Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li aliyekî bi çekên kîmyew, bombebaranê û li aliyê din jî bi destê cerdevan û şîrketan xwezaya Kurdistanê qir dike. Qirkirin û talana li navenda Şirnexê û navçeyên wê bênavber didome. Talana heyî bi destê cerdevan, leşker û şîrketên nêzî îktîdarê tê kirin û metirsiyeke mezin li ser jiyana gel çêdike. Yek ji navçeyên Şirnexê ku talaneke xwezayê ya mezin lê tê kirin jî Qileban e. Xwezaya navçeyê bi qadên madenan tê tunekirin. Li Qilebanê ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Maden û Petrolê (MAPEG) ya girêdayî Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî ve li qadeke 540 hezar û 097,7 dekar bi kapasîteya 250 hezar ton, îhale ji bo madenên çînko, risas û sifirê hate vekirin. Qada ku ji madenê re hatiyê vekirin ji sedî 75’ê navçeyê dixe bin bandora xwe û qadeke fireh dagir dike. Li gundê xebatên madenê lê tên meşandin jî qadên jiyanê li gundiyan teng bûne.
Li herêma çiyayî ya di navbera gundên Kiror û Roboskî yên navçeya Qilabanê de di navbera her 100 metreyan de lêgerîna madenê tê kirin. Makîneyên înşaetê ku heta lûtkeyên çiyayan diçin, qadên daristanên herêmê jî tune dikin. Şîrketa Anonîm a Komir Mîneral Madenvanî Pîşesazî Bazirganiyê ya Aksuyê li gundê Ziravikê li qadeke 15,77 hektarî xebatên kana komirê dike. Gundê Şiwêtê yê Qilebanê ku di nava kanên komir û madenên cuda de hatiye dorpêçkirin, yek ji wan gundan e ku herî zêde di bin bandora madenan de dimîne. Xwezaya gund a tê talankirin, di bin toza komirê de dimîne.
Şêniyên gundê Şiwêtê diyar kirin ku ji ber toza komirê ew nikarin berhemên xwe yên çandiniyê kom bikin û beravêtî û toza madenê bandoreke neyînî li ser tendûristiya wan dike.
Ji şêniyên gund Ahmet Tonga anî ziman ku li herêmê gelek xebatên madenê hene û qadên xwezayê tên talankirin. Tonga, diyar kir ku li herêmê ji ber xebatên madenê sewalkarî ber bi dawîbûnê ve diçe û wiha axivî: “Ji ber toza komirê em ne dikarin fêkî ne jî zebzeyên xwe bixwin. Qadên ku em bikarin tê de bijîn ji holê rakirine. Me debara xwe bi mêşvanî û sewalkariyê dikir. Ji ber madenan em ne dikarin sewalan xwedî bikin ne jî mêşan. Hemû çiyayên me hatinê kolandin. Ji me re qada jiyanê nehiştin. Daxwaza me ew ê ku ev maden bên girtin.”
Ji şêniyan Hacî Akgun jî xwest xebatên lêgerîna madenê bên bidawîkirin û wiha got: “Beravêtiyên madenê diavêjin nava newalê û dema baranek dibare, ew qirêjî tevek tê nava gund. Darên me yên fekî ji ber qirêjiya beravêtiyan û toza madene hişk bûne. Edî welatî bêzar bûne ji ber madenan. Em zebze diçînin lê ji ber toz û dûmanê em nikarin bixwin. Divê pêşî li vê yekê bê girtin. Bila van madenan li vir rakin. Heke ranekin jî bila çareseriyeke bibînin da ku ev toz, dûman û qirêjî di nava gund belav nebe.”
Ji welatiyan Ekrem Kaya jî bi lêv kir ku ji ber xebatên madenan qadên wan ên jiyanê tên jehrîkirin. Kaya, wiha domand: “Heke ew xebatên madenê nesekinin welatî wê neçar bibin ku koçber bibin. Heke neçin ma dê li vir çi bikin? Li vir jiyan nemaye. Hemû çiyayên me kolandine. Hemû toz û dûmana madenê bi ser gund ve tê. Em çandiniyê dikin lê hemû fekî û zebzeyên me di nava tozê de ma ne. Li vir cihekî ku ew xebata komirê bê kirin nîne. Li vir mirov dijîn. Jiyana me ne ewqas erzan e. Daxwaza me ew e ku ew xebatên madenê bi dawî bibin.”