Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

‘Dev ji bêdengiyê berdin, zexta azadiya Rêber Apo li dewleta tirk bikin’

Parêzerên li bajarê Helebê diyar kirin ku rewşa Rêber Apo ji qonaxa tundiyê derbasî qonaxa windakirina bi darê zorê bûye û wiha axivîn: “Pergala êşkece û qikirinê ya li Îmraliyê tê meşandin li gorî xala heftemîn a Destûra Romayê ya sala 1958’an sûcên li dijî mirovahiyê ye. Divê rêxistinên navneteweyî dev ji bêdendiyê berdin û zexta azadkirina Rêber Abdullah Ocalan li dewleta tirk a dagirker bikin.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li hemberî pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê tê meşandin berxwedaneke bêhempa dimeşîne. Dewleta tirk a dagirker pergala îşkence û qirkirinê li Îmraliyê didomîne. Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehbayê parêzer Fadiya Şêx Îsa û endamê Yekitiya Parêzeran a Helebê parêzer Îsam Mihemed li ser pergala êşkence û qirkirinê ya Îmraliyê axivîn.

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Kantona Efrîn û Şehbayê parêzer Fadiya Şêx Îsa diyar kir ku dewleta tirk zagonan xwe û yên navneteweyî binpê dike û got: “Dewleta tirk tu zagonan der barê Rêber Abdullah Ocalan de bi cih nayne. Ji ber ku piştî revandina wî di dadgeheke ne adil de hat darizandin. Desthilata dagirkeriya Tirkiyeyê pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan dewam dike. Ji bilî hevdîtina bi biraziyê wî Omer Ocalan re piştî 44 mehan, hemû hevdîtinên bi malbat û parêzeran re hatine astengkirin. Rewşa Rêbertî ji qonaxa tundiya li dijî wî veguheriye Qonaxa windakirina bi zorê, li gorî xala heftemîn a Destûra Romayê ya sala 1958`an ev weke sûcên li dijî mirovahiyê tê binavkirin.”

Fadiya Şêx Îsa da zanîn ku li gorî zagona mafê hêviyê eger girtî bîst sal cezayê xwe derbas kirin, yan jî temenê wan ji heftê saliyê zêdetir be, divê were berdan û wiha domand: “Ev her du şert jî ji bo Rêber Abdullah Ocalan derbas dibin; ew 75 salî ye û zêdetirî 25 salan di girtîgehê de maye, lê heta niha jî girtî ye. Rêxistinên navneteweyî, mirovî û mafên mirovan li hemberî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bêdeng in.”

Fadiya bang li rêxistinên navnetewî, Neteweyên Yekbûyî û bi giştî rêxistinên mafên mirovan kir ku li dosyaya Rêber Abdullah Ocalan binerin, ji tecrîda li ser wî re çareseriyekê bibînin û zextê li dewleta tirk bikin ku zagonên navnetewî pêk bîne û Rêber Abdullah Ocalan serbest berde.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Helebê parêzer Îsam Mihemed jî diyar kir ku pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin sûc e. Îsam Mihemed anî ziman ku li gorî zagonan mafê girtiyê siyasî heye ku nêrîna xwe bêje û ramanên xwe pêşkêş bike, ji ber ku ew girtiyê siyasî ye û doza wî ne dozeke tewanê ye û peymanên navdewletî van mafan didin girtiyên siyasî.

Parêzer Îsam Mihemed ji rêxistinên mirovî xwest ku ji bo azadkirina Rêber Abdullah Ocalan zextê li dewleta tirk bikin û wiha domand: “Dewleta tirk guh nade van zagonan, lê belê mafên mirovan binpê dike. Lewma ji Rêxistinên Mirovî tê xwestin ku hesabê ji dewleta tirk bipirsin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar