Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

‘Desthilatdariya mafya-teror a AKP-MHP’ê li pêy provakasyona ne’

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di derbarê qetilkirina Hûseyîn Tûrelî de destnîşan kir ku: “Bûyerên li başûrê Kurdistanê rû didin bi destê MÎT û PDK’ê pêk tê. Li gor agahiyên ji me re hatine, wê li Iraq, Sûriye, rojava û başûrê Kurdistanê teqîn, êrîş û sûîkastan bikin. Divê her kes hişyar bin.”

Di 17’ê nîsanê de karsaz û welatparêzê ji bakurê Kurdistanê Hûseyîn Tûrelî di saet 20:30’an de li Family Mall a Dihokê dema li ser karê xwe bû, di encama êrîşeke MİT’a tirk de jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan cuda Hûseyîn Tûrelî li nava Family Mal bûye. Dema Tûrelî li ser karê xwe bûye, rastî êrîşê hatiye. Hate gotin, di encama gulebaranê de 6 gule li Tûrelî ketiye û paşê jiyana xwe ji dest daye.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) piştî qetilkirina Huseyîn Turelî li Dihokê daxuyaniyek weşand. KCK’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku dibe ku dewleta tirk di pêvajoya hilbijartinê de provokasyonan bike.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser êrişên terorî ku dewleta tirk li başûrê Kurdistanê û her wiha ji bo provokasyonên rejîma AKP û MHP’ê jî hişyarî hate dayîn.

Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) wiha ye:

“Gelên Tirkiyeyê, ji bo pêşeroja xwe ketine merheleya dawîn a hilbijartinek ku ji bo wan gelek giring e. Hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo pêşeroja welêt û herêmê gelek girîng in û zêde nemaye jê re. Banga me li raya Tirkiyeyê, herêmê û hêzên navneteweyî ew e ku li dijî provokasyonên dewleta tirk a faşîst û hikûmeta mafya-terorê baldar bin.

Desthilatdariya mafya-teror a AKP-MHP’ê ku rû bi rûyê têkçûyînê ye, bi êrîşa terorî ya li ser balafirgeha navneteweyî ya Silêmaniyê nîşanê her kesî da ku wê serî li her rê û rêbaza qirêjî bide. Ev êrîşa nemerdane û girtina ser sûcê terorê yê navneteweyî, hewl daye ku bi çalakiyên tevgera me yên li balafirgeha Silêmaniyê û li seranserê bajêr bi hincet bike. Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta mafya-terorê Mevlût Çavûşoglû, li ser ekranên televizyonê bêyî ku fedî bike, daxuyaniyên derew ên dûrê rastiyê dane. Tevgera me ya Azadiyê, diyar kir ku di rewşa kontrolkirina balafir û bajarê Silêmaniyê de ye. Em dixwazin bi aşkerehî ji gelê xwe yê hêja û raya cihanê re bibêjin ku tiştên ku dewleta tirk têkildarê balafirgeha Silêmaniyê û derdora wê diyar kirine, tev derew in. Mijara esas ew e ku dewleta tirk aciziyê ji têkoşîna hevpar a YNK, HSD û hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ’ê, dike. Zemînê argûmanên feraseta faşîst a bi pêşengtiya klîka Erdogan-Bahçelî, PDK bi siyaset û rêveberiya xwe datîne.

Salên dawîn li Silêmaniyê û derdora wê gelek welatparêz û hevalên me bi êrîşên rêxistina terorê MÎT’ê şehîd bûne. Di van hemû êrîşan de hemû kujer ji Hewlêrê hatine û paşê çûne Hewlêrê. Di van hemû êrîşan de hevkariya MÎT-PARASTIN’ê bi belgeyan îspat bûye. Hewlêr û Dihok, bûne mîna biryargehên MÎT’ê ku rêxistineke terorî ye. Mînaka herî dawîn a vê hevkariya sûc, 17’ê nîsanê li navenda Dihokê qetilkirina welatparêz Huseyîn Turelî yê ji bakurê Kurdistanê ye. Ji ber ku dewleta tirk a faşîst xwestiye Huseyîn Turelî bigire, Huseyîn Turelî nêzîkê deh sal berê reviyaye başûrê Kurdistanê û li wir bi cih bûye û esnafî kiriye. KDP ku tevgera me dike hinceta êrîşên Silêmaniyê, wê vê kuştinê bi çi îzah bike, bajarên lê desthilatdar e kirine wek sî û stara kujerên kurdan. Gel meraqa bersiva wan dike. Hêj ku xwîna Huseyîn ziwa nebûye, çapemeniya PDK’ê ku di bin kontrola MÎT’ê de ye, ji bo me bike berpirsê vê êrîşê jî, gelek hewl dide. Em qetilkirina bi nemerdî ya Huseyîn Turelî ku mirovekê me yê welatparêz e, şermezar dikin, dibêjin bila serê malbatê û gelê me yê welatparêz sax be. Di şexsê heval şehîd Huseyîn Turelî de, em cardin dixwazin diyar bikin ku wê heyfa hemû şehîdên me bê hilanîn.

Bi boneya vê êrîşê, agahiyên ku me ji çavkaniyên girîng wergirtine jî didin ber çavan û dixwazin her kesî li dijî provokasyonên dewleta tirk a faşîst û hikûmeta mafya-teror hişyar bikin. Dewleta faşîst a mêtinger, hikûmeta mafya-teror ku ji her aliyî ve ketiye tengasiyê, ji tirsa wê ji dest bide dilerize, ji bo aramiya herêmê xera bike, dînamîkên herêmê bîne hemberê hev, em dizanin ku dixwaze li Iraq, Sûriye, rojava û başûrê Kurdistanê teqîn, êrîş û sûîkastan bike û bixe stûyê tevgera me.

Di vê çarçoveyê de, bi taybetî divê rayedarên Iraq û başûrê Kurdistan û gelê me li dijî lîstikên hikûmeta teror-mafya ya dewleta tirk hestyar û baldar bin.

Rêveberiya me bala xwe da agahiyên ku wê dewletatirk a mêtinkar û neyarê kurdan wê serî li dek û dolab û provokasyonan bide, biryara bêçalakîtiyê ku me ji ber erdhejê dabû, ragihand ku heta bi piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê dirêj kiriye.

Bi geşedanên dawîn û agahiyên ku me girtine, rastiya biryara me cardin derket holê.

Em bang li hikûmeta Iraqê, derdorên polîtîk, rayedarên Başûr, hêzên din û hêzên navneteweyî dikin di vî warî de bi berpirsyarî rabin û tedbîrên bergir bigirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar