gelên Tirkiyeyê re heye; bila  li dijî vê wêrankirina herêmê derkevin, her carê li metropolên Tirkiyeyê bêdengî tê dîtin. Banga me ji hemû gelên Tirkiyeyê re ew e ku li dijî vê qirkirina ekolojîk bi hev re rabin. Cûdî, Gabar, Besta, Licê, Sêrt, Çewlik, her roj bi talanê re rû bi rû dimînin. Werin em hemû bi hev re li dijî vê qirkirina ekolojîk bi hev re rabin û dengê xwe bilind bikin Heke ku em Cûdî ji Akbelen cuda nebînin, wê demê em nikarin van polîtîkayên talankeriyê ji holê rakin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar