Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

‘Desthilatdar neyarê nûçe û nûçegihanan e’

Îro serê sibehê li Wanê polîsan bi ser buroya ajansa Mezopotamyayê (MA) û malên rojnamegeran de girtin. Polîsan di serdegirtinan de nûçegîhanên ajansê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û nûçegîhana Jinnewsê Şehrîban Abî, rojnameger Nazan Sala û belavkara berê Şukran Erdem binçav kirin.

Nûçegîhanê ajansa MA’yê Cemîl Ûgûr  binçavkirin û avêtina ji helîkopterê ya Servet Tûrgût û Osman Şiban ku ji aliyê leşkerên li navçeya Şaxê ya Wanê derketibûn operasyonê ve pêk hatibû, gav bi gav şopandibû. Bi rapora nexweşxaneyê belge kiribû ku Servet Tûrgût û Osman Şibanji helîkopterê hatine avêtin. Dîsa îşkenceya ku li Şiban hatibû kirin û gotinên şahidan ên derbarê bûyerê bi raya giştî re parve kiribû. Herî dawî dema ku Ûgûr şîna Tûrgût dişopand, polîsan wî bi van gotinan, ‘Bila MA nûçeyê neşopîne kî dişopîne bila bişopîne’ hedef nîşandabûn.

Rêveberên Komeleya Xebatên Hiqûqî û Çapemeniyê (MLSA), Sendîkaya Xebatkarên Çapxane, Çapemeniyê û Weşanê ya Tirkiyeyê (Basin-Îş) û Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) bertek nîşanî binçavkirina rojnameran dan û diyar kirin ku desthilatdar neyarê nûçe û nûçegîhanan e

‘Em li cem nûçeyên hatiye çêkirinin’

Dîrektorê Giştî yê MLSA’yê Veysel Ok diyar kir ku armanca bingehîn a rojnamegeriyê derxistina holê ya binpêkirina mafan a ji aliyê dewletê ve li dijî welatiyan pêk tê û wiha got: “Rojnamegerên hatine binçavkirina derbarê bûyera li Wanê pêk hatiye de delîlên micid derxistine holê. Nûçeya hatiye çêkirin li her dinyayê hêjayê xelatê ye. Diviya ku gelek îstifayan bi xwe re bianîna. Binçavkirina heval a ji ber vê nûçeyê dikare bi parastina îşkenceyê ya saziyên dewletê bê aşkerakirin. Di vê wateyê de kirariyê binçavkirinê li dijî hiqûq, ehlaq û wijdan e. Em daxwaz dikin ku hevalên me demildest bên berdan. Ji ber vê yekê em li cem nûçeya hatiye çêkirinin.”

‘MA peywireke baş dike’

Sekreterê Giştî Basin-Îş’ê Ozge Yûrttaş da zanîn ku Ajansa Mezopotamyayê bi nûçeya xwe ya Wanê derxistiye holê ku çi karekî girîng dike û ev tişt anî ziman: “Hêrsa xwe ya ku rêbazên bi xof ên şer bi hêsanî nikarin pêk bînin, di serê rojnamegerên ku bûyerê derxistin holê û MA’yê de derdixin. Desthilatê bi vê rêbazê dixwaze rojnamegeran bêdeng bike. Kevneşopiyeke MA’yê ya êdî li vî welatî kok berdaye heye û bi êrîşên bi vî rengî nikarin wê bêbandor bikin.”

‘Naxwazin tiştên pêk tên bên zanîn’

Serokê TGS’ê Gokhan Dûrmûş jî destnîşan kir ku binçavkirina rojnamegeran ji ber neyartiya desthilatê ya li hemberî nûçe û nûçegîhanan pêk hatiye û wiha got: “Naxwazin tiştên ku pêk tên ji aliyê raya giştî vê bê zanîn. Ji ber vê yekê rojnamegeran dikin hedef. Tişta ku diviya bihata kirin, ji ber van nûçeyan hevalên me bihatina xelatkirin û berpirsyar ji aliyê desthilatê ve bihatina cezakirin. Lê berovajiyê vê pêk hat. Dema ku nûçeyeke xweşa desthilatê neçe bê nivîsandin ew rojnameger hedef tên girtin. Divê demek zûtir hevalên me bên berdan.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar