Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Detayên Komxebata ‘Dijî terora DAÎŞ’ê’

Bi hevkariya Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li başûrê Kurdistanê û Piştevaniya Rojava bi navnîşana ‘Têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAÎŞ’ê’ komxebatek bi tevlibûna aliyên iraqî, Rojava û başûrê Kurdistanê pêk hat.

Yek ji taybetmendî û xisûsên herî girtîng a vê komxebatê cara yekem e li ser asta navxwe ya Rojava, Başûr û tevlibûna akademîsyen, rewşenbîr û hiqûqnasên ıraqî lihevkombûneke wiha, li ser xeterî, metirsî û çarenûsa DAÎŞ’iyên girtî û malbatên wan pêk tê.

Di komxebatê de pir kesayetên bibandor ên xwedî cih di nava civakê de û xwedî ezmûnên xurt ên li dijî kiryarên terorê kar kirine cih girtin. Hinek ji van na wiha ne; Hevseroka KNK’ê Zeyneb Muradî, Endamê Desteya Rêveber a YNK’ê Seedî Ehmed Pîre, endamê Polîtbûroya YNK’ê Aram Qadir Xelat, siyasetmedarê Kurd Dr. Mihemed Emîn Pênciwênî, Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdulla, siyasetmedarê Iraqî Eshad Îbadî, alîkarê hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiyakurd, nûnerên Meclisa Gel a Mexmûrê, Kakayî, Şebek, kurdên Feylî, Rêveberiya Xweser a Şengalê. Parêzerê kurd ê ku Seddam Huseyîn darezandî Rizgar Heme Emîn û gelek kesên din ên ji navxwe û herêmê tev li bûn.

Em hinek xwe berdin nava detay û mijarên girîng derketin pêş

Di destpêka komxebatê de nîqaşên germ ên ji bo çareserî û taybet têkoşîna gelê Rojava û xebatên Rêveberiya Xweser a li dijî DAÎŞ’ê hat kirin. Bi taybet di vê mijarê de nîqaşên hatin kirin, encamên ku derketin diyar kir ku Rêveberiya Xweser di mijara DAÎŞ’ê û terorê de pir tenê hatiye hiştin, bar li ser wê hatiye danîn. Hêzên navxweyî û herêmî ji alîkarîkirinê zêdetir hewl dane, vê projeya heyî lewaz bike û ji hev bixe. Tevî vê jî Rêveberiya Xweser bi erka xwe ya wijdanî û mirovî ya li ber her kareke  civakî û rêxistina gel rabûye û hem wext li gel hêzên leşkerî ya HSD’ê di mijara terorê de kar kiriye û berdêlên mezin daye.

Li aliyê din bi taybet bal kişnadin ser xebatên hevpar ên navxwe û dîsa li gel Iraqê ku bikarin bi hev re têkoşîneke hevpar a li dijî terorê bike û aramî li herêmê pêk were. Divê komxebatê de jî gelek rewşenbîr, siyasetmedar û hiqûqnasên Iraqî jî hebûn û nêrînên xwe parvekirin.

Aliyên iraqî li gel êrîşên DAÎŞ’ê û mexdûryeta bi êrîşan re pêk hat, bal kişandin ser dagirkeriya tirk ya li ser serwerî û siyaseta Iraqê. Bi taybet bal kişandin ser êrîşên dagirkeriya tirk a bê ku serweriya Iraqê û kerameta Iraqê li ber çavan bigire. Ev yek jî xaleke baş e ku aliyên iraqî derxistin pêş. Dan nîşandan ku ferqa Tirkiye û DAÎŞ’ê nîne, her du jî terorê dikin.

Li aliyê din zêdetir xurtkirina têkiliyên navbera herêmê û rêveberiya xweser bû. Ev mijar jî cihê xwe baş di komxebatê de girt. Derket holê ku çiqasî peywendî û têkilî qut bin, ziyan û mexdûryeta ji êrîşên terorê zêdetir dibin. Ji ber ku xeteriya heyî ne tenê ji bo Rojava hemwext ji bo Başûr û Iraqê jî derbasdar e. Di vê pêvajoyê de hem Iraq, hem jî Başûr û Rojava ziyanên mezin ber ketin. Ji bo têkoşîneke xurtir a li ber her cure terorê piştevaniyeke xurt hat xwestin.

Her wiha xalake din a girîng têkiliyeke leşkerî ya navbera hêzên Iraqî û HSD’ê ya li sînor ku bikare berjewendiyên herdu aliyan û dîsa aramiyê herêmê bû. Ev jî dihêle ku ev komxebat di mijarên din de jî nêzîkbûna fikir veke, bibe rojeveke Iraqî jî.

Dîsa ji bo malbat û zarokên DAÎŞ’ê û kesên ber vê pêla terorê ketin, çareseriyek mayînde û hiqûqî bê kirin. Di vê mijarê de parêzerê kurd yê dîktator Sedam Huseyîn darizand Rizgar Heme Emîn ev gotin kir; ‘Yek ji karê ewilê û xurt bê kirin li dijî DAÎŞ’ê zarok ji DAÎŞ’ê qûtkirin û bi taybet bê perwerdekirin. Nedarezandina DAÎŞ’ê yek ji pirsgirêka herî mezin a li pêşiya çareserkirina DAÎŞ’ê ye. Lezûbez pêşxistina mekanîzmayeke ya çareseriyê wê asankarî pêk were ji bo darezandina DAÎŞ’ê.”

Li aliyê din yek ji mijara Şengal û dîsa rewşa jinên êzidî yên dîl hebû. Ev mijar jî cihek baş a komxebatê bû û ji bo çareseriya pirsa jinên êzidî û çerenûsa wan xebatek esas bê kirin û hemwext karasanî ji bo vegera Şengalê bê kirin bû. Hemwext beşdarvanan li ser vê yekê nîqaş kirin û baştir rewşa Şengal û qûrbaniyan bûn xwedî agahî, ev jî dihêle ku di vê mijarê de ji devê yekem agahî bê girtin û helwestên xurtir bên raberkirin.

Eger ku weke encamek bidin nîşandan, di vê komxebatê de xalên herî esasî yekîtiyeke nava kurdan û cîranên wan, her wiha li ser esasê berjewendiyên navxwe û cîran li dijî dagirkerî û terorê xebatek hevpar û demildest lazime. Dîsa ji bo ji terora DAÎŞ’ê û malbatên wan rizgar bibin, demildest xebateke mezin ku zextê bike dadgeheke navneteweyî ser esasê darezandin û perwerdekirina esas a zarok û malbatên DAÎŞ’ê were avakirin.

Her wiha li dijî dagirkeriya tirk ya serweriya xaka Iraqê û destdirêjiya wê ya li nava siyaseta wê bê rawestandin, rêz ji Iraqê û herêmê re bigire.

Weysî Tallî

Nûçeyên Têkildar