Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

Destûra şûştina cenazeyan nehat dayîn!

Malbatan cenazeyên 3 gerîlayên HPG’ê yên di şerê li Bagokê de şehîd bibûn, li Nisêbîn û Qoserê defin kirin. Lê polîsên tirk destûr nedan ku malbat cenazeyan bişon û li ser nimêj bikin

Di 8’ê Gulanê de li Gundê Badibê yê li herêma Çiyayê Bagokê ya Mêrdînê di navbera artêşa tirk û gerîlayên HPG’ê de şer derketibû. Di şer de 3 gerîla şehîd bibûn. Piştî malbatan cenaze teşhîs kirin, cenazeyên zarokên xwe  girtin û defin kirin.

Aşkera bû ku yek ji wan Ramazan Aslan (Bager) ê ji Nisêbînê ye û Bayram Kûzû (Bager Qoser) û Mazlûm Kizil ên ji Qoserê ne. Malbatên gerîlayan hatin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê û ji bo cenazeyan werbigirin ketin nava hewldanan. Lê rayedaran wesayîta cenaze nedan malbatan. Malbat jî neçar man ku ambûlanseke taybet kirê bikin. Malbata Ramazan Aslan cenaze li Goristana Mohris a Nisêbînê veşartin. Polîsan, dor li goristanê girtin û nehiştin ku ji xeynî endamên malbatê kesên din tev li merasimê bibin. Malbatê xwest ku cenaze li Goristana Hecace veşêre, lê polîsan nehiştin. Li ser vê yekê malbatê cenaze li Goristana Mohrisê veşart. Polîsan dîsa destûr neda ku malbat cenaze bişo û nimêjê li ser cenaze bike. Tenê 4 kes beşdarî merasimê bûn û cenaze defin kirin.

Malbata Bayram Kûzû jî cenaze birin Qoserê û xwest li Goristana Malbatê ya Kûzûlar Kume Evlerî veşêr in. Lê heman astengî danîn pêşiya wan û bi hinceta ‘pîvanên şewbê’ destûr nedan ku nimêj li mizgeftê bê kirin. Dîsa polîsan destûr nedan ku cenaze bê şûştin û malbat neçar ma ku ji ber astengiyan cenaze yekser veşêre. Cenazeyê Mazlûm Kizil jî birin gundê Girêbîr/Dubîrka, lê leşkeran heman astengî li vî gundî jî derxistin û nehiştin malbat cenaze bişo û bi girseyî defin bikin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar