Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Desthilatê çav berdaye hemû destkeftî û mafên jinan’

Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm têkildarî zext û tundiya li ser jinan ev tişt anî ziman: “Hewl didin mafên me yên qezençkirî ji me bistînin. Ne tenê 6284, her wiha çav berdane mafê me yê nefeqeyê. Li vî welatî her roj jin têne kuştin, mêr bi xwe re dibîne ku vê bikin.”

Li Tirkiyeyê mafên jinan li Tirkiyeyê di bin zexteke giran de ye. Piştî ku Peymana Stenbolê bi biryara zilamekî di şevekê de hate betalkirin, desthilatdariyê çav berda Qanûna bi Hejmara 6284’an û mafê nefeqeyê. Platforma Em ê Pêşî li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) di atmosfereke bi vî rengî de 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê pêşwazî dike. Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîm têkildarî mijarê axivî. Fîdan Ataselîm diyar kir ku li vê xakê ew li dijî rêveçûna otorîter û hişk têkoşînê dimeşînin û diyar kir ku ji ber vê yekê 25’ê Mijdarê ya îsal hîn bêhtir girîng e û wiha got: “Rayedar daxuyaniyên wiha didin ku qala rawestandina rêveçûna destûra bingehîn dikin. Herî dawî krîza li ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a têkildarî Can Atalay rû da, mînakeke şênber a vê krîzê ye. Tevî ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn ne cihê nîqaşê ne, kirin mijara nîqaşê. Ji wan bê wê destûra bingehîn ji holê rakin, rejîmên serdemên berê yên sûltanî, xelîfetî, mîrîtiyê bînin.”

Helw didin jiyana jinan bisînor bikin

Fîdan Ataselîm bi bîr xist ku desthilatdariya AKP-MHP’ê beriya hilbijartinê pêşniyar kir ku xala 2’emîn a destûra bingehîn biguherîne û wiha domand: “Yek ji van pêşniyaran ew bû ku bi bahaneya ’em ê nixumandina serî ewle bikin’ pêşniyarek ji bo binpêkirina pîvana laîktiyê bû. Ya din jî ew bû ku guhertina têkildarî malbatê li nava destûra bingehîn bi cih bikin û bi vî rengî pêşî li wê yekê vekin ku mêr karibe bi gelek jinan re bizewice û bi vî rengî jiyana me bisînor bikin. Ya ku niha navê destûra bingehîn a sivîl lê dikin, hewldanek ji bo peydakirina destûra bingehîn a zextên olî, dîktatorî û otorîteriyê ye ku dûrî ji sivîlbûnê ye.”

Fîdan Ataselîm ragihand ku ev rêveçûna metirsîdar gav bi gav tê û got, “Di şevekê de îmzeya li binê Peymana Stenbolê hate vekişandin. Lê belê Dadgeha Şêwirmendiyê jî serlêdanên me red kir û biryara serokkomar erê kir. Rayedaran dema qala binpêkirina destûra bingehîn kirin timî digotin, ‘carekê bê binpêkirin çi dibe’. Me ev gotin di destavêtina li zarokên li Weqfa Ensarê jî dît. Bi vê gotinê, destûra bingehîn ne carekê lê belê du caran, sê caran hate binpêkirin. Eger li vir refleksa me xurt bûya dibe ku em gihiştibûn vê astê.”

Li Tirkiyeyê her roj jin tên kuştin

Sekretera Giştî ya KCDP’ê diyar kir ku desthilatdarî dixwaze welat bixe bin hegemonya îslama siyasî û anî ziman ku êdî gotinên lîderên terîqetan hîn bêhtir têne bihîstin, ev gotin di bin sîwana meclîsê de jî bi hêsanî tê ser ziman. Fîdan gotina parlamenterekî Partiya Yenîden Refah bi bîr xist ku gotibû ‘Em ê 6284’an rakin. Ji bo parastina jinan pêwîstî bi qanûnan nîne’ û got, “Hewl didin mafên me yên qezençkirî ji me bistînin. Ne tenê 6284, her wiha çav berdane mafê me yê nefeqeyê. Li vî welatî her roj jin têne kuştin, mêr bi xwe re dibîne ku vê bikin. Lê belê Wezîra Xizmetên Civakî û Malbatê ku meqama herî erkdar a vê qadê ye, dema ku dest bi wezîfeyê kir yekser got ‘Nefeqe mêran mexdûr dike’.”

Fîdan Ataselîm diyar kir ku li dijî van êrîşan jin ne tenê li qada xwe, êdî divê li nava partiyeke siyasî ya nêzî fikrê xwe, xwe bi rêxistin bikin û got, ji ber ku dema jinê li her qadê giraniya xwe nîşan da, wê karibe bandorê bike. Fîdan Ataselîm destnîşan kir ku ji bo rê nedin qanûnên dijminê jinê wê têkoşînê hîn mezin bikin û got, ew ê bi hev re pêşî li vê rêveçûnê bigirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar