Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Desthilatdarî û diyanet ola îslamê îstîsmar dikin’

Şewba koronayê (Covîd -19) roj bi roj belavtir dibe. Hejmara kesên bi vê şewbê dimirin û yên pê dikevin jî zêdetir dibe. Li Tirkiyeyê jî nêzî hezar kes bi vê şewbê mirin û bi hezaran kes jî pê ketine. Li berevajî welatên cîhanê, li Tirkiyeyê bi belavbûna şewbê re yek ji saziya ku herî zêde derketiye pêş diyanet bû. Di vê çarçoveyê de diyanetê ferman da ku li hemû mizgeftan sela û sûreya fetihayê bê xwendin. Balkêşe ku ji hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê heta niha di her şer, nexweşî û pevçûnan de diyanet heman fermanê dide. Heman ferman di şerên li dijî rojavayê Kurdistanê de jî hatibûn dayîn. Têkildarî mijarê ji endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Dîlan Aydin ji Jinnewsê bi Zeynep Durgut û Şehrîban Aslan re axivî.

Dîlan Aydin got ku hikûmet bi vê polîtîkayê ola îslamê îstîsmar dike û wiha got: “Desthilatdariya li Tirkiyeyê çawa ku li ser her tiştî tehekûma xwe ava kiriye, aboriya welat jî xesp kiriye. Jiyan li mirovan  herimandî  ye û dest avêtiye olê jî. Bi desthilatdariya xwe bi olê dilîze û li gorî xwe şîrove dike. Lê rastiya îslamê wisa nîne. Olên îbrahîmî ne ji bo kesan, ji bo civakan hatine. Îslam jî ola herî dawî ya vê çandê ye. Di demên dawî de di bin gelek gelek destan re derbas bûye û cewhera xwe winda kiriye. Dema em li nêzikatiyên li vê desthilatdariyê dinêrin, dibînin ku ne tenê nûner, xwe weke xwediyên vê olî dibînin. Ji ber vê jî em ji ya ku tê kirin re dibêjin ‘şov’. Li hêlekê tu qedexe dikî û li hêla din jî tu di qesra xwe ya heram de nimêjê bi cemaet dikî. Ev yek tenê îstîsmarkirina hestên mirovan e.”

‘Hewl didin êrîş û talan xwe rewa bikin’

Aydin diyar kir ku mizgeft mal û milkê tu kesî nînin û ev nirxandin kir: “Nabe ku tu li gorî armancên xwe bi kar bînî. Ji sala 2016’an ve xwendina selayê bûye mode. Ji roja ku navê 15’ê tirmehê lê danîne heta niha, çi êrîş, dek û dolab û nelirêtî hebin, radibin li mizgeftan selayê didin xwendin.  Ev jî modaya vê hikûmetê ye. Êrîşî welatên din, bajar û gundên kurdan dikin lê sela û sûreya Fethê dixwînin. Erdhej çêdibin, nexweşî belav dibe lê selayê dixwîne. Çi eleqe? Divê civak vê yekê qebûl neke. Ev êrîşeke bi navê olê ye. Êrîş û bêrêziya herî mezin a li dijî ol e. Ev ne oldarî, munafiqî ye. Hewl didin êrîş, talan û tecawiza xwe rewa bikni.”

‘Ya ku desthilatdarî dike rûreşî û bêexlaqî ye’

Herî dawî jî Aydin ev tişt destnîşan kir: “Di van rojên şewba koronayê de li şûna gel agahdar bikin, radibin selayê dixwînin. Li cihê ku tevdîran bigirin û gel derman bikin, duayan dikin. Bi vê jî emelê xwe yê xirab vedişêrin. Kampanyaya ku hikûmetê daye destpêkirin, şermeke mezin e. Ji gelê xizan pere dixwazin. Ji gel re dibêjin ji malên xwe dernekevin. Raste lê gelo tu dê hewcehiyên bi milyonan xizanan bi cih bînî? Ev têrê nake ku vêca radibin ji gel pere dixwazin. Ji bo rêveberiyekê ev yek rûreşî ye, bêexlaqî ye. Nexweşiyên vê serdemê jî bingeha xwe ji desthilatdariyan digrin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar