Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Desthilata Yekperest Û Ji Bo Komara Demokratîk Têkoşîna Gelên Bindest

Li tirkiyeyê di 14 û 28 ê Gulanê de hilbijartina parlementerî û serokkomariyê pêk  hat. Li gel hewldan û têkoşîna pêkhateyên aştî, azadî û demokrasiyê jî, Akp ya ku 22 sal in desthilatiya xwe bi  zext, zor, bêrêtî, bêhuqûqî, înkar û tune hesibandina, etnîsîte, çand, ziman, nasname, reng, deng û baweriyan derbas kir, hemû derfet û çavkaniyên dewletê bikar anî û dîsa weke serkeftî ya hilbijartinê derket pêşberî gel civakê.

Tê bîra me, gava destpêkê Akp  bi pêşengiya Erdoğan  hat ser kar, Akp wek partiyeke li hemberî zilma dewletê,  Erdoğan jî wekî siyasetmedarekî mexdûrê zilma pergala dewletê dîtiye, bi sozên  guhertina pergala heyî  û pêkanîna demokrasiyê derketin pêşberî gel û ser dika siyasetê.

Bu gotina; “heke we rojekê ji bilî vê gustîlka destê min  dewlemendiya min, mal û milkê min dît, zanibin ku min dizî kiriye” dest pê kir û bi gotinên; “Li vî welatî pirsgirêka Kurd heye, çareserkirina vê pirsgirêkê peywira me ye, dewletê di vî warî de şaşî kiriye, dewleta ku ev şaşî kiriye pêwiste ku şaşiya xwe sererast bike” berdewam kir.

Di serî de çareserkirina pirsgirêka kurd, sozê çareserkirina hemû pirsgirêkan siyasî, civakî û aborî dan civakê û Gel ji bo çareserî û demokrasiyê xiste nava hêvî û bendewariyekê.

Di herikîna demê de, her cara ku serdema deshilatiyê bi dawî bû û hilbijartin hat, gotin serdema me ya xeşîmiyê qediya, em gihîştine asta westatiyê.

Her cara ku şaşî kirin û sozên ku dabûn civakê bi cih neanîn, gotin em bi niyeta xwe ya baş hatin xapandin.

Her derbasbûneke serdema deshilatê sozên ku dabûn gel jibîr kirin, ketin  xizmeta pergalê û ji desthilatên beriya xwe zêdetir dest bi neyartiya gelê Kurd kirin, zilm, zor, bêrêtî, bêedaletî û binpêkirina heq û huqûqê zêdetir bû.

Niha di 14 û 28 ê Gulanê de bi ferqeke hindik ji têkçûnê rizgar bûn û dîsa desthilatiyê bidest xistin.

Gelo dê Erdoğan ji encamên hilbijartinê hin dersan derxe û şaşiyên ku di sed salên borî yên komarê û 22 salên desthilata Akp-Erdogande de hatine kirin sererast bike, yan dê wekî marê birîndar tevbigere û ji alî, derdor û hilbijêrên ku deng nedane Akp ê bi helwesta tolgirtinê tevbigere?

Divê neyê jibîrkirin ku Akp ê, bi hevkariya Mhp ê û tifaqa “Cumhur” hemû kampanya û xebatên Xwe yên hilbijartinê li  ser feraseta domdariya sed salên borî yên komarê û bi hişmendiya sedsaleke din a komarê ya li ser bingeha nijadperestiyê, înkarê û tunekirina destkeftiyên têkoşîna 50 salên dawî ya gelê Kurd meşand.

Xuyayê ku, dê Erdogan di serî de ew sozên ku daye alîgirên faşîzme, derdorên nîjadperest û dijberên aştî, azadî û demokrasiyê bi cih bîne.

Jixwe Erdogan beriya hilbijartinê jî digot pêwiste em di hilbijartina 2023 yan de jî bi ser bikevin ku em karibin sedsaleke din a mayindebûna komarê li ser bingeha feraseta sedsala yekemîn mîsoger bikin.

Sedsala yekemîn a komarê bi feraseta yekparêz a tirk û tirkîtiyê, di serî de gelê Kurd, bi înkara  çand, ziman, nasnameya gel û neteweyên ku li tirtiyeyê dijîn derbas bû û xewn û xeyalên alîgir û dilxwazên aştî, azadî û komareke demokratîk pêk nehatin.

Di encama vê hilbijartina ku dîsa desthilata Akp-Mhp û Erdoğan hatin ser kar û destpêka sedsaleke din a komara tirkiyeyê de, lîstina rol û mîsyina xwe ya partiyên siyasî û hezên muxalîf ên azadîxwaz, dê ji bo sedsaleke din a komareke demokratîk diyarker be. Yan dê muxalefet bi helwesteke hevgirtî û yekbûyî ji bo guherîna demokratîk yekîtiya xwe pêk bîne û erk û peywira xwe bi cih bîne, yan jî dê gelên tirkiyeyê sedsaleke din dîsa wenda bikin û radestî faşîzmê bikin.

* Heta ku pirsgirêka Kurd li vî welatî neyê çareserkirin komareke demokratîk û herwiha welatekî demokratîk ne pêkan e.

* Sedsala borî di encama ferzkirina tirkîtiyê ya li ser gelê Kurd de, êşên ku di encama şer pevçûnan de hatin jiyîn, nîşan da ku înkara gelê Kurd dê di sedsala  duyemîn a komarê de jî bibe sedema aloziyên mezin.

* Cudakarî, mêtingeriya kedê, talana xwezayê û bêdeng mayina li hemberî van pêkanînên faşîzane, dê hêviyên aştî û azadiyê bi paşve bixe û bihêlê bihareke din.

* Têkbirina fersata Akp-Mhp ê û hemû hêz û hêmanên ku li pêşiya îradeya jiyana hevpar û wekhev asteng in, bi mezinkirina tifaqa Kurdî ya li ser bingeha neteweyî, rizgarbûna ji bintestiyê, bidestxistina statûya siyasî û bi têkoşîna hevpar, hevgirtî û yekbûyî ya hêzên muxalîf ên aştîxwaz û azadîxwaz pêkan e.

Nûçeyên Têkildar