Di çarçoveya mijara me ya bingehîn de danasîna teorîk a heyatî divê der barê desthilatdariya hegemonîk a navendî de hebe. Teoriya sereke ya karibe rewşa gelekî li ber qirkirinê zelal bike, teoriya desthilatdariya hegemonîk a navendî ye. Ji ber ku me têgîna desthilatdariyê têra xwe da naskirin, gelekî girîng e ku mirov diyar bike, bê ka desthilatdariyê di nava pêşdeçûna dîrokê de çawa civak kiriye nava pencên xwe. Berê pêşî divê mirov karekterê hegemonîk ê desthilatdariyê baş diyar bike. Navendên desthilatdariyê ji roja derketine holê û vir ve di nava xwe de hevrikiyê dikin û her diçe şer dikin. Desthilatdarî di destpêkê de bi şeran hev tine dikin û bi vî awayî hewl didin monolîtîk û yekpare bibin. Piştî demekê tê fêhmkirin ku ev bêkêr û tewş e, herweha ne pêkan e. Lewma ketina bin hegemonya desthilatdariya navendî ya herî bi hêz ji bo navendên din ên desthilatdariyê weke ehwen-î şer ango ji xiraban a herî baş tê qebûlkirin. Herweha tevgerên antî-desthilatdarî yên ji jêr û ji derve timî tên, desthilatdaran neçar dikin ku li bin desthilatdariya hegemonê (domînant, fermandarê sereke) hevpariyê pêre dikin bi awayekî hevgirtî bimînin. Di dîrokê de xwerû desthilatdarî îstîsnayî ne; ya pîvan e, karekterê desthilatdariya hegemonîk e. Desthilatdariya navendî divê bi ekonomiya navendî re bê temamkirin. Desthilatdariya navendî ya xurtbûyî bi navenda ekonomîk a xurtbûyî ya sereke re di nava têkiliyeke xurt de ye.
Ekonomiya navendî xwe xelek bi xelek li hawîrdorê belav û sîstematîze dike û vê yekê, divê bi esthilatdariya navendî re di zikhev de pêk bîne û belav bike. Ji ber ku desthilatdariya navendî bi xwe xurtbûyî ye, û potansiyela herî bi hêz a avahiya ekonomîk e, di nava aktualîteya xwe de aboriyê çalak dike û ji navendê ber bi derve belav dibe. Li gorî daneheva sermaye û hatina aborî, navend û hawîrdor timî cih diguherin. Ev rewş pêvajoyên ji wan re pêxîrtengî tê gotin ferz dike.
Naxwe hawîrdor û pêxîrtengî, xisletên bingehîn ên desthilatdariya navendî û ekonomiyê ne ku bêyî wan nabin. Heta sîstem bi berdarî bixebite hewcedarî bi guhertina navendê nîne. Lê çawa ku gelek caran di dîrokê de hatiye dîtin, wexta ku navend her diçe tiral û kurtêlxur dibe, hawîrdoreke berdar ji bandora pêxîrtengiyan keysê lê tîne derkeve holê û gav biavêje ango bi pêkanînên nû yên teknolojîk ekonomiyê serketîtir dike û vê yekê pêk tîne. Teknolojiya nû tê maneya teknîka nû ya eskerî. Di kêliyên wisa yên dîrokî de destguhertinên desthilatdariyê bi pêkhatinên nû yên navend û hawîrdorê bi encam dibin. Hegemonya desthilatdariyê ji nû ve ava dibe. Pêkhatinên desthilatdariya hegemonîk ên bi vî rengî di pêşengiya qewm û xanedanekî nû de derdikevin holê, di dîrokê de timî têne dîtin. Li vir, zêde manedar nîne ku mirov ji ekonomî û desthilatdariyê li ya diyarker bigere. Ti desthilatdariya hegemonîk bêyî navenda ekonomîk nikare bimeşe û ti navenda ekonomîk jî xwe li avakirina desthilatdariya hegemonîk a navendî ranekişîne nikare demdirêj mayînde bibe.
Di dîrokê de diyardeyeke din a girîng bi desthilatdariya hegemonîk a navendî ve girêdayî ew e, ev sîstem xwedî xisleteke wisa ye, bi awayekî zincîrwarî girêdayî ye, û valatiyê qebûl nake, hem ji aliyê zeman û hem ji aliyê mekan ve qutbûn nîne, weke xelekên zincîrekê pêk hatiye. Di xwezaya desthilatdariya hegemonîk de ji aliyê zeman û mekan ve valatî, navberdan nîne. Berevajî ba di ber re naçe. Navber têra xwe tijî û bi hev ve ne. Xelek di zikhev de ne û hişk bi hev ve girêdayî ne. Eger qutbûn û navber pêk bê, heye ku navend hilweşe. Eger demeke dirêj neyê tamîrkirin û valatî neyê tijîkirin, hilweşîn û destguhertin bivênevê wê pêk bê. Divê mirov li desthilatdariyên hegemonîk ên navendî weke rewşeke bi tenê xweserî împaratoriyên mezin nefikire. Hewl didin tevahiya civakê bi têkiliyên desthilatdariya hegemonîk bi hev ve girê bidin. Ji navenda împaratoriya herî mezin heta bi yekeya malbata pêve girêdayî pîvanên hegemonîk ên bi heman rengî ji bo hemûyan dimeşin. Li Romayê împarator çi be, li gund axa û di nava malbatê de jî mêr ew tişt e. Civaka dîrokî bi girêkên hegemonîk ên bi vî awayî hatiye deribandin û eger ji nedîtî ve hatin, mumkîn nîne ku mirov civaka dîrokî fêhm bike. Belkî bi baran agahî û zanîna me hebe, lê wê serwextbûn û têgihiştina me ya diyalektîkî pêk neyê.
Divê desthilatdariya hegemonîk a navendî ne bi tenê bi ekonomiyê, lê bi hegemonya îdeolojîk a ku bi kêmanî bi qasî wê girîng e, bê temamkirin. Hegemonya desthilatdar a bê hegemonya îdeolojîk nabe. Nexasim gavavêtinên mîtolojîk û dînî yên bingehîn di qonaxa şaristaniyê de yan antî-hegemonîk in, yan jî bi kêmanî di demeke kin de bi baskekî desthilatdariyê re dibin yek û bi lez hegemonîk dibin. Nemaze mirov dikare ji pêşketina dînên yekxwedayî bi hegemonya navendî re gelek tiştan hîn bibe. Derketina wan a holê ji sedî sed bi hegemonyayê ve girêdayî ye. Têgîna Xwedê, Ellah yan alternatîfa hegemonê sereke ye, di vê rewşê de dîn muxalif û berxwedêr e, yan jî hegemon bi xwe tê pîrozkirin û wî dikin xweda; di rewşa duyemîn de dîn sîstema hegemonîk a navendî nîşan dide. Ji aliyê têkilî û nakokiyê ve di navbera herduyan de rewşeke pirr pêk tê û li ser şer tê kirin heye. Eger em dîroka dînên yekxwedayî bi desthilatdariya hegemonîk a navendî re lêbikolin, em dikarin fêhm bikin. Naxwe bi awayekî din dîroka dînan nayê fêhmkirin. Dîrokeke dînan a ji bingehê ekonomîk û desthilatdariyê qut ji gotinên pûç û vala wêdetir tiştekî din nîne. Têkiliya di navbera dîn, xweda, hegemon, desthilatdar û ekonomiyê de ji pêşbînî û yeqîna mirov dikin, zêdetir e. Çawa ku desthilatdariya hegemonîk bi awayekî zincîrwarî dor li zeman û mekan girtine, dîn, xweda, hegemon, desthilatdarî û aboriyê jî di zikhev de dor li dîroka rastî girtine. Civaka dîrokî bi dorgirtinên bi vî rengî, bi awayekî xelekwarî xwe nîşan dide û tê heta roja me ya îro.
Em bi mînakan rewşê berbiçav bikin, ev pêvajo bi qasî tê zanîn ji hegemonê pêşî Qralê Aqadê Sargon ve bi awayekî zincîrwarî û bi awayekî xelekwarî heta roja me tê. Di roja me ya îro de jî ev pêvajo bi hegemonekî weke Împaratoriya Sargonê bi DYE’yê dewam dike û ev rewş di çarçoveya sîstema şaristaniya navendî de weke herikîna çemê sereke û mezin e. Hegemonya Sumer, Aqad, Babîl, Asûr, Hîtît, Mîtanî, Ûrartû, Med, Pers, Skender, Roma, Sasanî, Bîzans, Ereb-Îslam, TirkMoxol, Osmanî, Brîtanya û DYE’yê çemê sereke pêk tînin, Împaratoriyên Misr, Elam, Harappa, Çîn, Hind, Rûs, Frank û Germen rûbarokên tên ser vî çemê sereke ne. Eger mirov civaka dîrokî di tevahiya dîroka şaristaniya navendî de bi awayekî berbiçav weke çemê sereke û rûbarokên têne ser sembolîze bike wê bêhtir bi awayekî rastî were fêhmkirin. Bêguman rûbarok û şaxên hê piçûk ên vî çemê sereke û rûbarokên wî yên têne maneya çand û şaristaniyan hene. Ya girîng ew e, divê mirov fêhm bike ku pêşdeçûna dîrokê ji hev qut nîne, hegemonya navendî, ji bilî derbasbûnên di navberê de, hebûna xwe timî bi hêz kiriye û dinya roja me ya îro pêk aniye. Bêguman ev pêkhatin ne yekalî ye. Li aliyê din, hêzên antî-hegemonîk jî ji roja derketina holê ya şaristaniya navendî û vir ve li dijî sîstema wê û hêzên wê yên hegemonîk timî hebûna xwe pêk anîne, qutbê din ê dinyayê ango dinya şaristaniya demokratîk heta bi roja me ya îro anîne.
Cewherê esasî yê vê dinyayê demokratîk, exlaqî û polîtîk e; bi konfederasyonên demokratîk ên naqedin timî xwe nû û bi hêz kirine, dinya xwe ya îdeolojîk bi giştî di nava dînan de û bi taybetî jî di nava mezhebekî dînên yekxwedayî de ava kirine û hêzên rastî yên hilberîner ên ekonomiyê ne, û ev rastî ne yên guftûgokirinê ne.Dîroka dewletên netewe ya taybet ya ku modernîteya kapîtalîst dixwaze wê serwer bike, herçiqasî bixwaze pêşdeçûna dîrokî gerdûnî ya hegemonya navendî bitepisîne jî nikare vê rastiya gerdûnî biguherîne. Dîroka gerdûnî nebe dîroka taybet jî nabe. Ya rastî, dîrok bi evtemamkirina gerdûnî û taybet pêş dikeve. Dîrokên taybet ên netewe, çîn û xanedanan an jî dîrokên şexsî di çarçoveya dîroka gerdûnî de neyên bi cihkirin nayên fêhmkirin. Modernîteya kapîtalîst dîroka xwe ya lîberal weke ‘dawiya dîrokê’ îlan dike û bi vî awayî hewl dide hîleya her serdema hegemonîk a klasîk serî lê daye, dubare bike. Her serdema hegemonîk xwe weke ya dawî îlan dike. Lê dîrok dewam dike. Belkî jî ya bi dawî dibe modernîteya kapîtalîst bi xwe ye. Bi serdema kapîtala fînansê ya global, ev sîstem bi xwe ti têkiliya wê bi dîroka berbiçav û civakê re nemaye û bêmane bûye. Ji aliyê şêwe ve jî roj bi roj ji hev de dikeve. Belkî jî di dîrokê de cara pêşî ye ku sîstema hegemonîk a navendî rezervên xwe qedandine û hêdî hêdî diderize, misêwa bi krîzê re di qirika hev de ne, û bi vî awayî nêzî dawiyê dibe. Bi xwe ji gelek aliyan ve li dawiyê dimîne. Cihê meraq û kakûniyê ye ku wê xwe bi qalibekî zirxî heta kengî biparêze; bi tinehesibandina zeman û mekan wê hebûna xwe bi awayekî şiklî bê dawî bike yan jî xwe biqedîne, ev mijarek e ku hêja ye heqîqeta wê were keşifkirin û were lêkolîn.