Desthilatdarî ango îktîdar heya baş neyê veçirandin nîqaş û nirxandinên der barê tenduristiyê de wê qels bimînin û em ê di teşhîrkirina feraseta tenduristiyê ya berovajîkirî de bi ser nekevin. Desthilatdarî çawa xwe didomîne kîjan alav û navgînan bi kar tîne bi çi fêl û finazan gel dixapîne divê bi awayekî berfireh bigrin dest. Desthilatdarî ji bo xwe li gel her awayî bide pejirandin kîjan rê û rêbazan bi kar tîne hewce ye baş bê zanîn. Ji van alavan yek jî DEWLET e. Ji bo em îktîdarê û bandora wê ya li ser gel fêm bikin divê em rastiya dewletê raxînin ber çavan.
Li gorî daneyên beşên zanistê yên wekî şûnwarnasî (arkeoloji), nijadnasî (etnoloji) û teolojiyê dewlet teqrîben 3500 sal beriya zayînê derketiye holê. Wekî tê zanîn beriya dewletê demeke zehf dirêj civakan bi awayekî xwezayî jiyana xwe berdewam kiriye. Ev çax wekî serdema neolitik jî tê zanîn. Di vê civakê de pêwendiyên desthilatdarî tunebûn, kesek an jî komekê neheqî li civakê nedikir û nedibû serdest. Civak li dora jinê (bi taybetî ev jin dayîk bû) kom dibû, dihat ba hev. Qedr û qîmeteke mezin didane jinê û soza wê ji bo civakê giran û watedar bû. Li vir erka mêran zêde ne xurt e bi taybetî karên ku qeweta fîzîkî dixwaze dikirin û diçûn nêçîrê. Civakê ji bona pêdivîyan di kar û xebatan de tarza komunal esas digirt. Alîkarî, hevkarî û parvekirin di jiyana rojane de serdest bû. Jiyaneke azad û wekhev hebû.
Piştî ku mêr hêza xwe zêde dike bi nêçîrvaniyê hînî fêl û finazan dibe û ji bo di civakê de bibe xwedî soz dikeve nav hewldanan. Her diçe soz û peyva mêran xurtir dibe û di nav xwe de tifaqekê ava dikin. Di nav vê tifaqê de şaman, rîspî û fermandar hene. Bi vî rengî hemû hêz dikeve destê wan. Jixwe di binyada dewletan de jî hêz heye. Hêz bi şer û pevçûnan zêde dibe û xwe diyar dike. Dewlet têra xwe mêrane ye û li ser vê esasê xwe ava kiriye.
Peresgehên Rahîbên Sumerî wek prototîpa dewletê tê qebûlkirin. Ev peresgeh li ser kelepora civaka xwezayî xwe ava dikin. Ji ber zêdebûna gelheyê, hewcedariya zêde ya hilberînê, geşedanên teknîkî, şert û mercên guncav divê sîstemeke nû ya civakî bihata înşakirin. Bi hostatiya rahîban li hewza Dijle û Feradê bi teknîkên avdanê sîstemeke nû ya hilberîne hate afirandin. Dewletê li ser van hîman xwe saz kir. Bi sazî û dezgehan, bi qural û qeydeyan, bi destdanîna ser hemû keleporên civakê xwe mezin kir.
Desthilatdar ji bo desthilatdariya xwe li hemû civakê bidin qebûlkirin û xwe sazûman bikin dewletê wekî navgînekê bi kar tînin. Hundirê hemû sazî û dezgehên ku dewletê pêk tînin, li gor berjewendiyên xwe dadigrin. Yanî îktîdar formeke li ser dewletê ye.
Ji roja ku derketiye heya îro dewlet xwedî feraseteke stemkar û zordest e. Ev yek karektera wî ya sereke ye. Ev stemkarî û zordestî li ser jinê û li ser xwezayê bi awayekî aşkera derdikeve pêşiya me. Dixwaze wekî her tiştî jin û xwezayê jî di bin kontrola xwe de bigre. Civakê ji heqîqeta xwe bêpar dihêle û xwezayê li gor berjewendiyên xwe tarûmar dike. Ev hemû kirin û sepan tenduristiya gel xera dike li ber êş û nexweşiyan vedike.
Desthilatdarî di qada tenduristiyê de jî gihêştiye asteke bilind û her diçe pêwendiyên komînal dihelîne û tune dike. Gava plansazî û polîtikayên tenduristiyê tên çêkirin ji rastiya gel zêdetir berjewendiyên desthilatdariyê esas tên girtin. Her rêvebir û rayedar xwe wekî desthilatdar dibîne û li gorî wê ferasetê têkiliyan datîne. Ev feraset pirsgirêkên heyî hîn zêdetir dike û rê li ber çareseriyan digre. Pergala ku li ser esasa desthilatdariyê hatiye avakirin dij-mirovahî û dij-xwezahî ye. Divê li hemberî wê pergaleke demokratîk, xwezaparêz û wekheviya zayendan esas digre, bê avakirin.