Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Destvala vedigerin malê

Ji Cejna Remezanê re çend roj mane lê belê ne esnafên Emînonuyê û Çarşiya Misirê ne jî welatî ji rewşa heyî razî ne. Esnaf dibêjin kar nabe, welatî jî dibêjin her tişt biha bûye û destvala vedigerin malê

Ji Cejna Remezanê re çand roj man. Ber bi cejnê ve liv û tevgera li çarşî û bazaran jî zêde dibe. Li Emînonî û Çarşiya Misirê ne esnaf ne jî kirîger razî ne.

Ayşe Lalecî ku ji bo alvêra dawetê û cejnê hatiye Çarşiya Misirê, bal kişand ser bihabûna beran û got, “Gotin cihê herî erzan ev der e. Lê belê em nikarin tiştekî jî bikirin.” Lalecî, anî ziman ku li gor par rewş xirabtir bûye û got: “Bang li serokomar dikim; di her hilbijartinê de em we hildibijêrin. Lê em vê zilma we qebûl nakin.”

Bîrsen Akkar ku ji bo cejnê ji Ewropayê hatiye, wiha got: “Wexta têm welat tim li vira alvêrê dikim, lê îsal pir biha ye. Tu sûcê esnafan tune yeî sûc sûcê rêvebera ye. Kesekî teqawidbûyî wê karibbe çi bikire? Êdî em nikarin ji bo cejnê jî tiştekî bikirin. Kîloya luqim bûye 80 lîre.”

Yaşar Akman ê teqawidbûyî jî diyar kir ku ew nikarin ji bo cejn tiştekî bikirin û wiha got: “Meaşê teqawidbûyînê têra me nake. Êdî em nikarin ji bo cejnê biçin cihekî din jî. Meaşê me têra me nake. Êdî mirov ji ber rewşa aborî nikarin biçin gerê. Ev hemû ji ber polîtîkayaên aboriyê ne. Her tişt biha bûye. Niha tiştan erzan dikin lê piştî cejnê wê dîsa biha bikin. Roja cejnan roja mirina me ye. Kengî em bimirin aha wê rojê cejn e. Di 23’yê Hezîranê de bila gel destê xwe deyne ser wijdanê xwe û wis abiçe ser sindoqan. Wê her tişt xweştir bibe.”

Nikarin tiştekî bikirin

Mehmet Erzûrûmlû yê teqawidbûyî jî anî ziman ku meaşê wî têra wî nake û loma ji mecbûrî dixebite. Erzûrûmlû, got, “Êdî em ji bo cejnê jî nikarin alvêrê bikin. Meaşê min hezar û 500 lîre ye. Nikarim debara xwe bikim, ji mecbûrî dixebitim. Di navbera cejna borî û ya niha de ferqek mezin heye. Ji ber her tişt biha bûye êdî di bêrîka gel de pere nemaye. Divê kesê ji aboiyê baş fêm dike bi rê ve bibe.”

Bîlgîn Bekaroglû jî wiha got: “Amadekariya cejnê dikim. Tenê diçim serdana malbatan. Em hemû dibînin ku rewşa aborî ya Tirkiyeyê nebaş e. Îktîdara siyasî bû sedema vê krîzê. Di navbera cejna borî û ya niha de ferq heye. Eger rê li ber hiqûqê vebe, pergala liyaqatê, demokrasî baş pêk bê aha wê çaxê wê guherînek çêbibe. Em xwe nexapînin.”

Esnaf jî bi gazinc e

Esnafekî bazarê jî got ku ji ber pere bi gel re tune ye tiştek nayê firotin û wiha axivî: “Meaşê kêmtirîn 2 hezar lîre ye, lê niha şebeş bi 50 lîreyî ye. Ma wê gel çawa fêkiyan bikire? Ber destê cejnê ye lê kar tune ye. Em nikarin ji bo xwe jî alvêrê bikin. Ancax em karibin ji zarokên xwe û enviyên xwe re bikirin. Naxwazim lê ger firsend çêbibe dixwazim vî welatî biterikînim. Êdî em nikarin debara xwe bikin. Em nikarin tiştekî bikirin. Serê sibehê saet di 5’an de têm bazarê heta 10’ê êvarê disekinim. Wexta diçim malê eger 50-60 lîre bi min re bimîne kêfxweş dibim.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar