Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Desthilata tirk di nav poşmaniyên xwe de digevize

Şefê tirk Erdogan gotibû, di rojên pêş de wê mizginiyan bide. Desthialta faşîst 4’ê mijdarê ku salvegera êrîşa qirkirina siyasî ye, li dijî siyaseta demokratîk bû careke din bi heman rengî êrîşeke qirkirina siyasî kir. Şaredariyên Mêrdîn, Êlih û  Xelfetiyê dagir kir. Ji xwe çend roj  berê dest danîbûn navçeya Esenyûrt a Stenbolê jî.

Çi bû? Qaşo ji bo lihevhatinê û xurtkirina eniya navxweyî dest dirêjî DEM Partî kiribûn, bangên nermkirina têkiliyên siyasî dikirin, qaşo bangê aştiyê dikirin. Çima qeyûm, êrîş û komkujî?

Pêşî vê bêjim, sedem çi dibe bila bibe siyaseta demokratîk di rêvebirina vê pêvajoyê de lewaz ma. Bandora vê jî li ser civakê bû sedema bendewariyên pûç û şikestinê. Lê axir ji ber polîtîkbûna civakê desthilata faşîst her carê heman encamê dibîne û bi ser nakeve.

Ev demeke di rojevê de ye, li Rojhilata Navîn şerê Îsraîl û Hamasê berfireh dibe û Îsraîlê, Îran daye ber xwe. Ev şerê heyî ango dizaynkirina Rojhilata Navîn wê bandor li tevahî cîhanê bike, dike jî. Elametên van guherînan jî her roj diyar dibin û her diçe şênber dibe.

Niha piştî gav avêtinên sosret ên ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê, nûnerên Tevgera Azadiya Kurdistanê ev helwest baş pênase kirin. Gotin AKP-MHP di siyaseta navxweyî û derve xitimiye, ji ber vê yekê van gavan diavêje. Belê raste, lê gavên ku tê pêşbinîkirin çi ne? Niha ev yek ji buyerên dawî derketin holê.

Di polîtîkayên nû yên li Rojhilata Navîn de dewleta tirk di nav dubendiyekê de ye. Wekî hemû dewletên herêmê Tirkiye jî hewl dide li gorî geşedanên di navbera Îran û Îsraîl de helwestekê bigire. Lê vê yekê bi fikar û tirsekê zelal kir, ev jî gumanên li ser helwesta dasthilata AKP-MHP’ê zêde dike. Dema rewşa tekiliyên derve jî lê bê zedekirin desthilat di rewşeke asê de ye, ango xitimiye û di nav poşmaniyên xwe de digevize.

Doza kurd astengiya pêşiya siyaseta berfirehbûna dewleta tirk e û lewma vê yekê di xitimîbûna xwe de weke firsend dibîne. Lê gelo armancên nîqaşên desthilata Tirkiyeyê çareseriyeke demokratîk e, yan tasfîyekirina hêza xweser a kurdan e.

Di şerê Hamas û Filistînê de jî me dît ku saziyên navneteweyî ji aliyê hêzên serdest ên cîhanê muxatab nayên girtin, peyman û qanûnên navneteweyî êdî nayên naskirin. Aktorên pêşiya şer digirin hemû bêbandor kirine. Ji ber ku dixwazin pergala heyî biguherînin, çi ma li gor normên berê tevbigerin? Baweriya raya giştî yê cîhanê bi NY’ê ango bi Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî maye gelo? Em di serdemeke wisa de ne ku hemû mekanîzmayên navneteweyî tên bêbandorkirin û têk diçin. Jixwe desthilatên wekî Pûtîn, Îran,  Netanyahû û Erdogan jî di rewşên wiha de firsendê dibînin ku bigihêjin armancên xwe yên dagirkerî û berfireh bûnê. Ma Ewropa çima ber bi desthilatên rastgir ve diçe. Hemû dewlet siyaseta navxweyî di demên wiha de dizayn dikin, yan bi diyalogê yan jî bi komkujî yan.

Dewleta tirk jî vê pêvajoyê wiha bi rê ve dibe û siyaseta xwe li gor wê dizayn dike. Ji Esenyurtê destpê kirin, niha berê xwe dan Mêrdîn, Êlih, Xelfetî û hwd. Tenê bi vê jî namînin dibe ku tevgerên dagirkerî yên bejahî û hewayî pêş bixin. Nemaze rojavayê Kurdistanê, Şengal di hedefa Erdogan û Bahçelî ne ku şoreşa Rojava bi salane dilê wan de bûye birîneke xedar.

Nîqaşên heyî, bangên heyî ne ji bo çareseriyê ne, ji ber ku vexwendineke demokrasiyê, wekheviyê û lihevhatinê nayê kirin.

Teslîmiyetê dixwazin. Dixwazin wekî Tevgera Tamîl a li Srîlankayê qir bikin, ferasta çareseriyê ya faşîzma AKP-MHP’ê ev e, di serdema Cemaata Gulen û AKP’ê de jî ev nîqaş hebûn, di serdema îro yê AKP-MHP’ê de hemena rêbaz û armanc derbasdar in.

Wisa dixuye ku desthilata AKP-MHP’ê Tirkiyeyê wê ber bi şerekê navxweyî bibe yan jî kaş dike. Bi vê re jî planeke desthilata faşîst heye, xwedî provokasyonan e. Ji bo ku ev armancên tarî bi ser nekevin jî divê muhalefeta demokrat û azadîxwaz a li Tirkiyeyê bi DEM Partiyê re di nav piştgiriyê de be. Li hember şerxwaziyê êniya aştîxwaz bê xurtkirin û siyaseteke afirînêr bê pêşxistin. Di demên dawî de hin hewldanên qels ên CHP’ê pêş dikevin. Heke di vê pêvajoyê de CHP pasîf bimîne û di mijara aştî û çareseriyê de siyaseta xwe ava neke, wê ji destpêkê ve winda bike. Divê CHP vê yekê baş fêmbike dewlet ne dewleta berê ye, ango êdî dewlet AKP bixwe ye.

CHP dema ku li dijî polîtîkayên qeyûm derdikeve, divê xwedî li pêşniyara hevwelatîbûna wekhev û destûra nû yê demokratîk derkeve û li ser vê bingehê muhalefeta dijî AKP-MHPê xurt bike..

Nûçeyên Têkildar