Zehra Çelîk |
Em pirî caran pirsgireka neteweyî tînin ziman lê em dizanin ku gelê kurd, êdî sînorên neteweyî derbas kiriye. Dibe ku pirsgirekên yekbûna neteweyî hebe lê ya rast me netewbûn pir aliyan ve çêkiriye û yên ku ji vî hêzê ditirsin, keviran dideynin li ser rêka me. Bi vî qasî me sînorên heremî jî derbas kirî. Em gihiştine asteke gerdûnî. Ev yek, kêm zêde vî rengî ye û divê hemû kurd vê yekê baş derxe zanebûne.
Têkoşîna Azadiya Kurdistanê xwe hemû cîhanê belav kir, hemû dinya kurdan, bi berxwedaniya kurdan nas kir. Li hemû netew û civakan kesayetên pir hêja hatin tev li berxwedanê û refên têkoşînê bûn, fêrî zimanê me bûn. Niha jî bi zimanê me li tevahî cîhanê felsefeya jiyana azad vedibêjin. Divê hemû kurd van pêşketinan baş bibîne, wate bide û li gor pêşveçûnen kurdinî, xwe nû ve bigirin dest. Divê kurd di vê sedsalê de êdî xwe ji nû ve saz bike. Nexwe kurdîniyeke bi pêşve biçe û hin kurd li paş bimînin jî, ev yek encamên neyinî bi xwe re bîne.
Bi qasî ku em xwe bi cîhanê bidin naskirin, divê cîhanê, hemû civakan, gelan, siyasetan jî nas bikin. Di pêşketina civakan-gelan de ev yek girîng e. Desthilatdariya cîhanê ku li ser înkarkirina kurdan nexşeya Rojhilata Navîn çêkiribûn, di vê serdemê de pêwîstî pê dibînin ku ji nû ve polîtîkayên xwe bigirin dest. Di serdemeke wiha de kurd pêwîst e zêdetir vê yekê pêş bixin, ji bo guhartina polîtîkayên serdest, berxwedanê bilindtir bikin.
Berxwedan qismeke mezin li qada şer tê kirin lê heger biqasî qada şer li qada huner, ziman, aborî, civakî, çand û tevna jiyanê de jî pêşnekeve, bêguman kêm bimîne.
Ev nirxa ku egîdan li qada şer bi berdêla canê xwe bidestxistine, gelo em dikarin van rast binirxînin, rast wate bidin û wateya van li qadên jiyanê zêdetir bikin? Yan em ev wateya pîroz digirin û dadiqurtînin, ango tune dikin? Her miroveke bi kiryarên xwe encameke ava dike. Encamên ku em ava bikin jî, divê ne ya xirakirinê be, ya avakirinê, ya çêkirinê be.
Ji bo vê yekê divê em hişmendiya xwe nû ve bigirin dest. Pênaseya kurdîtiyê rast ava bikin. Kurd ne kurdên berê ne. Ev yek divê em qebûl bikin. Dibe ku hin aliyan ve, di kurdan de taybetmendiyên hişmendiya kevneperest hebe, lê pir milan da pêşketin çêbûn. Lê divê hin taybetmendiyên “kesayeta mêtînger, kesayeta bindest” bê derbaskirin. Ji bo vê yekê di serî de em bi xwe, bi jiyana xwe, bi berxwadaniya xwe, bi pêşeroja xwe bawer bin. Qanaat pê bînin ku kurd heye, hebûna xwe bi têkoşîna xwe misoger kir. Divê li gor vê yekê hestên xwe jî nû ve bigire dest.
Hestên xwe nû ve saz kirin, hestên xwe li gor berxwedan û guhartina hişmendiyê pîvandin û bi rêgezên azadiyê ji nû ve pênasê kirin, tê wateya şoreşa hestan. Kurd divê şoreşa hestan bike. Bêguman têkoşîna azadiya Kurdistanê di hestan de şoreşeke çêkir. Lê dîsa jî li gor hestên kevn tevgerîn, wate dayîn jî derdikeve pêşberê me.
Dixwazim di vê mijarê de mînakak aktuel bidim.
Li rojavayê Kurdistanê şoreşeke bêwêne çêbû, hemû cîhan dît, mînak girt, îlham girt, hat tev li bû, hêz jê girt. Bi vê rêkê şoreşa Kurdistanê bû şoreşa cîhanî. Ev yek bêguman hêz û moral dide kurdan. Bi taybet jî kurdên ku berxwedanê de cihê xwe girtine.
Hemû cîhan berê xwe da şoreşê, da ku bibîne ev pêşketî çi ye, bi çi rêbazê derket holê, çi encam ava kir û hwd. Di encamê de pirtûkên vê şoreşê jî li her aliyê cîhanê ve hate nivîsandin. Bi kurdî, tirkî, erebî, spanyolî, almanî…hwd. Ev nirxê mirovahî bi zimanên cuda cuda ji hemû cîhanê re hat vegotin.
Me careke din dît ku mirov dema tişteke xweş bibîne, dixwazî ev xweşikbûn kêm be jî bigihîne wê, bandora xwe li ser wê çêbike. Ango yên ku nivîsandin ne tenê bi armanca ‘Kurdan li cîhanê bidin nasîn’ nivîsandin, zêdetirîn, xwestin bi destkeftiyên kurdan xwe bidin nasandin. Ango xwestin kurdan bikin navgîneke xwe pêkanînê.
Aliyê baş ev bû ku kurd bi vê wesîleyê zêdetir hatin nasîn. Lê divê kurd hişyar bin ku her kesê behsa kurdan dike ne dostê kurdan e.
Herî dawî nûçeyek li ser H.Clington derket. Pirtukeke li ser berxwedana Kobanî hatiye nivîsandin, malbata Clinton hemû mafê pirtûkê ya nivîsandina senaryo û fîlmçêkirine kirîne. Mirov dixwaze bêje ku nikaribûn berxwedana me bikirin, dixwazin çîrokên me, vegotina çîrokên me bikirin. Nikarin me bêdeng bikin lê bi hêza pereyên xwe dixwazin hunerên me, hunersaziyên me, hestên me bikirin. Ev yek mirov pir hêrs dike.
Bill Clinton serokê berê ya 42’yemîn a Amerîkayê bû. Beriya bibe serok bi salan ji xwe walîtî kiribû. Ji sala 1993’yan heta sala 2001’î seroktî ji Amerîkayê re kir. Bi kurtasî, dema komploya navnetewî pêk hat B.Clinton seroka Amerîkayê bû ku Amerîka di komployê de serî dikişand. Dema ku ji seroktiyê ket, êdî ji bo biserxistina hevjîna xwe xebitî.
Li hemberî kurdan, li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hemberî qirkirinên ku li Kurdistanê çêdibin û hemû pêkanînên ku li ser kurdan tê meşandin, bi pêşengiya Amerîkayê pêk tê. Dibe ku van salên dawî bi navê hevpeymana navneteweyî hîn kar jî heremê bê kirin, a rast ev e ku Amerîka bi saya kurdan, tişta nekarîbû xeyal jî bike, pêk anî. Ji bo vê yekê, piştgiriya Amerîkayê ya li Rojava di serî de ji bo berjewendiya Amerîkayê ye. Divê ev yek bê zanîn.
Ya din jî ev çend salên dawî serdestan dixwazin bi rêka hunerê hişmendiya kurdan ji nû ve saz bikin. Tê dîtin ku filmên ku li ser kurdan hatine çêkirin (lê kurd bi xwe çênekirine), yek jî kurdan bi rumet nabîni, hemû jî kurdan bêçare, bêhêz, bêrumet, bêwijdan, ehmaq dibîne. Li gor aqlê desthilatdaran kurd jixwe bê mejî ne, bo vê jî kurd şer jî bikin bi aqlê xwe şer nakin, tiştekê bi dest jî bixin, bi aqlê xwe nikarin. Ev yek rêbazeke înkarkirina kurdan e.
Filmên kurdan, filmên berxwedaniya kurdan divê kurd bi xwe çêbikin. Filma berxwedanê, desthilatdar nikarin çêbikin. Filmên ku desthilatdaran, DYE, malbatên serokdewletê DYE’yê çêbike jî encex dikare xizmeta dijmina kurdan, înkarkirina kurdan û qirkirina kurd bike. Filmên ku ser şerê Vîetnamê hatine çêkirin me dît. Di wan filman de hema bêje yek vîetnamî me neditiye. Berxwedêrên Vîetnamî tune hatine dîtin. Ango hatine înkarkirin. Ê ku vê kiriye, li ser kurdan jî herî zêde vê yekê çêbikin.
Yên ku hunera berxwedanê çêbikin, yên ku di refa berxwedanê de ne. Ne desthilatdar in. Divê kurd jî tu qîmet nedin vê yekê.
Bêguman li ser berxwedanê hin karên hunerî hat kirin, zêdetir jî divê bê kirin. Lê mirov divê vê yekê bîr neke, encex kurd bi xwe dikarin vê yekê çêbikin.
Lê belê ev yek weke nûçeyek dema derket, bi rengeke lez kurd bi xwe propagandaya vê kirin. Ev yek ne rast e. Kurd ne kurdên berê yê hatiye inkarkirin e ku, kî li ser me çi bibêje, dema yekî/ê navê me bîne ser ziman, em ê xwe biavejin ber bextê vê, ber lingê vê û bibêjîn “waye behsa me dike, ev baş e.” Ev yek li gor beriya çil salan tevgerîn e, li gor hestên bindest tevgerîn e. Lê belê kurd êdî ev kesayetê kevn, bindest, ji xwe bêbawer, bêhêz derbas kir. Êdî bi xwe bawer e, êdî hunera xwe yê berxwedanê jî bi xwe dike. Filma Bêrîtan mînakekê ye. Encex rêhevalên Bêrîtan dikaribûn vê filmê çêbikin û ji xwe derhênêra vê fîlmê jî Xelîl Dag e. Ma dewleta tirk dikarî bû li ser berxwedana zindana Amedê film çêbike? Bêguman nikarî bû. Herî dawî, filma li ser berxwadana Sûra Amedê ku derhênêriya filmê Ersîn Çelîk kiribû, ya bi navê ‘Ji Bo Azadiyê’ jî ispata vê yekê ye. Divê kurd li hember van pêngav û êrîşên hişmendiyê çav vekirî bn, bi xwe hunere xwe pêşbixin û xwedî li hunera berxwedanê jî derkevin.