Berpirsiyarê şîrketa Alamos Goldê ya Kanadayê John McCluskey, di bernameyekê telewîzyonê de behsa kar û xebatên xwe yên Tirkiyeyê dike. Ev axaftin, bi awayekî gelek zelal her tişt radigîhîne ber çavan. Şîrketek biyanî çawa dikare li Tirkiye karen xwe bi hêsanî rêve bibe? Rewşa aborî ya welat çi derfetan dide wan? Bersîva van pirsan teva yeko yeko dibêje. Ne aşkera ye, lê ji axaftinê tê famkirin ku kareke hinde hêsan bêyî bertil, bêyî bi parvekirina rantê nameşe.
Bi gorî gotinên McCluskey, ew di 9 salan de 100 milyon dolar xerc kirine û bi qasî 4 milyar û 270 milyon dolar zêr ji nav axê derxistine. Ev hê karê wan ên destpêkê ne. Di 10 salên pêşî de dihesibinîn ku ew ê qezencên wan bighîje 20 mîlyar dolaran. Li hember vê qezencê jî ew ê tenê 200 milyon dolar xerc bikin. Bi gotineke din yeka wan dibe 100. Belê sed qat qezenc dikin.
Îtîraf ne ev qas e. Behsa, karkerên Tirkiyê jî dike. Dibêje “Em wan bi perê Tirkiyeyê dişoxilînin û enflasyona li Tirkiye, ji bo me derfetekî mezin e. Qezencê me qat bi qat zêdetir dibe.”
Di esasa xwe de ev rûreşî li welatên din were îtîrafkirin, ew ê erd û ezman bihejin. Lê ji ber ku desthilatdarên Tirkiyê şîrîkê van şîrketên xwînmij in, hemû derî bi awayeke gelek hêsan li wan vedibin. Desthilatdaran, di ser de jî karkerên Tirkiyê wekî dîl didin bin emre wan.
Me encama vê rûreşiya mezin li Lîcika navçeya Erzînganê dît. Di 13’ê vê mehê de bi tonan axên ji bin erde hatibûn derxististin li ber baranê herikîn û bi gorî berpirsiyaran 9 karker jî di bin vê axê de man. Ev li alîkî. Axên herikîne, hemû bi jehrî ne û ew ê xetera vê axa jehrî bi dehsalan bidome.
Lêgerîna zêran ya bi jehra siyanûre ji xwe xeterek mezin e. Ev cûre lêgerîna zêr, şirûşt ji binî ve tûne dike, nahêle li wê herêmê çi ji dar û beran, çi ji ajalan yek zindiyek bimîne. Di ser de jî ji ber çevnebariya şîrketan û desthilatdarên xwînmij, heke tu qezayek jî nebe gelek kes ji ber jehran tûşî hezaran nexweşiyan dibin û di encam de ew jî jiyana xwe ji dest didin.
Tirkiye ji damezrandina xwe heta niha ji bo şîrket û dezgeyên navnetewî cinnet e. Lê di heyama desthilatdariya AKP’ê de ev cinnet bûye Baxê Îrem. Welatek usa qet şik nîne ji bo hemwelatiyan jî dojeha herî kûr e. Lê sed heyf û mixabin, piranî kesên li vê dojehê dijîn, hê jî li pey Erdogan û şîrîkên wî yên faşîst û xwînmij in.
Dîsa em vegerin îtîrafên John McCluskey. Me got, ji gotinên wî jî aşkere ne ku ew hemû karên xwe bi bertîl û parvekirinên rantê pêktînin. Beriya kareseta Lîcikê xwediyê şîrketa Kanadayî ya bi navê Anagold, ji bo karê xwe bi hêsanî rêve bibe, Çalik Holdîngê destbirakê Erdogan re bû şîrik. Bi hev re li Lîcikê dest bi kar kirin. Ji bo gel dengê xwe bibire hezaran dolar li gundiyan belav kirin. Di ser de ji bo Zanîngeha Bînalî Yildirim raporên dijber amade neke, bi awayeke fermî lê di esasa xwe de wekî bertîl 13 milyon lirayê tirkî bexşî wan kirin. Êdî bi awayeke ne fermî çi qas pere belavkirine, ji van pereyan çi qas ketiye qaseya Erdogan naye zanîn.
Di vê heyamê de Murat Kurumê AKP’yî wezîrê hawîrdor bû. Ew jî piştî belavkirina bertîlan hemû îznên pêwîst dide wan. Qet şik nîne, ev tişt hemû bi erêkirina Erdogan pêktên. Hin kesên herêmê, yên muxalîf, saziyên hawîrdorê dijberiya projeya lêgerîna zêr ya bi siyanûrê dikin. Serî li dadgehan didin. Bi dehan car çalakiyan dikin. Lê nikarin pêşî li vê qirêjiyan bigrin.
Belê, hinde tişt tên çêkirin lê encam çi ye? Aşkera ye. Niha bi gorî beyanên fermî 9 kes di bin axên jehrî de ne. Herêmek bi daristan niha bûye çolistan. Jehrên ku bi erdê ve herikîn di nav ava binerdî de belkû ew ê heta Basrayê biçin û bibin sedema mirina milyonan zindiyan.
Heke ev çavnebarî nebe, ew ê 200 milyon dolar di nava 20 salan de çawa bibe 20 milyar dolar? Heke ev rûreşî nebe, Murat Kurum ê ku yek ji berpirsê vê karesata mezin e, îro çawa dikare wekî namzetê bajarê herî mezin derdikeve pêş hilbijêran?
Rast e, ew rûreş, çavnebar û xwînmij in. Gelo, yên wana li ser hukim digirin bêsûc in? Gel dibe ku nezan û neşareza bin. Dibe ku ji ber siyaseta nijadperest mejiyên wan hatibin şûştin. Lê ev yek, bi raya min sûcê wan ji holê ranake. Kêm zêde yên piştgirî didin van xwînmijan jî sûcdar in. Divê em li bersîva vê pirsê jî bigerin. Bi gor bersîva vê pirsê jîdivê rê û rêbazek were dîtin. Rast e, em nikarin dijiminatiya gel bikin. Lê divê em li ser bifikirin, ka vê rastiyê em ê çawa bighînin gel da ku em ji nîrê zordarên xwînmij xelas bibin.