Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Desthilata Wêjeyê

Peyva desthilatê, xwedî bandoreke wisa ye ku bi bihîstinê re an mirov ji xwe dûr dixe an jî şîrînahiyeke taybet bi mirov re çêdike. Herçî mirovên ku ji desthilatê xweş in û xwazeke (arezû) veşartî bo xwedîbûna wê di xwe de dihewînin, di heman demê de berevajiya wê jî qebûl dikin. Ev yek mîna teoriya neynikê ya Lacan e ku li ser hezkirina aliyê ku nayê dîtin hatiye avakirin. Ev rewş di hezkirina bo desthilatê heyî de jî li dar e. Gava em desthilatê di neynikê de dibînin, di heman demê de, em aliyê ku pê re heye û bi me re tune ye jî dibînin; û wekî xwazeke nepen, di paşperdeya xwe de, dixwazin bibin xwediyê wî aliyê ku bi me re tune ye. Loma jî, desthilat jî herî zêde ji wan kesan hez dike ku ji desthilatê hez dikin û dixwazin bibin desthilat. Û ev têkiliya beranberî bi nejidiliyeke ne yekrû li dar e. Îcar, mirovên ku ji desthilatê ne xweş in, jixwe çi bi bihîstinê re çi jî bi pêhisîn û dîtinê re, xwe jê dûr dixin; an bi jêrevinê an bi qebûlnekirinê an jî bi têkoşîna pê re, xwe jê dûr dihêlin. Û desthilat, di kîjan warî de dibe bila bibe, berî pêkanînê, pêwîstî pê dibîne ku xwe bide pêhisandin.

Herçî desthilata hunerî an jî wêjeyî ye, digel ku bi awayekî nerasterast e jî, di hebûna xwe de deshilatekê dihewîne. Û reng û awayê vê desthilatê, li gorî çeşn û cureyên hunerê diguhere; û bandora wê jî, bi awayê ku têkilî bi xwîner, temaşevan, guhdar û bîneran re datîne, dirûv dide xwe. Di hinan de zêdetir, di hinan de kêmtir dide der; û di hinan de jî bi awayekî ji awayan tê parvekirin. Wekî çawa?

Hunera muzîkê, çi yên bêpeyv çi yên bi peyv, li ser hestpêkirin û guhdarîkirinê ne û guhdar pir zêde pasîf e; bi temamî dimîne li ber lêdan, jenîn û gotina newa û stranê. Di vê pasîfbûna xwe de, bi awayekî ji awayan bi rola ‘tişte’yê radibe û stran û newa çawa bixwaze, guhdar wisa guhdarî dike û her tişt li gorî pêkanîna muzîkjen û amûrlêder dikude. Guhdar, çawa jî hest pê bike, nikare newa û stranê biguherîne. Yanî di wê kêliyê de, ji bilî guhdarîkirinê, tu fonksîyon û karîgeriya guhdar tune ye. Û di vê qonaxê de, guhdar bi pasîfiya xwe ve ‘tişte’, muzîk bi aktîviya xwe ve ‘kirde’ ye û deshilata newa, stran, muzîkjen û amûrlêderê/î li dar e.

Hunera şanoyê, li ser dîtin, bihîstin û temaşekirinê ye. Ev her sê hêman jî di destê şanoger –û nivîskarê tekstê- de rê û alaveke deshilatê ye. Şanolîz û şanonivîs çawa bixwaze wisa dilîze û temaşevan jî wisa temaşe dike û di qonaxa pêkanînê de tu hêza temaşevan tune ye ku destkariyê bo lîstikê bike. Loma jî di vê qonaxê de, temaşevan bi pasîfiya xwe ve ‘tişte’ û şano-lîstikvan bi aktîviya xwe ve ‘kirde’ ye û desthilata lîstikvan û şanonivîs li dar e. Lê belê me divê em balê bibin serê; B. Brecht, bi teknîka nebankirinê, bingeha şanoya epîk daniye û bi şanoyeke diyalektik xwestiye temaşevanan jî tev li domana şanoyê bike û pêdeçûna şanoyê biguherîne. Di vê hîmdariya Brecht de, yek ji armanca sereke şikandina desthilata şanoyê ye jî.

Di muzîk û şanoyê de, dibe ku afirîner û pêkhêner heman ‘kes-heyîn’ be, dibe ku ne heman ‘kes-heyîn’ be. Lê bi çi awayî dibe bila bibe, di vê pêkanînê de guhdar û temaşevan, wek eger û faktor pasîf in û tu carî nikarin bibin hevpar û kirdeyên berhemê.

Herçî wêje û berhemên wêjeyî ne, ji bo berpêhatinê, bi temamî hewceyî xwendevan in. Û ev hewcetî ne ji ber bêdesthilatiya wêjeyê pêk tê. Ji ber ku wêje, xwedî qadeke dîtir e û desthilata xwe bi xwendevanan re parve dike. Doležel dibêje, “Dinyayên honakî, -yanî pirtûk- ne lasayîkirin û nimandina dinyayên rasteqîn in. Ew qadên xweser in”1 Digel ku di wêjeyê de, biwareke taybet –yanî pirtûk- heye jî, ji bo ku ew biwar heyî bibe û bibe kirde, ‘heyîn-kirde’yeke/î dîtir divê. Û ew ‘heyîn-kirde’ xwendevan e.

Her wiha, R. Felski jî dibêje, “Di dema xwendina pirtûkê de, digel hestê me yî xweseriyê hestê me yî faîlî (kirdetî) jî di bin bandorê de ye”2  Hestên me ên ku Felski behs ji wan dike, di heman demê de, hem xwedesthilatiyekê –yanî xweserî– hem jî kirdetiyekê –yanî faîliyekê- dide me. Digel vê yekê, Felski didomîne û dibêje, “Çendî ku pirtûk ne kirdeyek bin jî, ne tişteyeke hema wisa ne; ku wisa çawalêhato di nav hin tiştan de hatine bicîkirin.”3 Ev şîroveya Felski, bi temamî bi me dide zanîn ku wêje, ne xwedî desthilateke hişkobiringo ye. Ew di berpêanîna berhemê de, hem ji ber pêwîstiyê hem wek têkiliyeke beranberî û hem jî di warê temamkirina aliyê ku nayê dîtin de –em teoriya neynikê bînin bîra xwe- pêkanîn û desthilata xwe bi xwendevanan re parve dike. Loma jî, pirtûk wek berhema wêjeyî, qad û xweseriyeke taybet, -qada ku Doležel dibêje- dide xwendevanên xwe; di dema xwendinê de, xwendevanên xwe dike kirde û xwe dike tişte; û bi vî awayî xwendevan dibin hevparên desthilata wêjeyê.

Îcar, hem di biwara şano û muzîkê hem jî di biwara wêjeyê de, guhdar-temaşevan-xwendevan, li gorî têkiliya wan a bi desthilatê re hene, heyî dibin. Çi wekî ast çi jî wekî hejmar. Û gava em bi taybetî bala xwe dibin ser hejmarên guhdar-temaşevanên muzîk û şanoya kurdî û xwendevanên wêjeya kurdî û em wan didin ber hev; em dikarin bêjin, sedem ne tenê nezanîna kurdî ye ku xwendevanên kurdî, -çi wek wêje çi wek çapemenî- kêm in. Gelek kurdên ku bi kurdî dizanin, guhdarên pir baş ên muzîkê û temaşevanên herdemî ên şanoyê ne. Lê piraniya wan ne xwendevanên  wêjeyê ne. Ji ber ku têkiliya wan a bi desthilatê re li ser tişte-kirdeyê ava dibe. Û ew kes nikarin-naxwazin bi rola kirdetiyê rabin ku wêje datîne ser sifreya wan û bibin hevparê desthilata wêjeyê. Û çendî ku wek hejmar kêm bin jî, xwendevanên wêjeyê, ew kes in ku dikarin-dixwazin hem bi rola tişte-kirdetî rabin hem jî bibin pardarên desthilata wêjeyê.

1-Lubomir Doležel, Fiction and Possible Worlds, New Literary History, 29 (raguhastin: Uysal Zeynep, Edebiyatın Omzundaki Melek (Ferîşteya di Sermilê Wêjeyê de), İletişim yay, 14)

2 -Felski Rita, Edebiyat Ne İşe Yarar (Wêje Bi Kêrî Çi Tê), Metis yay, 73

3 -hb.47

Jêder: Ev nivîs ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê hatiye wergirtin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar