Serokwezîrên berê yên Tirkiyeyê dema diketin astengiyê piranî li balafiran peyam didan rojnamegeran. Peyamên wan jî herî zêde di der heq demokrasî û pirsa kurd de bûn. Ev çend car e Erdogan jî bi vî şiklî hin peyaman dide. Peyama xwe ya domahî di vegera Almanyayê de da. Got, “Divê di hilbijartina serokkomariyê de sedî 50 û 1 deng ferz nebe. Ji ber vê sedemê destê kê di bêrîka kê de ye, diyar nabe. Ya baş ew e ku ji namzedan kê deng zêde girt, bila ew were hilbijartin.” Rast e, peyamên wî rasterast bi pirsgirêka kurd an jî bi demokrasiyê re eleqeder nebû, lê dixuye ku bingeha peyamên wî astengiyên wî ne.
Hê jî Erdogan ji balafirê daneket ev nûçe belav bû. Piranî şirovekar, vê peyamê wekî xilasbûna ji MHP’ê nirxandin. Hinek jî gotin, Erdogan bi rêyau destûra bingehîn dixwaze careke din bibe namzed û were hilbijartin. Ango dibêjin ew dixwaze rê li ber destûreke bingehîn ya nû veke. Hin şiroveyên cûbecûr jî hatin kirin.
Bi ya min ‘krîza’ navbera du dadgehên bilind û peyama Erdogan, ji hev cûda nînin. Em dizanin ku biryara dadgeha bilind a Yargitayê, beyî Erdogan nehatiye girtin. Bêgûman, giraniyeke MHP’ê jî li ser endamên Yargitayê hene. Erdogan vê yekê dizane lê ew vê yekê ji bo xwe wekî derfet dît û Dadgeha Bilind û Dadgeha Destûra Bingehîn anî hember hev. Piştî mesele ket rojevê berê piştgiriya Yargitayê kir, dûra got, “Ez hakem im.” Lê raya xwe ya esasî di beyana xwe ya ewil de aşkera kir. Daxwaza çêkirina destûreke bingehîn ya nû anî rojevê.
Destûreke bingehîn ya nû tenê bi AKP û MHP’ê çênabe. Her weha piştî hilbijartina 2023’yan zêdetir tê dîtin ku navbera du şirîkên hikûmetê de pirsgirêk jî hene. Bi gorî îdiayan MHP’ê zêdetir tawîzan dixwaze, AKP vê pêknayne. Di dema damezrandina hukumeta nû de hin wezaretan jî ji MHP’ê girtin. Bi gorî agahiyên tên, derdora Bahçelî ji van kiryaran eciz bûne û rasterast gef li Erdoganê xwarine. Heta tê gotin Bahçelî ji Erdogan re gotiye “Em ê piştgiriya xwe paşve bikşînin.” Ev îdîa ne. Rast e ne rast e em nizanin. Lê em dizanin Tirkiye jî, desthilatdariya Tirkiye jî di nav krîzeke mezin de ye. Krîz, her weha du şîrîkên dethilatdariyê jî tîne hemberî hev.
Dema em behsa krîzan dikin, hinekan behsa qewîbûna Erdogan dikin. Na xêr! Ew ne qewî ye. Tiştên Erdogan dikin tenê gef û tehdît in. Erdogan her ku dikeve astengiyê zêdetir dest bi êrîşê dike. Sedemên ev gef, tehdît û êrîşên wî jî astengiyên wî ne. Niha jî rê li domkirina desthilatdariya xwe re digere. Ji bo vê yekê jî serî li her deriyê dide.
Siyaseta li hember Îsraîlê dimeşîne, ne siyaseteke dijberî Îsraîl e. Heke wiha be çima salane bi mîlyaran dolar bazirganî niha jî bi Îsraîlê re tê kirin? Her weha xwedîtî li Hamasê dike, lê ev jî siyaseta konsolîdekirina alîgirên xwe ne. Ji vê siyasetê tu xwêra Hamasê jî, tu xwêra Fîlîstiniyan jî tune ye.
Siyaseta li hemberî Amerîka û welatên Ewropayê jî mirov dikare bi vî awayî bixwîne. Amerîka û Ewropa naxwazin desthilatdariya Tirkiye berê xwe bide Rûusya û Îranê. Her weha ev welatan jî dizanin ku şîrîkên Erdogan di xeta Avrasyayê de ne û dixwazin Tirkiye bi temamî ji xeta welatên Rojava derxin. Niha Erdogan vê dûbendiya desthilatdariyê li hember Amerîka û welatên Ewropayê bikartîne. Mixabin, Amerîka û şîrîkên wî jî ji dêvla ku bersîva wî bidin gefên wî dadiqurtînin.
Di vê rewşê de em dikarin bêjin ku muxalefeta esasî ya Tirkiye, tenê kurd in. Ew bi her cûre xebatê ve ji bo pêkanîna demokrasî û çareserkirina pirsa kurd tevdigerin. Lê yên li hemberî wan de tu ehlakeke siyasî tune ye. Erdogan careke din dixwaze tevgera kurda ji bo berjewendiyên xwe bikarbîne, bi alîkî ve jî bi rêya Hudaparê nakokiya navbera kurda mezintir bike. Aliyên din ya muxalefetê jî bi kiryarên xwe ve ji şirîkên Erdogan cûdatir nînin. Bi hêsanî dikarin di dijminatiya kurdan de bi desthilatdariyê re bihev bikin. Jixwe partiya Meral Akşener ji vê yekê re ji duh ve razî ye.
Di nav vê bêehlaqiyê de siyaset ne hêsa ye. Lê tevgerên kurd, bi salan e di nav vê bêhlaqiyê de siyaset dikin, berdêleke giran didin. Mixabin, ev siyaseta birûmet ji alî gel û muxalefeta Tirkiye hê jî nehatiye famkirin. Ne xem e! Bila fêm nekin. Lê heke siyaseta kurd careke din di teqtîkan de şaşî neke, em ê tev bi hev re bibînin ku ji vê aloziyê ew ê tenê siyaseta kurd bi serkeftî derkeve.