Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Desthilatdar têkçûyan xwe ya Garê bi hedef nîşandayîna jinan digire

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku desthilata AKP’ê di ser Garê de jinan hedef digire û ser têkçûyîna xwe wiha digire

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, li navenda giştî ya partiya xwe bi mijara rojeva jinan û êrîşên ku li dijî jinên endamên partiya wan pêk tên, civîneke çapameniyê li dar xist.

Di destpêka axaftina xwe de Başaran, bal kişand ser êrîşên li dijî partiya xwe û wiha got: “Pirsên têkildarî êrîşa Garê hê jî bêbersiv in. Bersivên ku pirsên di serê civaka Tirkiyeyê de derbas bikin nehatin dayîn. Kesên divê hesab bidin şaşî û têkçûnên xwe li muxalefetê û partiya me bar kirin û êrişî jinan kirin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû derbarê hevseroka me ya giştî û parlamentera me Dîlan Dîrayet Taşdemîr kampanyaya lînçkirinê da destpêkirin. Lê hê jî ne zelal e ku li Garê çê çêbûye. Çima Soylû 4 rojan sekinî. Em bi desthilate ku bi êrîşên ser jinan xwe serkeftî dihesibîne re rû bi rû ne. Bi vê têkoşîna jinan hedef tê girtin.”

Lêgerîna tazî

Başaran destnîşan kir ku dê jinên li dijî êrîşên li ser xwe paşde gav navêjin û bi van gotinan bertek nîşanî daxuyaniyên serokwekîla AKP’ê Ozlem Zengîn ên têkildarî jinan da: “Ozlem Zengîn jinên ku îşkenceya zayendî li wan hatiye kirin hedef girt. Her çiqas neyê qebûlkirin jî di girtekên meclisê de lêgerîna tazî hatiye tespîtkirin. Lêgerîna tazî li hevşaredara me ya Colemêrgê Dîlek Hatîpoglû hat ferzkirin û ji ber li dijî vê derket hat derpkirin. Dîsa 13 hevalên me li Aydinê bi polîtîkayên dijminane hatin binçavkirin. Sûcê wan têkoşîna jinan û îtîraza desthilatê ye. Lêgerîna tazî li van hevalên me jî hat ferzkirin.”

‘Me kesên mîna te pir dît’

Di berdewamê de Başaran, têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de jî axivî û têkildarî mijarê de ev tişt gotin: “Li gel hemû polîtîkayên tepisandin jî em ê bi tevgerên jinan re ji bo serhildan û azadiya xwe bi şîara ‘Bi berxwedanê jin dimeşinin azadiyê’ li hemû qadên Tirkiyeyê bin. Ew ê êrîş me têk nebin. Em bangî Wezîrê Karên Hundir ku bûye wezîrê şer û zilamtiyê Soylû dikin; me kesên mîna te pir dîtine. Wan bi ser nexist tu yê jî bi ser nexî.”

Sekneke xurt divê

Piştî daxuyaniyê Başaran pirsên rojnamegeran jî bersivand û pirsa têkildarî helwesta ÎYÎ Partiyê ya ji bo fezlekeyan ev bersiv da: “Fezleke bi serê xwe pirsgirêk e. Hewl tê dayîn li dijî HDP’ê operasyonek bê kirin. Divê hemû partî rastiyê bibînin. Di fezlekeyan de sûc tunene. Raya giştî dizane ku ne parlamenterên me çûne Garê ne jî em ji mirina kesên ku di çalakiyên Kobanê de jiyana xwe ji dest dane berpirsyar in. Desthilat ji bo ser têkçûna xwe ya Garê veşêre me hedef nîşan dide. Divê li dijî vê sekneke xurt bê nîşandan.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar