Dewleta tirk a dagirker li başûrê Kurdistanê bi hevkariya malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê jinên kurd şşehîd dixe. Hedefkirina pêşengên jin, akademîsyen û yên ku dikarin civak û netewê bi rêyek erênî, aştî û azadiyê birêve bibin, roj bi roj zêde dibe. Di destpêka îsal de siyasetmedareke jin a pêşeng Firyal Silêman li Kerkûkê di encama êrîşa terorî ya MÎT’ê de hat şehîdkirin. Têkildarî êrişa terorî ya li dijî jina pêşeng Firyal Silêman zêdetirî 40 rojane kesek ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatiye girtin.
Nivîskar, çalakvan û endama Sekreteriya Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kinêr Ebdullah ku piraniya jiyana xwe ji bo pêşxistina doza jinê terxan kiriye û di nivîsên xwe de çend astengî û pirsgirêkên jinan di civaka Kurd de destnîşan kiriye, motîvên zêhniyeta baviksalarî ya ji bo hedefgirtina jinên pêşeng ên Kurd ji ajansa me re vegot.
Derbarê giringî û pêwîstiya kesên hişyar û xwedî bandor Kinêr Ebdullah got; “Hebûna kesên hişyar di her civakekê de pêwîstiyeke bilinde, da ku bikarin civaka xwe hişyartir bikin û bibin faktorek ji bo baştirkirina jiyanê. Lê hişyarkirina civakê pêwîstî bi hejmareke mezin ji van mirovên hişyar heye û divê rêz lê bê girtin. Heger di civakekê de daxwaza guhertina rasteqîn hebe, divê hejmara kesên hişyar hertim zêde bibe, da ku civakek hişmend, bîrmend, azad û wêrek bê avakirin û guhertinên mezin di wê civakê de çêbibin.”
Kinêr li beramberî vê yekê behsa tirsa desthilatdariyê ya ji jinan kir û diyar kir ku desthilatdarî her tim ji pêşengên jin, welatparêz, azadîxwaz û jinên ku dixwazin guhertinê pêk bînin, jinên li hember civaka xwe berpirsyar bin, ditirsin û got; “Ji ber ku ew dizane ku ew ê bibin sedema guhertinên erênî di civakê de û asta hişyariyê bilind bikin, ku ev yek jî ji bo desthilatê dibe tehdîdek û metirsiya tunekirina wê çêdike.”
Derbarê zêdebûna berdewamiya êrişên terorî yên li dijî jinên pêşeng bi rexneyan behsa sîstema desthilatdariya Herêma Kurdistanê kir. Kinêr pirsnîşan danî ser asta cîbicîkirina yasayên Herêma Kurdistanê. Herwiha tekezî bi wê yekê jî kir ku, li Herêma Kurdistanê ne yasa weke xwe tên cîbicîkirin, ne jî partî û aliyên siyasî di asta pêwîst de ne û got; “Yasa û zagon hene. Lê nayên cîbicîkirin û ev yek bûye lekeyek reş li ser eniya desthildardarên Herêma Kurdistanê.”
Tekez kir ku divê li Herêma Kurdistanê rûmeta kesayeta kurd were vegerandin û got; “Lê ya ji wê yekê jî girîngtir ewe ku mirov xwe bixwe nas bike û hîs bike ku ew jiyaneke baştir heq dikin. Lewma divê jin ji wê çarçoveyê derkevin ku ji aliyê desthilatdaran ve wekî kole tên hesibandin.”