Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

‘Desthilatdarî li herêma erdhejê feraseta Yezît didomîne’

 “Li hemberî feraseta Yezît a ku dixwaze bobeleta xwezayî veguherîne qirkirinê û ji bo desthilatdariya xwe dike firsendê, em ê têkoşîna xwe geş bikin.”

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) li ser zext û êrîşên ku dewleta tirk li herêmên erdhejê dike, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya FEDA’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di şert û mercên giran ên zivistanê de xaniyê bi milyonan gelê me hilweşiyan û gelê me li hemberî pirsgirêkên stargeh, xwegermkirin û xwarinê li ber xwe didin. Ligel ku 12 roj ji ser erdhejê derbas bûye jî ev pirsgirêk didome.

Li aliyekî erdhejên ku berdewam dikin, li aliyê din jî dewleta ku jiyana me naparêze û alîkariyê nade erdhejzedeyan. Bi taybet saziyên elewiyan ên li Ewropa û Tirkiyeyê, gelê kurd, HDP, hêzên çepgir û sosyalîst û demokrasiyê, partiyên siyasî û civaka sivîl, rêxistinên civakî û kesên xwedî wijdan ên li Tirkiyeyê alîkariyê dide gelê me yê li herêmên erdhejê û şev û roj dixwazin gelê me ji bin kavilan rizgar bikin û li hemberî sermayê biparêzin.

Cemxaneyên Elewiyan wek navendên bobelatê xebitîn. Li van deran alîkarî hatin berhevkirin û li civakê belav kirin. Li vê derê çay, şorber û xwarin hatine dayîn û alîkarî dane herêm û gund û taxên ku dewlet neçûye wir. Cemxane di vê dema dijwar de wekî Xizir çûne hewariya erdhejzedeyan.

Hêzên dewletê li şûna ku spasiya van sazî û dildaran bikin ên ku pêdiviyên bingehîn ên gel bi cih bînin, dewletê alîkarî û hevgirtina ku hatiye kirin, asteng dike. Dewletê herî dawîn navendên alîkariya civakî desteser kiriye, dest daniye ser alîkariyan, xebatên alîkariyê asteng kiriye û qeyûm li ser navenda alîkariyê peywirdar kiriye.  Em van kirinên bi ferasta Yezît lanet dikin.

Em diyar dikin ku em bi gelê xwe re û em ê li hemberî vê feraseta înkarker, li ber xwe bidin. Em saziyên Elewiyan ên li Ewropa û Tirkiyeyê em ê di her şert û mercî de, bi gelê xwe re bin. Em diyar kirin li hemberî feraseta Yezît a ku dixwaze bobelatê veguherîne qirkirinê, em ê têkoşîna xwe geştir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar