Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Desthilatdarî naxwaze kurd xwe bi rêve bibin’

Wezareta Karê Hundir, di 19’ê Tebaxa 2019’an de, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê (DBB) Selçûk Mizrakli yê ku ji sedî 62.93 deng girtibû û hatibû hilbijartin, ji peywirê girt û qeyûm tayînê cihê wî kiribû. Mizrakli piştî qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, hatibû binçavkirin û di 22’yê Cotmeha 2019’an de jî, bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ hatibû girtin.

Di encama darizandineke 5 mehî de, 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Mizrakli hatibû birîn. Mizrakli yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê bû, dûre sewqî Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Bunyan a Qeyseriyê.

Mizrakli yê saleke girtiye, bi navbeynkariya parêzerên xwe bersiva pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) da.

‘Demokrasî ji holê hatiye rakirin’

Mizrakli bal kişand ser girtina xwe ya bêhiqûq û wiha axivî: “Berî salekê, di 22’yê cotmeha 2019’an de ez bi awayekê qetilkirina hiqûqê hatim girtin. Di rastiyê de tu hinceteke girtîna me tuneye. Lê di rastiyê de, li vî welatî kurdbûyîn û mûxaliftîkirin her tim sedema girtinê ye. Em bi îdîanameyeke bi zorê hatibû amadekirin, hatin girtin. Ev salek li Girtîgeha Bunyan a Qeyseriyê dimînim. Şert û mercên li vê derê, mîna hemû şert û mercên girtîgehên li çar aliyên welat e. Ji welatekê ku ne demokratîk be, mirov dikare çi hêvi ji girtîgehên wê bike. Bi pandemiyê re, şert û mercên di girtîgehê de, 2 qat zortir bûn. Em bi derfetên xwe hewl didin xwe biparêzin. Desthilatdarî mîna derve de, di girtîgehan de jî şertên pandemiyê dike hincet û bi vê yekê demokrasî ji holê rakiriye. Hemû mafên me yên hevdîtinê û yên din hatine sînordarkirin. Desthilatdarî bi vê dixwaze pêkanînên xwe yên dij demokratîk daîmî bike.”

‘Hundirê şaredariyê vala kirin’

Mizrakli diyar kir ku desthilatdariyê berî hilbijartina herêmî ya 31’ê adarê, dest bi opesrayonên xwe yên têgînê kirin û wiha domand: “Serokkomar û Wezîrê Karê Hundir, berî hilbijartinê daxuyaniyên ‘Ji xwe bên hilbijartin jî em ê qeyûm tayîn bikin’ her tim dan. Bi vê xwestin çavê gel bitirsînin û vîna biçe ser sindoqan bişkînin. Dûre heya 16 rojan mazbatayên me ne dan me. Heya ku hundirê şarederiyê vala kirin nû dan me. Lê ligel vê jî me dest bi xebatên xwe kir. Di roja xebata me ya yekemîn de, gotin ‘mizgeft hilweşandin, pere ji rêxistinê re şandin.’ Bi van gotinên derew, bêbextî li me kirin.”

‘Operasyona têgîna birêve birin’

Di dewama axaftina xwe de Mizrakli ev tişt anî ziman: “Ez dixwazim mînakekê bidim. Dermankirina hûrmêşan, di meha sibatê de dest pê dike û heya dawiya salê dewam dike. Qeyûmê berê, ev dermankirin nekiribû. Çawan ku me di meha nîsanê de peywira xwe dewr girt, hem di çapemeniya herêmî de, hem jî di ya neteweyî de propagandeya ‘pêşî û hûrmêşan bi ser bajarê Amedê de girtin’ serwîs kirin. Wisa bifikirin ji Trabzonê welatiyekê li şaredariyê geriya û got ‘Gelo çima dermankirina nayê kirin. Em aciz dibin.’ Êdî bifikirin, operasyonek têgînê ya wisa bi rêve birin.”

‘Ji bo ku qeyûm tayÎn bikin her tişt kirin’

Mizrakli da zanîn ku wan 3 meh û nîv peywira xwe bi cih anîn û wiha pêde çû: “Di nava van 3 meh û nîvan de mufetîş 3 caran hatin lêkolîn kirin lê tu kêmasiyeke me nedîtin. Em di ferqa hemû êrîşan de bûn. Bi her awayî êrîşî me dikirin. Qeyûm jî bi van êrîşan tayîn kirin. Em niha bi tu xebatên şaredariyê nayin darizandin. Ji ber ku hemû xebata me kir rast û dirûst bû. Lê ji bo ku qeyûm tayîn bikin, operasyonên têgînê her tim bi rêve birin.”

‘Gotinên wan derew û xapînok in’

Têkildarî hîleyên di hilbijartinê de hatin kirin jî Mizrakli wiha got: “Şardariyên ku nekarîn bi derew, hîle û zextan qezenc bikin, bi binpêkirina qanûna xwe ya bingehîn dest danîn ser şaredariyên kurdan. Di vir de xwestin bêjin ‘Kurd wê nekarin xwe bi rêve bibin. Ger bixwazin xwe bi rêve bibin jî, em ê destûrê nedin vê yekê.’ Yanî hemû gotinên wan ên xwişk û biratiyê derew û xapînok in.”

‘Tenê HDP li dij derdikeve’

Mizrakli got ku feraseta tayînkirina qeyûm a ser şaredariyên kurdan tê wateya ku wê kurd xwe bi rê ve nebin û wiha domand: “Ev pirsgirêk derbarê gelê kurd de ye. Li gel ku YSK’ê destûr namzetên me bikevin hilbijartinê jî piştre bi hinceta KHK’ê mazbataya namzetên me neda wan. Li şûna wan dan namzetên AKP’ê. Li cihekî ku daraz bûbe lîstika qesrê û herkes ji kesekî re serî deyne wê encamên wiha jî derkevin holê. Ji bilî HDP’ê kes li dijî vê rewşê dernakeve.”

‘Altenatîf ji holê rakirin’

Di berdewamê de Mizrakli bal kişand ser pêkanînên qeyûman û derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Qeyûmên ku destpêkê hatin tayînkirin hemû xebatên alternatîf ên jinan, zarok û zimanê zikmakî yên HDP’ê ji holê rakirin. Cara duyemîn jî ku qeyûm hatin tayînkirin jî ev polîtîka hat domandin. Ev tenê ne ji holê rakirina xizmetên şaredariyê ne. Ev hewldana tunekirina ziman, çand û dîroka gelekî ye. Heta dixwazin bila qeyûm tayîn bikin, binçav bikin û bigirin, di dawiyê de em ê bigihîjin serkeftinê.”

Mizrakli destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman tê xwestin gel bên çewisandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tê xwestin vîna sindoqê bê şikandin. Dixwazin feraseta ku kes neçe ser sindoqan bi pêş bixin. Lê wê bi sernekevin. Lewre hilbijêrên HDP’ê naşibin hilbijêr in partiyên din û polîtîk in. Têkoşîna me li derve jî li hundir jî didome. Em ê çong neşikînin û lêgerîna xwe ya heqîqetê bidomînin. Gelê kurd bi aştî û demokrasiyê re ye. Di hilbijartinan de helwesta gelê kurd zelal e.”

‘Amed çong naşikîne’

Her wiha Mizrakli axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Amed timik polîtîk e û lêgera heqîqetê ye. Tu demê ji rastiyan veneqetiya. Tu demê terka nasnameya xwe ya têkoşer nekir. Ji baweriya xwe tu carî tavîz neda. Qeyûm tayîn bikin û her cure zordariyê bikin jî dê Amed çong neşikîne û serî netewîne. Ez jî baweriya xwe ya ji hêza gelê Amedê digirim diparêzim. Bi silav û hezkiriyên xwe dişînim.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar